Ji Yekîtiya Jinên Şoreşger ê Efganistanê daxuyaniya 15'ê Sibatê

Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA), di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, peyamek ji entenasyonalîstên li Rojava re şand.

RAWA daxuyanî ji jinên enterasyonalîst ên li Rojava re şand û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî peyama mezinkirina piştevanî û têkoşînê da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên Efgan zêdeyî nîv sedsal e di bin barê giran ê rejîmên emperyalîst û olperestiyê de ne û hate gotin, "Dema dawî rêveberiya Talîbanê herî zêde zext li jinan kir. Maf û rûmeta jinan binpê kir, ew li malan asê kir, nixumandina serî ferz kir û yên vê nakin jî digire.

Jinên Efgan li gel van hemûyan mîna hemzayendên xwe yên din ên li cîhanê li hemberî girtin, tundî û gefan li ber xwe didin.

Têkiliya navbera gelên Kurd û Efgan ne êşên hevpar e. Têkiliya navbera me berxwedan û biryardariya hevpar e. Em hêzê ji xwişkên xwe yên Kurd werdigirin ku tevî hevrêyên xwe yên mêr mil bi mil şer dikin.

'ABDULLAH OCALAN HÊZA GUHERTINÊ NÎŞAN DA'

Tevgera jinê mînaka biryardariya xurt a şervanên jin ên li Îranê nîşan dide û gelek zor û zehmetî ji holê rakir.

Rêbertiya Birêz Ocalan nîşan da ku jin xwedî hêza guhertina xwe û civakê ne.

Ji bo rûmetkirina hevrêyên xwe yên girtî û bîranîna lehengên jiyana xwe ji dest dan, heta azadî û edalet li xaka me bi cih bê, divê em wezîfeyên xwe dewam bikin. Li dijî emperyalîzm û olperestiya tundrew divê em hêza xwe bikin yek, weke şoreşger û şervanan divê em li dijî dagirkerî, dijminatiya li jinê û bê edaletiyê bibin yek.

Bi piştevaniyê em paşerojeke dûrî girtîgeh û êşkenceyê ava bikin."