Di 2023’yan de li Fransayê 94 jin hatin qetilkirin

Wezareta Edaletê ya Fransayê daxuyand ku di sala 2023’yan de bi tevahî 94 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînên xwe yên kevin hatine qetilkirin. Wezaretê diyar kir ku li gorî salek berê qetlîamên jinan ji sedî 20 kêm bûne. 

Bîlançoya ku li Rojnameya Le Fîgaro de cih digire, ji aliyê Wezareta Edaletê ya Fransayê jî hat piştraskirin. Wezaretî ragihand ku di sala 2023’yan de 94 qetlîamên jinan ku weke “femînîsîd” tê binavkirin hatiye jiyîn. 

Wezîrê Edaletê Erîc Dûpond şirove kir ku ev yek “ji tetmînkirinê gelekî dûr e.” 

Wezîr wiha domand: “Em dizanin ku têkoşîna li hember vê belayê dem dixwaze (…) lê belê bi biryarbûna pergala edaletê ya Fransayê ya di mijara astengkirina qetlîamen jinan dîsa jî li ber xwe dide û nû bi nû encaman distîne.”

LI HER DADGEHÊ YEKEYÊN TAYBET HENE
Ji 1’ê Çileyê û vir ve li 164 dadgehên û 36 dadgehên temyîzê yên Fransayê yekeyên ku di mijara tundiya di nav malbatê de pispor in hene.

Navendên ku di berpirsiyariya “dadgerên koordînator” de ne, armanc dike ku di navbera hemû kes û dadgerên ku bi heman rewşa malbatî re têkîldar in tevgera hemwextî û parvekirina agahiyan teşwîq bike. 

Di meha mijdarê de Wezareta Edaletê, nîşaneyên ku li têkoşîna li hember tundiya di nav malbatê de peyitand ku “hesasiyeta” saziyan zêde bûye. 

Hejmarên biryarên mehkûmiyetê yên ji ber sedemên tacîz û tundiya di nav malbatê di navbera salên 2017 û 2022’an ji du qatan zêdetir bûye û ji 22 hezar û 206’an gihaştiye 49 hezar û 616’an.

Herwiha, pênc sal berê di sala 2022’an de di mijara rewşên ku divê hevjîn ji malê derkeve an jî qedexeya nêzîkî kesa ku tundî lê dibe kêm zêde 3 hezar û 600 fermanên parastinê hat derxistin. 

Di sala 2022’yan de ji aliyê polîsan ve piraniya wan jin 244 hezar 300 kesên ku rastî tundiyê hatine hat qeydkirin. Ev hejmar di salekê de sedî 15 zêde bûye. Komeleyan vê rêjeyê weke dengê wan baştir tên bihîstin şîrove kirin.