Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 102’yan de didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 102’yan de didome.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 102’yan de didome.

Parlementera DEM Partiyê ya Mûşê Sümeyye Boz û Dayika Aştiyê Fînce Akmanê serdana Emîne Şenyaşar kirin.