BI DÎMEN

Şandeya jinên Kurd li Nepalê qala hêz û azadiya jinan kirin

Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jinên Nepalî re hatin cem hev û derbarê şoreşa jinan a Rojava de agahî dan. Jinên Nepalî bi heyraniya xwe ya ji bo berxwedana jinên Kurd anîn ziman.

Li paytexta Nepal Katmanduyê endamên Akademiya Jineolojiyê u Kongreya Star, 5 parlamenterên jin ên Nepalî, akademîsyen, serok û endamên rêveberiya Komîteya Wêdetrî Pekînê li navenda komîteyê li hev civiyan.


Jinên Nepalî, bi merasîmeke kevneşopî yên Nepalî berdevka Karên Derve ya Kongra Star Rûxoş Şêxo û endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî pêşwazî kirin.

Parlamenterên jin, akademîsyen û endamên rêveberiya Komîteya Wêdetirî Pekînê piştî ku xwe dan nasîn, pirsên xwe li ser rewşa Kurdistanê û bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di civînê de Rûxoş Şêxo behsa dîroka şoreşa Kurdistanê, modela Rêveberiya Xweser û rola jinan di pêşengtiya şoreşê de kir û Rûxoş Şêxo bal kişand ser tecrîda şidandî ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in di girtîgeha Îmraliyê de dîl tê girtin û got ku 3 sal in destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan parêzer û malbatê xwe bibîne. 

‘DEWLETA TIRK JINÊN PÊŞENG HEDEF DIGIRE’

Rûxoş Şêxo di axaftina xwe de qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bênavber li ser Kurdistanê bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê dimeşîne, kir û  got, “Dewleta Tirk bi balafiran Rojava û Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Her wiha dewleta Tirk, jinên pêşeng ên Kurd ên li derveyî Tirkiyeyê qetil dike.”
Di heman demê de Rûxoş Şêxo behsa destkeftiyên gelê Kurd û şoreşa jinên Kurd a li Rojavayê Kurdistanê kir.
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî bi kurtasî li ser jineolojiyê axivî û bal kişand ser girîngiya çavkaniyên dîrokî yên zanista jinê û zîndîkirina nirxên civakî, dîrokî û çandî yên ku di kesayeta jinan de hatine tepisandin û got, “Jineolojî ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo nêrîneke nû ya dîrok û civakê û vegerandina zanistê li herikîna wê ya rast e. Lêkolînkirina pirsgirêkên kûr ên civakê, pergalê ye û rêbaza alternatîf çareseriya qeyranên îro ne.”

Parlamenterên jin ên Nepalê kêfxweşiya xwe ji bo hatina jinên Kurd bo Nepalê nîşan dan û hêvî kirin ku jinên Kurd û Nepalî bi hev re bixebitin. Jinên Neppalî diyar kirin ku gelê Nepalê xwedî dîrokek dirêj a têkoşînê ye.

‘EM Ê TECRÎDA LI SER OCALAN BIBIN ROJEVA MECLÎSÊ’

Jinên Nepalî daxwaza xwe ya ji bo avakirina toreke hevpar ya jinên Kurd û Nepalî anîn ziman û gotin, “Em ê di gelek komîsyonên meclîsê de bi jinan re hevdîtinê pêk bînin û mijara êrîşên li ser Rojava û tecrîda ser Ocalan têxin rojevê. Em ê li dijî  bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin.”
Dema di civanê de qala jinên Şengalê kû di komkujiya 2014’an de hatin revandin û piştî azadkirinê çewa xwedî li xwe derketine hat kirin, yek ji endamên rêveberiya “ Komîteya Wêdetirî Pekînê” heyraniya xwe ya ji bo Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê anî ziman û got; “Pêwîstiya me bi tevger û vê zanistê heye ku jinên gelê xwe dike qehreman û azad dike. Dibe ku ji %33 jinên me di parlemento û saziyan de bin, dîsa jî ne di asta jinên Kurd de ne. Ji bo vê yekê divê em bi hev re têbikoşin.”
‘DOZA KURDISTANÊ DOZA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YE’

Parlamenterên jin xwestin ku agahiyên berfirehtir ên derbarê Abdullah Ocalan û Tevgera Jinên Kurd de bi wan re bên parvekirin  û xwestin di demên pêş de têkiliyên xwe bi hev re xurtir bikin.
Jineke perlemanter got, “Doza Kurdistanê doza azadî û demokrasiyê ye. Em hemû piştgiriya we dikin."

Komîteya Wêdetirî Pekînê, rêxistinek tora neteweyî ya femînîstên mafên mirovan li Nepalê ye ku ji sala 1995’an vir ve piştî 4’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê li Pekînê hate damezrandin. Armanca vê rêxistinê bihêzkirina mafên siyasî, aborî û civakî yên jinên Nepalê ne.