Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê: Em ê hesab ji êşkencekar û tacîzkaran bixwazin

Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê di daxuyaniyê de got, “Cilên Hevseroka me ya bajêr Gonca Yangoz bi qestî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye çirandin û bedena wê hatiye teşhîrkirin. Em ê hesab ji êşkencekar û tacîzkaran bixwazin.”

Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê derbarê êrîşên dewleta Tirk ya li dijî çalakiyên sivîl û êrîşa li ser Hevseroka Bajêr a Stenbolê Gonca Yangoz daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya meclîsê de hat gotin, “Çalakiyên şermezarkirinê yên li gelek bajaran, li dijî polîtîkaya dijminane ya desthilatdariyê ku polîtîkayên tecrîd û şer kûrtir kir, bû hedefa desthilatdariyê. Di dema mudaxelekirina bêhiqûqî ya li çalakiyan de gelek hevrêyên me di bin êşkenceyê de hatin binçavkirin. Li gel ku çalakî bi awayekî derhiqûqî hatine astengkirin, hevrêyên me yên jin di dema binçavkirinê de hatine derbkirin û tacîzkirin."

‘EV ÊRÎŞ LI DIJÎ TEVAHIYA JINAN E’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Hevseroka me ya DEM Partiyê ya bajarê Stenbolê Yonca Yangoz li Bakirkoyê dema dixwest daxuyanî bide çapemeniyê, di dema binçavkirinê de cilên wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye çirandin û bedena wê hatiye teşhîrkirin. Bi awayekî eşkere tê dîtin ku mêtingerî û zîhniyeta serdest a mêr a zayendperest li tevahî saziyên dewletê belav bûye. Ev êrîş di şexsê hevrêya me Gonca Yangoz de li hemberî hemû jinên ku li dijî şer aştiya bi rûmet diparêzin, hatiye kirin.

Ev feraseta hêzên dewletê, bingeha xwe ji feraseta desthilatdariya ya dijminahiya li dijî jinan digire. Di bingeha zêdebûna tacîz û tundiya polîsan a li hember jinê de, rewakirina polîtîkayên dijminahiyê li hemberî jin e. Divê dewleta desthilatdar û hêzên wê ya ku ji polîtîkayên bêcezahiştinê yên li ser esasê sûcên li hember jinan hêzê digirin û tundiyê li jinan dikin, baş bizanibin ku; Jin wê li pêşberî van êşkenceyan bêdeng nemînin û van êrîşan nepejirînin.

Têkoşîna jinê ; Wê pergala ku hûn jê hêzê digirin û faşîzma ku hûn hewl didin bi sazî bikin hilweşîne! Em êşkencekar û tacîzkarên we nas dikin û em ê weke jin hesab ji wan bipirsin!"