Li Rojava jin wê sala 2024’an bi projeyên piralî û ruhê berxwedanê pêşwazî bikin

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed got: “Tevî şerê taybet û êrîşan jî weke Kongra Star me hem di şoreşê de, hem jî di nava civakê de pêşengî kir.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed bi wesîleya dawiya salê têkildarî xebatên Kongra Star ji ANF’ê re axivî.

Sala 2023’an weke Tevgera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê we pêşengiyeke çawa ji geşedanên li herêmê re kir?

Sala 2023’an li herêmê pir tejî derbas bû. Bi taybetî ez dikarim bibêjim di asta jinê de, hîn bêhtir bû saleke ku bi berxwedanê derbas bû. Li herêmên dagirkirî, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz û Cerablûsê gelê me rû bi rûyê gelek pêkanînên dermirovî ma. Ez gelê me silav dikim ku qasî salekî li dijî her cure êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên şer li ber xwe da. Weke Kongra Star me di nava vê salê de Kongreya xwe ya 9’emîn lidar xist. Tevî ku gelek êrîşên dijwar li dijî me hebûn, me kir ku bi hezaran jin beşdarî vê kongreyê bibin. Me xebatên xwe yên du salan nirxand û ji bo sala 2024’an jî plana xwe ya xebatê kir. Ev di asteke girîng de bandor afirand. Ji ber ku weke Kongra Star me karî ji hemû êrîşan re bibin bersiv. Bi taybetî li dijî êrîşên dewleta Tirk di asteke girîng de ev bû bersiv. Di nava îsal de bi taybetî êrîşî jinên pêşeng hate kirin. Êrîşên cidî li dijî rêxistinên me yên jinan çêbûn. Îsal hevalên me yên mîna Yusra Derwêş, Rihan ku mîsyona pêşengiyê dihilgirtin, bûn hedefa êrîşan. Ew pêşengên xebatan û têkoşîna azadiya jinê bûn. Pêşengên me bûn ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin. Di van êrîşan de ew hatin hedefgirtin. Helbet êrîş ne tenê li dijî jinên pêşeng û rêxistinkirî bûn, li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîstema Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşê yên ku bi pêşengiya jinan hatîn bidestxistin êrîş bûn. Di vî warî de weke Kongra Star gelek hewldanên me çêbûn. Di têkoşîna me ya li hemberî van êrîşan de jî, bi gelek jinên cîhanê re peywendiyên me çêbûn. Bi rêxistinên jinan ên cîhanê re peywendiyên me çêbûn.

Di nava salê de li ser navê Kongra Star gelek şandeyan serdana welatên Rojhilata Navîn kirin. Konferans û panel hatin lidarxistin. Encama ku we ji van kar û xebatan derxistî çi bû, bandorek çawa afirand?

Ji bo ku sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserê cîhanê were naskirin, peywendiyên me yên dîplomatîk di asta berfireh de dewam kirin. Ev gelê ku qasî 12 salan li dijî her cure êrîş û polîtîkayên komkujiyê li ber xwe da, divê êdî li seranserê cîhanê were qebulkirin û sîstema wê ya rêveberiya xweser a demokratîk were naskirin. Îsal jinan di asteke girîng de pêşengî ji van xebatan re kir. Dîsa hêzên me qasî salekî li dijî hemû êrîşan li ber xwe dan. QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC û yekîneyên me yên parastinê berxwedaneke mezin raber kirin. Di nava van de di asteke girîng de, rolê jinan hebû. Jinan di tevahiya salê de pêşengî ji vê yekê re kirin. Dîsa li qada ekonomî, tenduristî, ekolojîk, çand û wêjeyê jî, di nava civakê de xebatên piralî hatin meşandin. Siyasetek heye ku dijmin dixwaze di nava civakê de pêş bixe û civakê di nava hev de parçe bike. Ji bo pêşî girtina li van hemûyan, di her astê de xebatên me yên piralî çêbûn. Dîsa xebatên me çêbûn ku di nava Sûriyeyê de em sîstema xwe bidin nasandin. Di xebatên peymana civakî de ku qasî du salan hatin amadekirin, di nava gel de ji nîqaşên vê peymanê heta erêkirina wê jinan di asteke girîng de rol lîstin. Bi heman rengî di nava saziyên rêveberiya xweser, meclîs û komunan de, di nava rêxistinên civakî yên sivîl de jinan îsal di rêjeyeke girîng de rol lîst û xebatên cur be cur pêş xistin. Cara yekem jin di biryarên têkildarî civakê de, dibin xwedî rol. Di hemû mijarên ku civakê eleqeder dikin de, yekser cih digirin. Her wiha peymana civakî ya ku ber bi dawiya salê ve hatî ragihandin, di aliyekî de bû îspata vê yekê jî. Bû îspata ku em dikarin şoreşa xwe biparêzin, destkeftiyên şoreşê biparêzin û pêş bixin. Di vî warî de em dikarin bibêjin ku peymana civakî mohra xwe li sala 2023’an xist. Bi vê peymanê re me projeya neteweya demokratîk û hêmana xwişk û biratiya gelan gihand lûtkeyê. Di sala nû de ji bo ku ev peyman bikeve pratîkê û xebat di vê çarçoveyê de pêş bikevin, helbet tişta ku gel dayî vê peymanê rolê herî girîng e.

Ji aliyê Kongra Star ve îsal gelek xebatên dîplomatîk çêbûn. Bi taybetî ev xebat ji bo nasandina xebatên me, dîsa ji bo nasandina xebatên jinên ku pêşengiyê ji şoreşê re dikin girîng bû. Ji ber ku bi rastî jî me hîna tam xwe bi jinên Rojhilata Navîn nedaye nasandin. Di vî warî de yek ji biryarên ku me di kongreya 9’emîn de girtî, ew bû ku di çarçoveya Sûriye û Rojhilata Navîn de hîn zêdetir peywendiyên dîplomatîk bên pêşxistin. Di vê çarçoveyê de gelek serdan hatin kirin. Konferans hatin kirin. Cara destpêkê konferansa nasandina şoreşa Rojava hate kirin û weke Kongra Star me di vê konferansê de cih girt. Di vê konferansê de projeya me ya şoreşa jinê û projeya me ya ku pêşengiyê ji şoreşê re dike, bandoreke mezin afirand. Ji bo her kesê bû tecrubeyeke mezin. Di vê konferansê de qala vê tecrubeyê hate kirin û dîmenên wê hatin temaşekirin, vê yekê bandoreke şok li her kesê kir.

Cara destpêkê xebatên Kongra Star û pêşengiya jinan a ji şoreşa Rojava re, di konferansekê de bi vê astê hate nasandin. Helbet berê jî gelek konferansên ku qala Rojava dikin, hatin lidarxistin. Lê li ser navê Kongra Star û bandora ku Kongra Star di van xebatan de ava kirî û pêşengiya wê, cara destpêkê di vê çarçoveyê de hate nirxandin. Ji sala 2005’an heta îro jin hem di nava malbatê de hem jî di nava şoreşê de xwedî roleke bingehîn in. Li ser vî esasî gelek xebat û çalakî ji aliyê Kongra Star ve hatin pêşxistin. Di gelek konferans û panelan de evane hatin nasandin. Dema ku ji gelek welatên Rojhilata Navîn û gelên Rojhilata Navîn re qala xebatên jinan ên di vê asta pêşengiyê de dihate kirin, helbet bandoreke pir mezin li wan jî dikir. Helbet li gelek welatên Rojhilata Navîn têkildarî hin mijaran rol ji jinan re hatiye dayîn. Di parlementoyê de, di nava partiyên siyasî de mîsyonê xebatê ji jinan re hatiye dayîn. Lê di asta xweser de mîsyonê ku jin bi xwe bi rê ve bibin û ew bi xwe biryara wê bidin, nehatiye dayîn. Biryarên jinan ên têkildarî wê bi xwe, nînin. Di xebatên bi vî rengî de mêr hene, mêr di biryar û nîqaşan de cih digirin û hemû biryarên ku yekser tên dayîn, ji aliyê mêr ve tên dayîn. Jin tenê di pêkanîna van biryaran de cih digirin. Li hin welatên mîna Tûnûsê hin maf ji jinan re hatine dayîn, lê ev maf bi tevahî bi nêrîn û biryarên mêran hatine dayîn. Li gelek welatên Rojhilata Navîn, jin dihesibînin ku jinan azadiya xwe bi dest xistiye. Erê, dibe ku di parlementoyê de cih digirin, lê li vir ne xwedî mafê biryareke azad e ku derbarê xwe de bigire. Dîsa li hin welatan kotayên bi cih bûna di parlamentoyê de, pir kêm e. Li beramber vê yekê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peymana civakî ev yek derbas kir. Me di nava peymanê de sîstema hevserokatiyê daye rûnişkandin, ji xwe beriya wê di hemû sazî, xebatên civakî û siyasî de sîstema hevserokatiyê hatibû rûnişkandin, jin û mêr bi hev re xebat dimeşandin. Dîsa ji bo Rêber Apo konferans hatin lidarxistin. Di asteke girîng de jinan pêşengî ji vê yekê re kir. Di heman demê de projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo di pratîkê de çiqas hate pêkanîn, di nava civakê de me çiqas da nasandin, di van konferansan de hatin nîqaşkirin. 25 sal in Rêber Apo li girtîgehê tê ragirtin û li hemberî vê sûcê ku li dijî hemû mirovahiyê tê kirin, bêdengî heye. Bi dehan çalakî ji bo nîşandana encamên nerênî yên vê bêdengiyê, hatin kirin. Dîsa jinan pêşengî ji van çalakiyan re kir. Di xebatên nasandina fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn de, cih girt. Me hewl da vê rastiyê bibêjin ku car din vegera li parêznameyên Rêber Apo çêbibe û her civak, kes û heta dewlet jî dikare çareseriya pirsgirêkên xwe di van parêznameyan de bibîne. Di vî warî de di konferansa Efrîqaya Başûr de nasandina vê yekê, wezîfeya me bû.

Helbet divê konferansên nasandinê yên bi vî rengî timî bên kirin. Tenê bi rêya çapemeniyê wê têrker nebe. Di hemû konferans û komxebatan de di asta girîng de bandorê diafirîne. Jinên ku tevlî xebatên bi vî rengî bûne, tecrubeyên ku ji vir girtine ji bo xwe weke mînak dinirxînin. Helbet ew tenê ji tecrubeyên me sûd nagirin, em jî ji tecrubeyên wan mînakan digirin. Li her deverê jin rû bi rûyê nêzîkatiyên cuda û tundiyê dimînin. Li malan, li kolanan, li cihên kar û di qada siyasetê de jî jin di gelek astên cuda de rû bi rûyê tundiyê dimînin. Di vî warî de tecrubeyên ku jinan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistîn, hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo jinên cîhanê di asta girîng de dibe tecrube.

Îsal nêzî 2 hezar jin di dewreyên perwerdehiyê de derbas bûn. Perwerdehî di kîjan astê de bandor li jinan kir? Çawa bandor li civakê kir?

Kongra Star xebatên xwe li ser sê pîvanên bingehîn birêxistin dike. Ev jî komîn, meclîs, akademî û dewreyên perwerdehiyê ne. Armanca me ya sereke ew e ku hemû jin perwerde bibînin. Bi vî awayî jin wê karibin di nava civakê de zanabûnek pêş bixin û rêxistinbûneke bingehîn pêk bînin. Dema jin ji komînan heta meclîsan, ji kantonan heta saziyan xwe bi rêxistin bikin û di vê çarçoveyê de xebatên xwe bimeşînin, divê di nava van xebatan de werin perwerde kirin. Ji ber ku dema jin nekaribe di nava van hemû xebatan de xwe perwerde bike, xwe û dîroka xwe nas nasneke, wê demê nikare di nava xebatan de bibe xwedî roleke xurt. Helbet ne tenê jinên Kurd di van akademiyan de perwerdehî dibînin, jinên Ereb jî di akademiyan de cih digirin. Ev yek bi taybetî ji bo civaka Ereb girîng e. Cara ewile jineke Ereb ji mala xwe derdikeve û mehek du mehan tevlî perwerdehiya akademiye dibe. Di civaka Ereban de jinek bi temamî derkeve dervî malê û biçe perwerdehiyê ango di nava xebatên cuda ên siyasî de cih bigire, nayê qebûlkirin. Ji ber di çand û edetê wan de rewşek wiha nayê qebûlkirin. Lê piştî ku di nava malbatê de hişmendiyek bi pêş ket, êdî jin ji mal derketin û destûr hat dayîn di nava civakê de rol bigirin. Ev jî nîşan dide ku êdî di nava civakê de asteke diyarkirî ya zanabûnê çêbûye. Hin jinên ku tevlî van perwerdehiyan bûne, cara yekem bû ku perwerdehî didîtin. Hin jin jî niha êdî dikarin xwe û civaka xwe perwerde bikin. Jinên ku ji akademiyê dertên, her wiha xebatkarên jin jî perwerde dikin. Ev jin wê bibin bingeha avakirina malbateke demokratîk. Di vê wateyê de jinên ku tevlî van akademiyan dibin li ser kesayetiya xwe û civakên xwe lêhûrbûnê dikin û xwe pêş dixin. Gelek jinên ku tevlî van akademiyan dibin, cardin dixwazin van perwerdehiyan bibînin. Em wek civak di pêvajoyên zehmet re derbas dibin. Êrîşek domdar li ser civaka me heye. Her çendî em pêş dikevin û destkeftiyên me zêde dibin, êrîşên li hemberî me jî zêde dibin. Her ku êrîş zêde dibin û di encama her êrîşa li dijî pergala me de her kes xwe û xebatên xwe berçav re derbas dike û hewl dide xwe ji nû ve ava bike.

Di van dewreyên perwerdehiyê de gelek perwerdeyên cuda hatin dayîn. Ji bo kesên ku careke din tevlî perwerdehiyê bûne, perwerdeyên cuda hatin birêxistinkirin û ji bo kesên ku dikarin pêşengiya civakê bikin jî perwerdehiyên taybet hatin dayîn. Her wiha ji bo guhertin û veguhertina mêrên di nava civakê de jî perwerde hatin dayîn. Dîsa ji bo guhertina zîhniyeta mêr a hezaran salan û zîhniyeta ku bi pergala BAAS’ê di civakê de pêşketiye jî di vê çarçoveyê de perwerdehî hatin dayîn. Li ser vê esasê ji bo perwerdekirina mêran dewreyên perwerdehî hatin vekirin. Di dema dawî de, kesên di saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin, xwestin di çerçoveyê naskirina dîroka xwe û ya jinê de, perwerdehî bibînin.

Pêşketina herî girîng a salê peymana civakî bû. Peymana Civakî wê bandorek çawa li civak û jinê bike?

Peymana Civakî ji navê xwe jî xuya dibe ku di nava gel de hate nîqaşkirin, ji aliyê gel ve hate pejirandin û li gorî wê bi biryar bûye. Ji bo ku civak di vê peymanê de bibe xwedî gotin, divê her kes di pratîk û pêkanîna wê de jî bi berpirsyarî rabe. Ev peyman mafê her kesî diparêze. Mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mafên hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, saziyên jinan, mafên zarokan, mafên astengdaran, mafên girtiyan û mafên hemû gelên ku li herêmê bi cih bûne, di peymanê de hatine parastin. Di vê çarçoveyê eger mafên min tên parastin wê demê erkên ku dikevin ser milê min jî divê ez pêk bînim. Di vê wateyê de ger mafên min bên parastin wê demê erkên min jî hene. Di vê wateyê de ji meclîs, bajarok heta kanton û komîn tên birêxistinkirin. Li ser vê bingehê eger her kes erkên xwe rast bi cih bîne, wê demê her kes jî rola xwe di peymanê de dilîze. Mînak dema hevseroka komînê an jî hevseroka meclîsê bên hilbijartin, divê ji bo erk pêk werin berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Bêyî nêzîkatiyek seranser, rastiya mirov li ber çavan bên girtin û di vê çarçoveyê de li gorî hewcedariyên civakê nêzîkatî çêbibin. Di vê wateyê de ev xebat ji komînan destpê dike û heta saziyan diçe. Ji ber ku wê endamên gelek saziyan jî, ji aliyê komîn û meclîsan ve bên erêkirin. Di vê rewşê de hem meclîs û komîn xwe ji saziyan berpirsyar dibînin û hem jî sazî xwe ji meclîs û komînan berpirsyar dibînin. Dema ku ji komînan heta meclîsê, ji saziyên sivîl heta hemû sazî her kes rola xwe rast bilîze, wê demê Peyman wê zû bi jiyanî bibe. Bi heman awayî em dikarin vê peyman3e li seranserê Sûriyeyê bidin rûnişkandin. Ji ber ku ev peyman ji hemû guhertinên nû re amade ye. Ji bo guhertin li Sûriyeyê pêk werin, peymana me bi temamî ji bo hemû guhertinên nû amade ye. Ev yek tê wateya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji guhertinan re, ji bo demokrasiyê, ji bo parastina tevahî herêmê û gelên wê amade ye. Bingeha vê ji destpêka şoreşê ve hebû. Ji bo sîstema ku li ser bingeha projeya neteweya demokratîk bi vê peymanê re bi awayekî xurtir pêş bikeve û hemû civak bigire nava xwe xebat tên meşandin.

Em salekê li pey xwe dihêlin. Weke Kongra Star di kîjan mijarî de hûn kêm man?

Di nava vê salê de me gelek xebat dan meşandin. Gelek çalakî hatin lidar xistin. Ji pêngava 8’ê Adarê heta pêngava 25’ê Mijdarê û pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hatin pêş xistin. Çalakiyên ji bo piştgiriya serhildana ku ji aliyê jinên Rojhilat ve di çarçoveya dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' de hatiye pêşxistin, hatin lidar xistin. Her wiha bi armanca piştgiriya berxwedana jinên Efganîstanê ya li dijî êrîşên Talîbanê çalakî hatin pêk anîn. Ji bo berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinan di girtîgehan de pêş dikeve, çalakiyên piştevaniyê hatin lidar xistin. Ev hemû jî di çarçoveya çalakiyên Kongra Star de pêk hatin. Ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê di nava civakê de xebatên girîng hatin kirin. Lê belê tundiya li ser jinan û bi taybetî pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike. Bi taybetî dagirkerî li herêmê bi siyaset û fealiyetên xwe hewl didin exlaqê civakê xirab bike. Ev yek bi pêkanîna şerê taybet û pêşxistina hişbirê tê kirin. Ev rêbazên şerê taybet jî bandorek pir neyînî li ser jinan dike. Ev hem di warê tundiya li ser jinê û hem jî di warê xwekuştina jinan de derdikeve holê. Her çendî li herêmên me li gorî bîlançoya xwekuştinê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê kêm be jî, lê belê li cihekî ku şoreşa jinê lê pêş dikeve, ji bo me rewşeke ku nayê qebûlkirin û giran e. Li hemberî vê têkoşîneke mezin heye. Lê dîsa jî car caran astengiyan li pêşiya xebata me derdixe.

Ji bo sala 2024’an plan û projeyên we çi ne?

Plan û projeyên me yên sala 2024’an di nav biryarên kongreyê de jî hene. Her wiha planên ku me di sala 2023'yan de daniye pêşiya xwe û projeyên nehatine temam kirin hene, em ê hewl bidin wan planan derbasî jiyanê bikin. Hemû meclîs, sazî û komîteyên girêdayî Kongra Star ji bo sala 2024’an xwedî plan û proje ne. Ji bo meclîsa aborî, perwerde û gelek xebatên din meclîsên hatine avakirin hene û ev meclîs plan danîne pêşiya xwe. Li pêşiya me projeya avakirina akademiyeke dîplomatîk heye. Her wiha ji bo pêşxistina kooperatîfan projeyên me hene. Komîteya azadiyê ya Rêber Apo, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were xebatên xwe dimeşîne. Xebatên me yên ji bo welatên Rojhilata Navîn wê bidomin. Her wiha ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û girtina bin ewlehiyê komîteyên me ya xweparastinê xebatên xwe dimeşînin. Di vî warî de xebatên me yên berfireh hene. Dîsa, li hemberî pirsgirêkên ewlehiyê yên awarte û êrîşan awarte ku çêdibin, xebatên ku derdikevin pêşberî me hene. Wekî din herêma me hê jî di nava şer de ye. Êrîş berdewam dikin, êrîş û planên dagirkeriyê didomin. Di vê çarçoveyê de plansaziya me ya sereke rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî û bi taybet rizgarkirina jinên li wan herêman ji dagirkeriyê ye. Em ê ji bo pirsgirêkên gelê xwe yên li kampan dijîn, xebatên xwe bidomînin. Li ser vî esasî ez dikarim bibêjim ku em weke jinên Rojava bi bernameyeke xebatê ya pir xurt û berfireh amade ne ku sala 2024’an pêşwazî bikin.