Ji bo rojnamevanên ku nûçeyên Jîna Emînî çêkirine, qedexeya hevdîtinê

Hat ragihandin ku, ji bo rojnamevanên ku nûçeyên têkîldarê Jîna Emînê çêkirine û hatine girtin, qedexeya telefon û hevdîtina ligel malbatê hatiye dayîn.

Dayika Rojnamevan Nesîm Sûltan Êran Celîlî di 10’ê Kanûna 2023’yan de raghand ku destûr nehat dayîn ku Îlahe Muhammedî û Nîlûfer Hamîdî bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Celîlî ji çapemeniya mûxalîf a Îranê re axivî û got, "Ji bo Nesîm Sûltan, Îlahe Muhammedî û Nîlûfer Hamîdî qedexeya telefon û hevdîtina malbatê hatiye dayîn."

Dadgeha Bilind a Îranê di 23’yê Cotmehê de biryara xwe ya derbarê 2 rojnamevan Îlahe Muammedî û Nîlûfer Hamîdî de ku cara ewil qetilkirina Jîna Emînî ya di 16'ê Îlona 2022'yan de ji aliyê polîsê ehlaqê yên Îranê ve hat qetilkirin ragihandin, eşkere kiribû.

Li gorî biryarê, ji bo Îlahe û Nîlûfer ji ber sê dozên cuda ceza hatin dayîn. Ji bo Îlahe ji ber sûcê "hevkariya bi Emerîkayê re ku weke dewleteke dijmin hatiye pênasekirin" 6 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcdariya li dijî ewlehiya neteweyî 5 sal û bi îdîaya “li dijî komara Îslamî propoganda” jî bi salek cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Nîlûfer Hamîdî jî bi îdiaya "hevkariya bi DYE'yê re"  ku weke dewleta dijmin hatiye pênasekirin û ji ber ku hevkarî pê re kiriye ji sûcê li dijî ewlehiya neteweyî" 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Salek cezayê girtîgehê jî bi tewanbariya “propagandaya li dijî Komara Îslamî” lê hatiye birîn.

Her wiha li gorî xala 23’yan a Qanûna Ceza ya Îslamê, 2 salan qedexeye ku rojnamevan bibin endamên partiyeke siyasî, kom, rêxistin an jî komeleyê. Êran Celîlî ev rewş şermezar kir û ji ber mafê hevdîtina rojnamevanan ligel malbatan hatiye qedexekirin, nerazîbûn nîşan da.