Li 3 bajaran jinan name şandin ji CPT'yê re

Li 3 bajarên Elmanyayê jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji CPT'yê re û gotin: “Me bi felsefeya Rêber Apo xwe nas, em ê ji bo azadiya wî bixebitin.”

Li bajarên Gîessen, Sîegen û Lîmbûrg ên Elmanyayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan name ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re hat şandin.

Jinên ku 883 nameyên ku hatine îmzekirin avêtin namedankê, bal kişandin ser tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “25 sal in di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tecrîdeke mezin heye. Zêdeyî 3 sal in kes agahî ji Rêber Apo nagire û cezayên dîsîplînê jî sîstematîk bûye. Em jin li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bixebitin, me bi felsefeya Rêber Apo xwe nas kir. Ji niha pêvee jî em ê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin.”