KJK: Em destketiyên Rojava biparêzin

Koordînasyona KJK'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurdistanê şermezar kir û got, "Roj ew roj e ku li dora berxwedêrên Rojava û zindanan, berxwedan û têkoşîna hevpar mezin bikin."

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em dibînin ku îro li cîhanê, li Rojhilata Navîn û welatê me Kurdistanê şer ji her alî ve giran bûye. Sîstema kapîtalîst a barbar û rejîmên netewe dewletê qirkirinê û qirkirina jinê di vê demê de gihandine asta herî bilind û gelan, jinan, xwezayê qir dikin. Bi vê wesîleyê, em êrîşên qirker ên li ser gelên me yên Rojava şermezar dikin ku ji aliyê dewleta çete ya AKP-MHP'ê ya faşîst ku berdevkê sîstema mêtinger-desthilatdar e, te kirin. Şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Her wiha hevrêyên xwe yên ku 22 û 23'ê Kanûnê di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurd de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêjayî nirxên wan bin. Şervanên HPG û YJA Starê pîroz dikin ku tevlî vê berxwedana dîrokî bûne û hêviyên azadiyê yên gelê me xurt dikin.

Tundî ku çeka herî bi bandor a hêzên faşîst ên desthilatdar û serwer e ku li dijî jinan, gelan û bi giştî li hemberî bindestan tê bikaranîn, di vê serdemê de bi şer re gihîştiye asta herî bilind. Di vî şerî de ku em weke Şerê Cîhanê yê 3'yemîn pênase dikin, qikirin, qirkirina civakê, qirkirina jinê, qirkirina zarokan, qirkirina ekolojîk di asteke welê de ye ku wijdan û aqil qebûl nake.

JI SÛCÊ HEVKARIYA BI REJÎMA FAŞÎST RE RIZGAR BIBIN

Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ji roja ku bûye desthilatdar û vir ve bi şer, koçberî, xizanî, dizî, nelirêtî, talan, destavêtin, komkujî û bi hezaran krîzan li Tirkiyeyê jiyan kiriye mîna zindanê, neçareseriya ku afirandiye û jê berpirsyar e, bi geşkirina faşîzmê vedişêre. Encama siyaseta şer mirin e, krîzên aborî, civakî û siyasî ne. Artêşa Tirk ku salên dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurd dixwe, di 22'ê Kanûnê de bi rengekî giran têk çû. Ji bo vê têkçûna xwe binixumîne berê êrîşên xwe da Rojava û li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer dike. Ev rastiya şer ku bi ti awayî bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayê, tenê bi kêrî hêzên desthilatdar ên faşîst tê. Bi vî şerî re ku berhema faşîzmê ye êrîş li rastiya jiyana bi hev re ya li ser bingeha azadî û aştiyê ya gelên me tê kirin. Ev pêla êrîşê ya ji bo qirkirin û guhertina demografiyê, bi esasî ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd e ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin. Dewleta Tirk a faşîst bi rêya vî şerî hewl dide civakê, jiyanê, çanda hevpar a gelan, nirxên demokrasiyê biçikîne, bêîrade bihêle. Di rewşeke welê de ku olperestî, zayendîperestî û neteweperestî di asta herî bilind de ye, li civakê tê ferzkirin ku bibe hevparê polîtîkayên qirkirinê. Li Tirkiyeya heyî ku her kesên polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne dikin têne lînçkirin, têne girtin, têne kuştin, ji bo rizgariya ji sûcê hevpariya li vê rejîma faşîst, divê hêzên demokratîk û çep ji her demê bêhtir dengê xwe bilind bikin û li ber faşîzmê rabin. Roj hatiye ku ev desthilatdariya bi gotinên neteweperestiyê rejîma faşîst û şerê xwe rewa dike, bê rawestandin. Em bang li rewşenbîr, demokrat û çepgiran dikin ku helwestê li dijî van polîtîkayên şer nîşan bidin ku bi kêrî berjewendiyên demokrasî, aştî û azadiyê ya jinan û gelan nayê. Li dijî êrîşên qirker û faşîzma neteweperest ên dewleta Tirk a faşîst ku li hemberî gelê Kurd û hemû cihêrengiyan dimeşîne, divê têkoşîneke xurt bê meşandin. Divê neyê jibîrkirin ku pêla neteweperestiyê ya îro li dijî Kurdan di asta herî bilind de tê meşandin, li Tirkiyeyê dibe sedema xizanî, bêkarî û mirinê.

JI BO PARASTINA DESTKETIYÊN ROJAVA EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Tevî vê yekê, di şexsê Rêber Apo de ku 25 sal in bi rengekî giran tecrîdkirî ye, dixwazin ku nehêlin gelê Kurd bibin hêzeke azad û demokratîk, dixwazin nehêlin ku jin bibin hêzeke azad û demokratîk. Bi tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de tê ferzkirin, dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd tecrîd bikin. Ji ber vê yekê li hemberî rêberê tevgera azadiyê ya li Kurdistanê Rêber Apo 25 sal in tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê bi rengê herî giran tê meşandin. Bi êrîşên tecrîdê re ku îro li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo tê şidandin, êrîşên tasfiyekirinê û tecrîda li dijî jinan û çar parçeyên Kurdistanê bi hev re têne meşandin. Ev pêvajo li ser bingeha polîtîkayên qirkirin, dagirkerî, êşkence û tecrîdê dewam dike û metirsiyên wê jî mezin dibin. Êrîşên qirkirinê yên li Îmraliyê hatine girankirin û li tevahiya civakê û hemû parçeyên Kurdistanê hatine belavkirin, bilindkirina berxwedana topyekûn ferz dike. Weke KJK'ê em çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan silav dikin ku li dijî sîstema êşkence û tecrîdê tê meşandin. Bêguman têkbirina sîstema Îmraliyê, şikandina tecrîdê, rawestandina şerê qirkirin mêtingeriyê, di heman demê de bi têkoşîneke xurt a jinê ve jî girêdayî ye. Lewma li hemberî kiryarên derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê û li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê weke tevgera jinê em diyar dikin ku timî di nava têkoşîneke çalak de ne. Di vê demê de em bang li gelê Kurdistanê dikin ku ji bo rawestandina êrîşan li her derê nerazîbûna xwe ya rewa nîşan bidin. Heta pişta faşîzmê bê şikandin divê çalakî dewam bikin. Roj ew roj e ku li dora berxwedêrên Rojava û zindanan berxwedan û têkoşîna hevpar bê mezinkirin. Em bang li gelê xwe û jinan dikin ku ji bo parastina destketiyên Rojava têkoşîna rêxistinbûyî mezin bikin.

YÊN KU ÎRO BÊDENG DIMÎNIN WÊ SIBE LI BER XWE BIKEVIN

Êrîşên heyî li pêş çavên cîhanê têne kirin. Dewleta Tirk a faşîst ku guh nade ti qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî, ji ber bêdengiya van hêzan ewqasî bêperwa dibe. Bêdengiya sazî û hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan, ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst banga ji bo êrîşê ye. Lewma ji bo pêşîgirtina li van êrîşan ku derbê li wijdanê mirovahiyê dixe, em bang li hemû hêzên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku helwestê nîşan bidin. Yên ku îro li hemberî van kiryaran bêdeng dimînin wê sibe li ber xwe bikevin. Li her derê êrîş hene. Li her derê êrîş li dijî Kurdan têne kirin. Mirovên me têne qetilkirin, çavkaniyên me yên jiyanê têne tunekirin. Rejîma faşîst a dewleta Tirk, dixwaze tişta DAÎŞ'ê nîvco hişt li hemû parçeyên Kurdistanê temam bike.

Derdorên ku wijdanê gel ji bo wan tê gotin, bêdengiya wan dibe sedem ku desthilatdarî li ser piyan bimîne. Bêdengiya li hemberî kiryarên faşîst, hesabnepirsîn, dibe sedem ku di vê astê de faşîzm êrîşan bike. Divê neyê jibîrkirin ku yên piştgiriyê didin, lê temaşe dikin û xwe bêdeng dikin, vê desthilatdariya faşîst xwedî dikin. Desthilatdariya heyî sûcê şer dike. Roja hesabpirsîna ji van kiryaran wê were.

Her wiha em bang li gelê Kurd, jinan, piştevanên têkoşîna azadiya jinê, hêzên antî kapîtalîst û dostên xwe dikin ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin ku bûye ronahiya hêviyê ji mirovahiyê re.

Em bang li dayikên Kurd, jin ên ciwan, rêxistinên jinan, kesayetan dikin ku li hemberî operasyonên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser welatê me, li hemberî qetilkirina jinan û li dijî hegemonya mêr û faşîzmê helwesteke xurt nîşan bidin; her wiha em bang li rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dikin ku bi berxwedana rewa ya gelê Kurd re bin, rêxistiniya hevpar, hişmendî û hêza çalakiyê mezin bikin."