TJA starta 8’ê Adarê dide: Jin Jiyan Azadî!

TJA’yê îro li Êlih û Îzmîrê starta çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî ber bi 8’ê Adarê ve” da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8'ê Adarê ve" aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Îro li Êlih û Îzmîrê bi meşeke girseyî starta xebatên 8'ê Adarê bê dayîn. Piştre dê hemû bajar starta xebatên xwe ya 8'ê Adarê ji raya giştî re aşkera bikin.

Li gorî bernameyê di 8'ê Adarê roja înê li Amed, Êlih, Qoser, Cizîr, Wan û Mêrsînê mîtîng bên lidarxistin. Di 9'ê Adarê de ango roja şemiyê jî bi Platforma Jinên Edeneyê re jî em ê mîtîgê li dar bixin. Li Depe ya Xarpêtê, li Qers, Îdir, Agirî, Colemêrg û Dersimê jî hevdîtinên jinan pêk bên.

Li Îzmîr, Stenbol, Mêrsîn, Edene, Dîlok, Enqere, Manîsa, Aydin, Kocaeli, Antalya û Hatayê jî meşa şevê ya femînist bê rêxistinkirin. TJA dê bi rengê xwe tevlî meşa şevê bibe.

Dê li Çewlîk, Bêdlîs, Agirî, Erzirom, Wan, Îdir, Qers, Erdexan, Colemêrg, Mûş, Riha, Dîlok, Semsûr, Mereş, Dersîm, Êlih, Sêrt, Şirnex, Amed, Meletî Edene, Mêrsîn, Osmaniyê, Aydin, Manîsa, Îzmîr, Antalya, Yalova, Gebze, Bûrsa û Stenbololê şahiyên jinan bên lidarxistin. Her wiha li gelek navçe û gundan jî hevdîtînên jinan bên organîzekirin.

Her wiha di nava hefteya 8'ê Adarê de jî panel, semîner, bernameyên perwerdê, bernameyên guhdarkirina muzîkê û şano bên amadekirin. Li kolanan standên 8'ê Adarê bên danîn. Broşurên 8'ê Adarê dê li taxan bên belavkirin û civînên taxan bên lidarxistin. Ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî yên jin re bernameyên cuda bên amadekirin. Serdanên dayikên girtiyan ên ku çalakiya Nobeda Edaletê didomînin bên kirin. Dê li buroyên hilbijartinê, derbarê hilbijartin û rêvêberiya bajaran de civînên jinan bên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de TJA;

Heta 8'ê Adarê her qadê bi rengê jinê bixemilîne, çalakiyan lidar bixe û têbikoşe.

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bibin dengê jinên ku hatine qetilkirin, jinên ku lêdan xwarine, bi mobbîngê re rûbirû mane û dîl hatine girtin.

Em ê bibin tayek pora jinên ku li Îranê hatine darvekirin a ku ji bo azadiyê li ber xwe dane.

Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet her di nav berxwedanê de bin.

Em ê li qadan daxwazên girtiyên jin ên li dijî tecrîdê, ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêk kurd di greva birçîbûnê de nin, bînin ziman. Em ê daxwazên çalakvanên Nobeda Edaletê ya li dijî bêhiqûqî û neheqiyê hatiye destpêkirin bînin ziman.  

Di nav hefteya 8'ê Adarê de ji bo têkoşîna gerdûnî wek TJA, li dijî şerê ku ji hêla îktîdarên mêr ve hatine destpêkirin bi jinên din re di nav piştevaniyê de bin. Em ê bi jinên Fîlîstînî, Ukraynayî, Îranî, Efgan, Efrîqî, Bellucî û Ermenî re di nav piştevaniyê de bin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê; Em ê xeta netewperest, paşverû, olperest, faşîst teşhîr bikin û têkoşîna xwe ya li hemberî vê zîhniyetê carek din derxin pêş.

Bijî 8'ê Adarê, Bijî têkoşîn û hêza me ya piştevaniyê.

Jin jiyan azadî."