Bêrîvan Bahçecî: Îsal wê bibe sala têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Berdevka Melîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçeçî diyar kir ku jinan hêrsa xwe veguherandiye rêxistinbûnê û got: "Sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

Berdevka Melîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçeçî têkildarî nirxandina sala 2023'an li Buroya Şewirmendiyê ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê lidar xist.

Bahçecî, diyar kir ku jinan li dijî desthilatên faşîst ên mêrserwer, sala 2023’an li ber xwe dan û wiha got: "Jinan hevgirtina enternasyonal mezintir kirine, slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku hêza xwe ji îdeolojiya rizgariya jinê distîne, veguherandine serhildaneke ku bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dike. Vê serhildanê diyar kiriye ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, li hemberî hemû desthilatên rastgir ên li dinyayê wekî tekane tevgera îtîraz û qebûlnekirinê derketiye holê. Dînamîka sereke ya vê îtîraz û qebûlnekirinê jî bêguman Tevgera Jinên Kurd bûye. Xala hevpar a têkoşîna jinan a ku di şexsê Jîna Emînî de li Îranê bû girseyî, ji danheviya 30 salan a Tevgera Jinên Kurd referans stendiye. Her çiqas Tevgera Jinên Kurd ji aliye desthilatê ve dixwaze were krîmînalîzekirin jî, hatiye asta ku îlhamê dide têkoşîna jinên cîhanê. Dema ku Weqfa Paûl Grûnînger Xelata ‘Mirovayetî û Cesaretê’ da Ayşe Gokkan a ku berdevka serdema berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) bû, careke din îspat bûye ku Tevgera Jinên Kurd gelek tişt li têkoşîna jinên cîhanê zêde kiriye û perspektîfek pêşkêş kiriye.

Rastiyeke berbiçav e ku li dijî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê, li Tirkiye û Kurdistanê berxwedana jinan xuya ye. Êrîşên li dijî jinên têkoşer û destkeftiyên wan, ev rastî îspat kiriye. Tevgera Jinên Kurd hişmendiya zayendiyê ava kiriye û girêdayî vî tiştî di qada siyaseta demokratîk de serweriya mêran qels bûye. Dewletê tehamulî van tiştan nekiriye û bi metodên wekî binçavkirin, girtin û kuştinê êrîşî jinan kiriye. Lê jin li dijî tacîza darazê li eywanên darizandinê ketine pozisyona ku didarizîne, li hemberî kuştinan hêrsa xwe veguherandine rêxistinkirinê û bi van awayan bersiv dane polîtîkayên qirêj ên dewletê."

Bahçecî, bi lêv kir ku dewletê di heman demê de êrîşî destkeftiyên jinan jî kiriye û wiha berdewam kir: "Dewletê hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye, bi Biryarnameya Serokkomariyê di şevekê de ji Peymana Stenbolê derketiye û pê re jî qanûna bi hejmara 6284’an jî ji nîqaşê re vekiriye. Jinan ji bo parastina destkeftiyên xwe li kolan, meclîs û saziyên xwe yên rêxistinkirî, îtîrazên xwe bilindtir kirine û ji aliyê din ve destkeftiyên Şoreşa Rojava jî ji Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Rêveberiya Xweser a Rojava, di du salên dawîn de tevî gelên herêmê û pêkhateyên xwe gelek civîn li dar xistiye, tevî sererastkirinên di 99 xalan de, Peymana Civakî ya ku ji 134 xalan pêk tê, qebûl kiriye. Bi vî tiştî re, mecbûriyeta ku divê ne hiqûqa dewletê lê hiqûqa civakê were avakirin, wekî peywirekê daniye ber me."

Bahçecî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li aliyê din dewleta tirk a ku êrîşên xwe yên li ser Rojava berfireh kiriye, di îdeolojiya xwe ya fermî de, mezinbûn û geşbûna Tevgera Jinên Kurd û rêxistinkirina têkoşîna navneteweyî jî ji xwe re kiriye hedef. Ji ber ku Tevgera Jinên Kurd di pêşxistina hişmendiya zayendî ya jinên gelên din de jî roleke rast û mezin pêk aniye. Tevgera Jinên Kurd bi tecrubeya xwe ya têkoşîna bi dehan salan û pratîka xwe; têkoşîna jinên neteweya serwer jî tê de, bandorek ava kiriye û ji ber vê jî bûye hedefa dewleta mêran. Bi taybetî di serdema AKP’ê de kuştina jinan zêde bûye û pêşiya kuştinan hatiye vekirin, ev jî tolstendina ji Tevgera Jinên Kurd e, ji ber ku Tevgera Jinên Kurd îdeolojiya têkoşîna jinan, di nav beşên civakê yên herî jêr de jî belav kiriye. Sûîqastên li dijî pêşengên Tevgera Jinên Kurd ku bi Sakîne Cansizan dest pê kir, bi Sêvê Demîr, Hevrîn Xelef, Nagehan Akarsel û Evîn Goyiyan re domiya, nîşaneke din a polîtîkayên tolhildanê ya dewletê ye.

Ji Rindêxan, Zarîfe û Bêrîtanan heta roja me ya îro, rêbazên êrîşên mêtingeriyê yên li dijî jinên kurd neguheriye. Ev êrîş di asta dewletê de ji xeynî metodên leşkerî bi metodên siyasî û civakî jî domiyaye. Di salên 1990’î de, êrîşên li dijî jinên Kurd, ji ser teşhîrkirina bedena jinê domiyaye, heta îroj hatiye û ev tişt wekî metoda şerê taybet hatiye diyarkirin. Çawa ku me di êrîşa li ser Ekîn Wan de dît, feraseta mêtingeriyê hêrsa xwe ya li hemberî têkoşîna jinên Kurdistanê bi metodên qirêj nîşan daye. Ji sala 2016’an vir ve ne tenê li ser bedenên jinên kurd şer tê meşandin, di heman demê de li dijî têkoşîna jinan, êrîşên siyasî jî hatine meşandin. Di êrîşên li ser Îpek Er, Gulîstan Dokû û êrîşên wisa de, dewletê li dijî gelê kurd bi taybetî jî li dijî jinan di şerê qirêj de israr kiriye û ev bûye wekî polîtîkayeke fermî. Çawa ku faşîzm bi awayê herî paşverû yê emperyalîzm û fînans kapîtalê ye, vê konsepta şerê qirêj yê ku Netewe Dewleta Tirkiyeyê li dijî jinên kurd dike jî, di warê metodê de awayê dawîn ê neçariya wê ya di şerê li dijî kurdan de ye.

Ev wekî polîtîkaya tepeserkirinê ye ku Îsraîl çawa têkoşîna mafdar a gelê Filistînê tepeser dike. Netewe Dewleta Tirkiyeyê ya di bin rêveberiya Erdogan ku rexnekirina Îsraîlê ji ser zimanê wî nakeve, di warê hiqûqa şer de jî tu ferqa wan û Îsraîlê tune ku jixwe di pênaseya fermî ya dewleta Îsraîlê de jî peyva ‘netewe’ heye. Di heman demê de me di şerê Îsraîl û Filistînê de jî dît ku kirinên Tirkiyeyê wekî yê aqilê şer ê Hamasê ye. Ev şer jî ji ser bedena jinê dest pê kiriye, li kolanan bi êşkenceya li ser jinan, bi belavkirina dîmenên êşkenceyê û bi taybetî jî bi girtina jinan û bi kuştina jinan û zarokan domiyaye.

Êrîşên li dijî jinan ne tenê di aliyê siyasî de, di aliyê civakî de jî berdewam kiriye. Erdheja di 6’ê Sibatê de ya ku navenda wê Mereş bû, bandor li gelek bajarên Kurdistanê kir û rûxandin li qadeke berfiref belav bû. Ligel ku bobelatek wekî erdhejê bû, ji aliyê desthilatê û hemû siyasetên li dijî desthilatdariyê, veguherî şerekî mêran. Ji xeynî rêxistinên jinan, ji bo jinên di vê erdhejê de mexdûr bûne tu xebateke girîng nehate kirin û tu tiştek nehate gotin. Em bûne şahid ku pêdiviyên taybet ên jinan wekî ‘tiştên şerm’ hatine dîtin, li lîsteyên pêdiviyan nehatine zêdekirin. Li holê tu dane tuneye ku jinên ducanî yên ji erdhejê rizgar bûne, di şertên çawa de karine zarokên xwe bînin dinyayê. Zarokên ku dê û bavên wan mirine, wekî polîtîkayên sala 1938’an ên li Dêrsimê birine bajarên rojavayê Tirkiyeyê, li wargehên van bajaran hatine bicihkirin û aqûbeta wan hatiye windakirin. Bi giştî siyaseta ku li dijî polîtîkayên hikûmetê tê meşandin, di meseleya erdhejê de jî bi zimanê mêran hatiye avakirin. Lê jinan, weke li her qadê li herêma erdhejê jî ji bo ku jiyanê ji nû ve ava bikin, gelek ked dan. Piştî erdhejê ya ku navenda wê Mereş bû, dewleta ku bi pîrozbûna xwe pesnên xwe dida, nekarî kavilan û xirbeyan rake lê jinan li bajarên ku rûxandin pêk hatiye jî bi hişekî kolektif, di nav bajarên rûxiyayî de, derfeta avakirina ji nû ve ya jiyanê ava kirine. Lê belê desthilatê tehamulî van derfetan jî nekir û ferman da ku konên hevgirtinê yên li bajarên konteyniran bila were rakirin, bi awayekî zordest, bi rêya hêzên ewlekariyê mudaxeleyî qadên jiyanê kiriye. Navendên koordînasyona krîzê jî bi metoda ku herî baş dizane, bi rêya qeyyûman desteser kiriye.

KONFEDERASYONA JINAN

Helbet ev rewşa ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe, nabe ku ji tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye, cihê were nirxandin. Desthilata ku êdî tecrîd veguherandiye şêwaza rêveberiyê, nahêle ku rêzdar Ocalan ê ku îradeya xwe ya çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane nîşan daye, denge xwe bigihîne derve. Desthilatdarî ya ku hêzê ji awayê rêveberiya li ser esasê zext û zordestiyê distîne, li hemberî Kurdan hiqûqa dijminatiyê bêyî navber didomîne, bi vî awayî peyama xwe dide beşa dîtir a civakê jî. Lê belê ev siyaset ne berhema demeke kurt e, berdewamiya pêvajoyeke dîrokî ya 100 salî ye. Îro ku em dikevin 100 saliya Komarê, di dema ku înkarkirina kurdan berdewam dike de komxebatên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û tespîta ku Peymana Lozanê peymaneke qirkirinê ye, jin rizgariya xwe di Konfederasyona Jinan de ya ku wê were avakirin de dibînin û ev tişt li hemberî tarîtiya ku tê ferzkirin jî, bi xwe dibe hêvî.  

SALA 2024'AN WÊ ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK BÊN RÊXISTINKIRIN

Li ser vî esasî, her çiqas sala 2023’an ji bo netewe dewletan bûye sala şer û hilweşandinê jî, jinan jî li dijî vê qirkirinê berxwedana xwe bi awayekî xurt bilind kirine. Sala 2024’an bi taybetî ji bo jinên ciwan û hemû jinan wê bibe sala ku polîtîkayên şerê taybet were teşhîrkirin, tevî hemû jinan wê xebatên perwerdehî û balkişandinê were zêdekirin, li hemberî êrîşên destkeftiyên jinan wê têkoşîna jinên rêxistinkirî were zêdekirin, hevgirtin were xurtkirin, ji bo mafên jinan û ji bo têkoşîna wekhevî û azadiyê jî wê bibe sala rêxistinkirina çalakiyên demokratîk.

SALA 2024'AN DÊ BIBE SALA AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN

Pûsûlaya ku me jinên DBP'yî daniye pêşiya xwe, îdeolojiya rizgariya jinê bi xwe ye. Em çawa heta îro ji vê pûsûlaya xwe şaş nebûne, em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê ji niha û şûnde jî li ser heman rêyê bimeşin. Em didin dû şopa kesên ku beriya me li ser van rêyan meşiyane û em têkoşîna xwe geş dikin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya gelê kurd a ku tê xwestin di şexsê rêzdar Ocalan de girtî bimîne."