Rapora 2023’yan : Li bajarên Egeyê mafên 525 jinan hatin binpêkirin

Meclîsa Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê diyar kir ku di sala 2023'an de li bajarên Egeyê 515 mafên jinan hatine binpêkirin. ÎHD'ê bal kişand ser binpêkirin û êşkenceya li girtîgehan.

Meclîsa Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê li avahiya komeleyê rapora 2023’an a Herêma Egeyê ya binpêkirinên mafan ên li hemberî jinan eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku rapor bajarên Aydin, Afyon, Balikesîr, Mugla, Manîsa, Uşak, Burdur, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê di nav xwe de dihewîne. Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş û ji rêveberiya komeleyê Vetha Aydin ve hat xwendin. 

Zîlan Gumuş, anî ziman ku jin li her qadê rastî tundiyê tên û bal kişand ser tundiya dewletê.

Zîlan Gumuş got, “Girtiyên jin her roj rastî bi dehan binpêkirinan tên. Li girtîgehan; Tecrîd, îşkence û binpêkirinên mafê jiyanê, binpêkirinên der barê gihandina derman û tenduristiyê ya girtiyên nexweş, binpêkirinên ji aliyê girtiyên bi temen ve di gihandina tenduristiyê de, binpêkirinên ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û pirsgirêkên derûnî di sala 2023’an de her ku çû zêde bû. Her ku girtin zêde bûn, pirsgirêk û binpêkirinên li girtîgehan jî zêde bûn.”

Zîlan Gumuş got, "Divê di her warî de demildest wekheviya zayendî pêk were."

BÎLANÇOYA BINPÊKIRINA MAFAN

Fatva Aydin binpêkirinên mafan ên ku tespît kirine wiha rêz kir:
 "45 jin hatine qetilkirin, ji ber kuştina jinan 2 kes binçav kirin, ji ber kuştina jinan 1 kes girtin, 13 hewldanên kuştinê, ji ber hewldana kuştinê 4 kes binçav kirin, ji ber hewldana kuştinê 1 kes hat girtin, hewldana kuştina 1 kesek trans, 4 jinan bi tacîzê re rû bi rû mane."