Li Bendava Duhokê mirina bi guman a jineke Êzidî

Hate ragihandin ku cenazeyê jineke Êzidî ku li kampa Domîze jiyan dikir, li bendava Duhokê hate dîtin.

Li gorî agahiyên hatine ragihandin, beriya demek kurt, li bendava Duhokê cenazeyê jinek Êzidî hate dîtin.

Li gorî heman agahiyan jina Êzidî xelkê Şengalêye û piştî êrişa çeteyên DAÎŞ’ê koçberî kampa penaberan a Domîze ya li Duhokê bû û li wir jiyan dikir.

Lê heta niha sedema mirina jina Êzidî nayê zanîn û ti daxuyaniyek fermî derbarê buyerê de ji aliyê dezgehên emnî ve nehatiye belavkirin.