ROJEVA 14'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Têkildarî pirsgirêka avê ya li Rojhilata Navîn û fikarên ku ev pirsgirêk li Rojhilata Navîn bibe sedema şer û koçberiyê dosya Cafer Tar.

25 gerîlayên ku li Dewreya Şehîd Serxwebûn Serhed a Dibistana Şehîd Erdal perwerdeya xwe qedandin, diyar kirin ku wê vê perwerdeyê bikin bingeha têkoşînan têkbirina sîstemê û gotin, "Cihê me çiyayên Kurdistanê ye."

Xwendekarê doktorayê yê Tirkiyeyê qala çalakiyên Fîlîstînê yên li zanîngehên li DYE'yê kir û got, ev çalakî zû yan jî dereng wê bandorên xwe yên siyasî û civakî hebin.