Navendên Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk: Di salekî de 385 jin hatin qetilkirin

Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîstîk ragihand ku di sala 2023’yan de 385 jin hatin qetilkirin, 310 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk çeteleya xwe ya têkildarî tundiya li ser jinê ya sala 2023’yan, weşand. Hat diyarkirin ku çetele ji daneyên JINNEWS, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Bîanet, Ajansa Mezopotamya, Anit Sayaç û gelek torên çapemeniyê yên herêmî û neteweyî hatiye amadekirin.

Hat destnîşankirin ku ji sedî 39,3’yê jinan rû bi rûyê tundiyê man, sedî 22 hatin qetilkirin, sedî 17,7 bi guman jiyana xwe ji dest dan, sedî 6,2 rû bi rûyê gef, sedî 3,3 rû bi rûyê tacîzê, sedî 6,2 rû bi rûyê tundiyê ku di encamê de bi giranî birîndar bûn, sedî 1,5 jî rû bi rûyê êrîşa zayendî man û rêjeya “îstîsmarkirina zarokan” jî weke sedî 7,3 hate ragihandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji mexdûran 688 kes rû bi rûyê tundî/birîndarkirinê man, 385 kes hatin kuştin, 310 kes bi guman jiyana xwe ji dest dan, 128 zarok hatin îstismarkirin, 109 kes rû bi rûyê gef, 57 kes rû bi rûyê tacîzê man, 46 kes bi giranî birîndar bûn, 26 kes jî rastî êrîşa zayendî hatin.”

Li gorî çeteleyê, piraniya mêrên faîl kesên nêz in, yanî nas in.