Li Manavgatê jinek hate qetilkirin

Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê jinek ji aliyê zilamê ku beriya du salan dest jê berdabû ve bi çekê hat qetilkirin.

Jina bi navê Banû Ûzûn ku li Taxa Kavakli ya girêdayî navçeya Manavgat a Antalyayê dijî, ji aliyê zilamê bi navê E.A. ku beriya du salan dest jê berdabû ve bi çekê hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin cînayet li daîreya li jêrzemîna apartmanekê pêk hat. Polîs û tîmên tenduristiyê yên li ser îxbarê hatin malê, cenazeyê Banû Ûzûn a 2 zarokên wê hene û li otelekê weke peywîrdara qatê dixebitî dîtin. Cenazeyê Ûzûn ji bo otopsiyê rakirina Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.

Faîl jî li ser cadeya ku cînayet pêk hat bi çeka xwe re hate binçavkirin.