BI DÎMEN

Besê Erzîncan: Şêweyê têkiliya ku sîstem ferz dike, jinê dike kole

Besê Erzîncan anî ziman ku şêweyê têkiliyê yê ku sîstem ferz dike jinê dike kole û got, "Li dijî mejiyê desthilatdarî û dewletê divê têkoşîn bê meşandin. Eger têkoşîn neyê kirin hevaltî û têkiliyeke rast nikare bê danîn."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan tevlî bernameya 'Xwebûn' a Jin TV bû û têkildarî hezkirin û têkiliyên malbatê bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.

Besê Erzîncan gotina "Ez nabêjim divê malbat bi temamî bê tunekirin, lê dikare bê guhertin" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û qala nêrîna Tevgera Azadiya Jinê ya li mijarê kir.

Besê Erzîncan anî ziman ku modernîteya kapîtalîst her tim li ser koletiya jinê ava bûye û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser netewe dewletan, tê dîtin ku malbat êdî bi temamî di bin kontrola delwetê de ye. Ji ber ku her tişt di destê mêr de ye. Malbat jî li gorî serweriya mêr hatiye avakirin. Çavkaniya bingehîn a hiyerarşî û otorîteyê, malbat e. Xanedanî li Rojhilata Navîn jî gelekî girîng e. Gelek mirovên li ser desthilatdariyê mîna malbatekê dixebitin. Gelek dewletên Ereb mîna malbatê li ser desthilatdariyê ne. Malbatên Bedîrxan, Talabanî, Barzanî jî bi vî rengî ne. Erdogan jî dixwaze heman tiştî bike. Mêrek ji bo malbatê ava bike her tiştî dike. Ji ber ku enerjî û mejiyê jinê asê dike. Dibe xwedî zarok, wan mezin dike, li malê jiyaneke teng dijî. Dema ku derdikeve derve jî ji ber ku agahî û rêxistiniyeke xwe nîne hîn jî li gorî îdeolojiya malbatê dijî. Malbat di nava netewe dewletê de xwedî roleke nebaş e. Jinê dike kole, her wiha mêr jî qaşo dike reîsê malê û dixe bin kontrola xwe. Ji bo zarokan paşerojeke xurt nîne, kes guh nade zarokan. Zarok li nava malbatê nikarin bi rengekî baş mezin bibin. Her malbatek weke amûreke desthilatdariyê hate bikaranîn."

Besê Erzîncan bal kişand ser têkiliyan û got, "Jiyan ji jin û mêr pêk tê. Di navbera wan de bêguman wê têkiliyek, hevaltiyek hebe. Têkildarî Kurdistanê rewş çi ye, divê mirov bala xwe bidin ser vê mijarê. Berê têkiliya jin-mêr hîn bêhtir xwe dispart hezkirin, hurmet û jiyana bi hev re. Lê belê êdî ev guherî, divê em vê jî nîqaş bikin. Her kes dibêje 'eşq'. Gelo ev bi rastî eşq e? Em rewşa jin û mêr, nêzîkatiya li hev dinirxînin, dibînin ku di vir de xapandineke mezin heye. Sîstem bi xwe şerekî taybet e. Ev şerê taybet li Kurdistanê xwe dispêre xapandinê, derewan, bi rengekî qirêj û hovane tê meşandin. Jin ji her tiştî bêpar têne hiştin, li malê tê asêkirin, li derve timî tê kontrolkirin, destûr nayê dayin ku bibe ya xwe, destûr ji wekheviya jin û mêr re nayê dayin. Di rewşeke bi vî rengî de çawa qala eşqê dikare bê kirin? Hezkirin xwe dispêre kîjan bingehê? Eger mêr her tim biryarê dide, bi ya xwe dike, îradeya jinê li ber çavan nayê girtin, hingî çawa qala têkiliyeke erênî dikare bê kirin?

Bala xwe bidin ser Kurdistanê; divê mirov vê yekê gelekî cuda binirxîne. Dema ku têkoşîna me mezin dibe, jin dibe xwedî îrade, êrîşên herî qirêj û mezin li dijî jinên Kurd têne kirin. Jinên Kurd ji aliyê azadiyê ve xwedî potansiyeleke gelekî xurt e. Di demekê de ku têkoşîna me mezin bû û gelek jin şehîd bûn, îdeolojiya Rêber Apo ji bo jinan pêşeng bû, jinan xwe bi rêxistin kirin, di nava artêşê de, di serhildanan de, di nava siyasetê de bi rola xwe rabûn. Sîstema desthilatdariyê kete nava tirseke mezin. Dixwaze civak hîn nebaş bibe. Dema civak xera bibe, jin nikare tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Jin bikeve civak jî wê bikeve. Di şexsê jinê de dixwazin êrîşî civaka me bikin. Şerê taybet bi giranî li hemberî jin ên ciwan tê kirin. Di şexsê jin ên ciwan de dixwazin potansiyela jiyana alternatîf, muxalefet, têkoşîn, azadî û enerjiya jin û ciwanan tune bikin. Bi leşker, polîs, tîmên taybet diçin gundên Kurdistanê û tiştên nebaş dikin."

Besê Erzîncan destnîşan kir ku divê jin gelekî xurt bin û got, "Di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr tenê jin dimeşiyan. Lê belê piştî ku têkoşîna jinê mezin bû, gelek mêr jî tevlî van meşan bûn. Mêr li Rojava, Helebê, Kobanê, Cizîrê meşiyan. Ev yek çi nîşan dide? Eger jin xurt be, xwe birêxistin bike, dikare mêr jî veguherîne. Divê mêr rewşa heyî qebûl nekin. Hem mêr hem jî jin divê xwe biguherînin. Divê li ser bingeha azadî û wekheviyê têkiliyekê nîqaş bikin. Ji bo afirandina alternatîfê pêwîstî bi têkoşîn, şer û têgihiştinê heye."

Di dawiya axaftina xwe de Besê Erzîncan diyar kir ku li dijî dijmin divê têkoşîneke xurt bê meşandin û got, "Welatê me dagirkirî ye. Eger tu helwesteke rast li hemberî dagirkeran nîşan nede, tu nikare hezkirineke rast bijî. Li dijî mejiyê dewlet û desthilatdariyê divê têkoşîn bê meşandin. Eger têkoşîn neyê kirin, hevaltiyeke rast, têkiliyeke rast nikare bê danîn."