Li Îranê du mehan 46 jin û zarokên keç hatin qetilkirin

Li gorî bilançoya NÛJINHA’yê, li Îranê di navbera meha Çile û Sibatê de 34 jin û zarokên keç hatin qetilkirin. 12 jin û zarokên keç jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li Îranê roj bi roj kuştina jinan û mirinên bi awayekî bi guman a jinan, ji ber siyaseta desthilatdariyê zêde dibin. Li gorî daneyên ku NÛJINHA’yê kom kirine di navbera meha Çile û Sibatê de li Îran 46 bûyerên kuştinê û mirinên bi guman pêk hatine.

Çeteleya tundiyê ya di navbera meha Çile û Sibatê de bi vî rengî ye;

*Di 2’ê Çileyê de; li bajarê Marandê 2 jinên ciwan ji aliyê dizekî ve hatin revandin û qetilkirin. Jina 65 salî ya li Tahranê dijî, ji ber diziya mobîlyayan ji aliyê dergevana avahiyê ve hat qetilkirin. Jineke navsere ya li Tahranê dijiya, ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Jina ciwan a li Erdebîlê dijî jî ji aliyê malbatê ve hat qetilkirin.

*Di 22’ê Çileyê de; li bajarê Şîrazê jineke ciwan ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.

*Di 23’ê Çileyê de li Meşhedê zarokek keç a bi navê Şîrîn a 16 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Pardîs Karîmî ya 14 salî ya ji Sineyê jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina herdu zarokên keç wek 'întihar' hat tomarkirin.

*Di 24’e Çileyê de dayika 2 zarokan a bi navê Afşan Fathîan a 32 salî, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 25’ê Çileyê de ciwana bi navê Ferzaneh Qadrî Aghdam a 17 salî ya ji gundê Meşkan ê bajarê Pîranşarê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Mirina keça ciwan wek 'întihar' hat tomarkirin. Jina ciwan a bi navê Faezeh ya 25 salî ya li bajarê Kovarê yê parêzgeha Farsê dijî, ji aliyê mêrê ku hev berdan ve hat qetilkirin.

*Di 26’ê Çileyê de keça bi navê Haujîn Mustefapour a 15 salî ya ji Mehabadê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 29’ê Çileyê de li Êzdê zaroka keç a 9 salî ya nasnameya wê nehat hînbûn, ji aliyê jinbava xwe ve hat qetilkirin.

*Di 30’ê Çileyê de xwendekara refa yekem a bi navê Fatemeh a ji bajarê Qerej e, ji aliyê cîrana xwe ve hat qetilkirin.

*Di 1’ê Sibatê de jina navselê ya bi navê Golî Yaqoubî û keça wê ya biçûk Raziya Şabanyan li mala xwe ya li gundê Alkabad a girêdayî Borucard a Loristanê, ji aliyê kesên nasnameyan wan nediyar ve hatin qetilkirin. Jinek 27 salî ya bi navê Zahra Nazaryan, li girtîgeha Sebzevarê hat darvekirin.

*Di 5’ê Sibatê de jinek 30 salî û dayika wê ya 60 salî, li mala xwe ya Tahranê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin qetilkirin.

*Di 6’ê Sibatê de li bendava Qaraqaç a bajarê Semîram ê parêzgeha Îsfehanê, cenazeyek jineke ciwan a 22 salî hat dîtin. Der barê sedema mirina jina ciwan a nasnameya wê nehat diyar kirin de tu agahî nehatin bidestxistin. Li bajarê Garmsarê jinek 60 salî ya nasnameya wê nehat diyarkirin, ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin. Jinek ciwan a 30 salî ku li Tahranê dijî û nasnameya wê nehat diyar kirin, xwe ji pira peyayan avêt û dawî li jiyana xwe anî. Jina 45 salî ya li bajarê Borujerd a parêzgeha Loristanê dijî, ji aliyê biraziyê hevjinê xwe ve hate qetilkirin.

*Di 7’ê Sibatê de; li Andîmeshkê jinek ciwan, ji aliyê polîsan ve di wesayîtê de hate qetilkirin. Zaroka keç a 16 salî ya bi navê Narîn Yousefî ya ji gundê Banîlawan a Ciwanroyê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 11’ê Sibatê de; jina ciwan a bi navê Zaînab M. a 18 salî ya Efganî ku li Meşhedê dijî, ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.

*Di 12’ê Sibatê de; jinek ciwan tevî hevjîn û jinbira xwe re li Chaharzabarê ya Karmaşan-Şabad (Îslamabada Rojava) ji aliyê kesek nasnameya wî nediyar ve hate qetilkirin. Cenazeyê jinek ciwan a 35 salî ya bi navê Ruqiye Kalharî ya gelê Pîransarê, li Bendava Sîlweînê hate dîtin. Zarokek keç 13 salî ya bi navê Honia Bahramî ya ji Seqizê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Jinek ciwan a li Tebrîzê dijî, ji aliyê hevjinê xwe ve hate qetilkirin.

*Di 13’ê Sibatê de; li Tahranê jina bi navê Samîra ya 24 salî, ji aliyê hevpîşeya xwe ve hate qetilkirin.

*Di 15’ê Sibatê de; jina bi navê Meryem a 42 salî ya li Tahranê dijî, ji aliyê destgirê xwe ve hate qetilkirin. Li girtîgeha Tahranê girtiyek jin a nasnameya wê nehat diyarkirin a mehkumê cezayê darvekirinê hatibû kirin, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Galala Karîmî ya 40 salî ya ji Dîwandereyê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li Tahranê jina bi navê Fatane ya 40 salî, ji aliyê destgirê xwe ve hate qetilkirin. Jina bi navê Mahnaz a 53 salî ya li Tahranê dijî, mirî hate dîtin. Hate diyarkirin sînetên binirx ên li ser jinê hatine dizîn. Jina ciwan a bi navê Şahreh a li Tahranê dijî, ji aliyê kesek nasnameya wî nayê zanîn ve hate qetilkirin.

*Di 18’ê de Sibatê de; li bajarê Faryabê ya parêzgeha Kermanê mêrek 25 salî dayîk, 2 xwişk, hevjîna birayê xwe û 2 jê keç 4 biraziyên wî jî di nav de bi giştî 12 kesan qetil kir. Li ser rêya Varamînê cenazeya jinek ciwan a bi madeyên şewitîner hatiye qetilkirin hat dîtin.

*Di 19'ê Sibatê de; jineke ciwan a li Kaşanê ji aliyê mêrê ku hev berdan ve hat qetilkirin.