TJA: Eger em berxwedana li dijî komplo û tecrîdê mezin bikin, em ê rizgar bibin

TJA'yê li dijî komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Bi mezinkirina berxwedana li dijî komplo û rejîma tecrîdê em ê karibin rizgariya civakî pêk bînin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de TJA’yê bi bîr xist ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan 25 sal li pey xwe hişt û wiha got: “Divê hêzên komploger bizanibin ku ne tecrîd ne jî polîtîkayên tarî û qirêjî nikarin têkiliya me ya bi birêz Ocalan re qut bikin. Ji bo bidawîkirina rejîma tecrîdê û ji bo çareseriya meseleya kurd, em 'Meşa Azadiyê ya Mezin' silav dikin. Divê demildest hevdîtin bi Abdullah Ocalan re b kirin. Em ê li dijî bêçareserî, înkar û qirkirinê bibin gavê paradîgmaya jina azad, ekolojîk û demokratîk a Abdullah Ocalan li dijî hêzên qirker, pêş xistiye.”

Bi domdarî TJA’yê destnîşan kir ku weke TJA'yê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wê li ser esasên ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana me dewam bike. Em dixwazin hemû jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê piştgiriyê bidin têkoşîna meya ji bo azadiya birêz Ocalan. Em di salvegera komploya navneteweyî de hêzên komploger şermezar dikin û em bang li civakê, saziyên navneteweyî dikin ku li dijî tecrîdê em têkoşînê mezin bikin, rizgariya civakî pêk bînin û li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê û sepanên li derveyî hiqûqî em edaletê biqêrin."