Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Adarê: Em ê bi vîna jina azad dagirkerî û tecrîdê têk bibin!

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin. Di çalakiyan de wê dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" derkeve pêş.

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê eşkere kir.

Daxuyanî li Parka 4'ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya rêveber û endamên rêxistinên jinan bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat dayîn.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, ya Erebî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Xud El-Elî û ya bi zimanê Suryanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif ve hat xwendin.

Rihan Loqo, a ku daxuyaniya Kurdî xwend, bi bîr xist ku têkoşîna jina azad a xwedî dîrokek kevnar ji Rosa Luxsemburgan heta Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Rihan Amûdê, Yusra Derwêş, Zelal Zagros û Sorxîn Dersim berdewam dike.

Rihan Loqo, da zanîn ku vê meşa dirêj îro ji Emerîkaya Latîn heta  Efrîka, Rojhilata Navîn û Asyayê şax berdaya her aliyê cihanê û li dijî rêjîmên faşîst, dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst, ji bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê ji her demê zêdetir têkoşîn te meşandin.

Rihan Loqo, bal kişand ku li dijî têkoşîna jinan a xwebûnê siyaset û planên tunekirin û qirkirinê tên meşandin û wiha dom kir: "Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û dagirker jinên pêşeng hedef digire û şehîd dixe. Li herêmên dagirkerî yên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî, Bal û Cerablusê sûcên weke tecawiz, girtin, lêdan, kuştinê dikin. Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin. Di êrîşan de gelek jin û zarok şehîd û birîndar bûn."

Rihan Loqa, anî ziman ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa jin misoger bûye, jinan bi hêza xwe a rêxistinkirî li hember hemû cûre êrîş û qirkirinên siyasî, aborî, çandî û civakî têkoşîna xwe domandiye û wê bidomînin.

Rihan Loqo, di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên 8'ê Adarê eşkere kirin.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, da zanîn ku çalakiyên îsal (2024) wê bi dirûşmeya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" 24'ê Sibatê destpê bikin û heta 8'ê Adarê bidomin.

Li gorî daxuyaniyê plansaziya çalakiyan wiha ye:

- Her bajarek bi rengê jinê werin xemilandin, dirûşmeya çalakiyan li daketina bajaran were daliqandin.

- Derbarê têkoşîna jinê de civînên girseyî ji gel re bên çêkirin.

- Li tevahî gund, tax û saziyan semîner werin dayîn.

- Di 1 û 2'yê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê festîvala jin were pêkanîn.

- Li Kobanê wê pêşengeha wêneyan bê vekirin.

- 4'ê Adarê li hemû bajaran wê serdana goristanên şehîdan were kirin û mûm werin pêxistin.

- Bi rêxistinên jinan re bi riya online panelek were çêkirin.

- Wê serdana gundê Jinwar bê kirin.

- Ji hevalên jin ên li ser bendên kontrolê yên asayîşê re gul an jî şitilên daran werin dayîn.

- Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danasîna kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.

- 5'ê Adarê ji aliyê Meclisa Jin a PYD'ê ve semînerek li ser asta Suriyeyê bê dayîn.

- 3'yê Adarê li Kobanê, Eyn Îsa, Hesekê, Qamişlo û Reqayê komxebat werin çêkirin.

- Li her bajarekê ji bo mêran perwerdeyên ku 3 rojan dom bikin werin dayîn.

- Broşurên danasîna 8'ê Adarê werin belavkirin.

- 3'yê Adarê li Reqayê meşek mezin bê li darxistin.

- 8 Adarê wê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam, Başûr, Lubnan û Ewropayê meşên mezin bên lidarxistin.

- Kampanyaya ekolojî wê berdewam bike.

- Kampanyaya hashtagê wê bê destpêkirin.