KJK: Şoreşa jin û mirovahiyê wê bi ser bikeve

KJK’ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand û bang li hemû jinan û kesên ku ji bo jiyaneke bi wate xwedî hêvî ne, kir ku li dijî dewleta desthilatdar şoreşa azadiyê ava bikin.

Di peyama Koordînasyona KJK’ê de wiha hate gotin: “Di sala 2024’an de wê hemû têkoşîna me ji bo sîstemeke demokratîk û azadiya Rêber Ocalan be.”

Daxuyaniya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ya bi wesîleya sala nû, bi vî rengî ye:

“Di destpêka sedsala 21’an de paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo û paradîgmaya şaristaniya dewletparêz şer kirin. Ev şer li qadên siyasî, leşkerî, civakî û çandî yên Kurdistan û Rojhilata Navîn di asta herî bilind de qewimî. Li ser bingehê azadiya Rêber Apo ji bo serketina Şaristaniya Demokratîk, em ji her demê zêdetir êrîşên dijmin bi îdîa û biryardariyeke mezin, pêşwazî dikin. Em hêz ji şehîdên xwe digirin ku li ser vê rêyê canê xwe feda kirine û em vê salê bi biryardariya ku bibin layiqê bîranînên wan, pêşwazî dikin. Pêşengên herî mezin ên Tevgera Azadiya Jinê Sara (Sakîne Cansiz), Şîlan Kobanê, Şervîn Dêrik, Viyan Soran, Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zîlan (Zeynep Kinaci), Leyla Agirî, Leyla Sorxwîn, Axîn Amed û hevrê Rojhat, Erdal, Rûken û Sara ku sekna gerdûnî ya ruhê Apoyî ya xeta fedayî raber kirin, ji bo serketina îsal bûn pêşeng. Em di şexsê Ehmed û Melsa Mûş ku bedena xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kirin mertal û hevrê Helmet, Memyan, Welat, Huseyîn û welatparêzên mezin Yusra Derwêş, Yadê Aqîde, Diya Hogir û yên li Başûr û Mexmûrê şehîd bûne; Suheyl Xurşîd Ezîz, Ebûzêd Abdullah û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşînê bi ser bixin.

ARMANCA YÊN KU SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ AFIRANDINE, HAT PÛÇKIRIN

Têkoşîna ku 24 sal in ji aliyê Rêber Apo ve li Îmraliyê tê meşandin, armanc damezrênerên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê pûç kiriye. Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi bêqanûniyeke ku li cîhanê mîna wê nehatî dîtin, tê meşandin. Rêber Apo diyar kiriye ku eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, wê jin û gelên Rojhilata Navîn di qirkirinê de bên derbaskirin. Şerên ku îsal qewimîne, ev rewş nîşan daye. Rojhilata Navîn veguherî dojehê û rêveberiya Tirk a faşîst jî Tirkiye veguherandiye girtîgeheke servekirî. Bê guman ev konsepta rêveberiya Tirk a faşîst li hemberî îradeya Rêbertî û şêwazî wî yê berxwedanê, bêçare ye.

RÊBER APO PÊŞENGÊ FELSEFEYA JINÊN AZAD E

Fikir û felsefeya Rêber Apo li herêmê û cîhanê hatiye naskirin. Rêbertî bi hilweşandina hemû şert û mercên tecrîdê, her ku diçe bandora xwe zêde dike. Di vî warî de Rêbertî weke pêşengê gelan û jinan tê pênasekirin. Li ser bingehê azadiya Rêber Apo pêngav hatin pêşxistin û li sedan welatan daxwaza azadiyê bilind bû, ev tê wê wateyê ku fikrên Rêber Apo li ser vê erdnîgariyê û di nava civakan de hatiye qebûlkirin. Ev yek jî wê wateyê ku hêzên sîstema desthilatdar-dewletparêz tên lêpirsînkirin. Li ser vî bingehî Rêber Apo pêşengê felsefeya azadiya jinê, civaka ekolojîk û demokratîk a sedsala 21’an e. Tevî her cure êşkence û êrîşa ku di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de hatî ferzkirin, ev rastî serketinek mezin e.

PARADÎGMAYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK WÊ DI PAŞEROJÊ DE BIJIYANÎ BIBE

Bê guman têkoşîna azadiya jinê bi bandora şoreşa jinê û tevgera me di her salek nû de hêzeke diyarker a bandorê û guherînê li cîhanê nîşan dide û li ser vê bingehê eger bi awayekî rêxistinkirî bê meşandin dê berê pêşketinan biguherîne. Di pêşengiya hêzên me yên jin de li dijî dewleta faşîst a Tirk û DAÎŞ’ê di demên borî de destkeftiyên girîng hatin bi dest xistin. Ev pêşengî li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Zapê gihiştiye lûtkeyê. Têkoşîna azadiya jinê ya di xeta Rêbertî de bi serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bi awayekî hemwext destpêkirin guhertinên radîkal pêk anîn û mohra xwe li sala nû û geşedanan da. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ku felsefeya Rêbertiya me bi rengê xwe yê herî sade vedihewîne, êdî ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû gelan banê xwedîderketina li paradîgmaya Rêbertiyê ye, çavkaniya nasname û berxwedana hemû gelên cîhanê ye.

Bi armanca mezinkirina vê ruh û baweriyê Konferansa Jinê ya Cîhanê pêk hat. Di konferansê de gerîlayên jin hatin silavkirin û konferans diyarî jinên berxwedêr ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojhilat hate kirin. Ev geşedan serkeftina xeta jina azad nîşan dide. Di vê wateyê de pêngava KJK’ê ya “Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” ji bo bilindkirina asta têkoşînê û diyarkeriya wê girîng bû. Di vê xalê de Rêbertiya me di sedsala 21’an de jin û gelan weke pêşengên şoreşê bin av dike û dibîne. Çawa ku li cîhanê her gel ji bo azadiya xwe tevger avakiribin, di vê çerçoveyê de ji bo nasname, bîrdozî û armanc diyar kiribin, niha êdî hevpariya helwest û sekna têkoşînê yên ji her çar aliyê cîhanê di paradîgma, hizir rêbaza Rêbertî de bi pêş dikevin. Divê ev yek weke şênberbûna karakterê gerdûnî yê Rêbertî bê fêmkirin. Bi taybetî di çarçoveya pêngava azadiya Rêbertî de, li sedan welat rêxistin, mirovên navdar û civak bi taybetî jî tevgerên jin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê belav kirin. Her wiha li sedan welat ji bo balê bikêşin ser felsefe û ramanên Rêbertî kampanya “Xwendina pirtûkên Rêbertî” pêk hatin. Ev yek bi rastî gelek bi nirxe û bandora heqîqeta Rêbertî nîşan dide. Di vê xalê de rast pênasekirina tevger û têkoşîna me û beşdarbûna hêza pêşeng, milîtan a vê heqîqetê, wê paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk di çarçoveya azadiya jinê de bi awayekî şênber bigihîne paşerojê. Têkoşîna ku em li her qadê didin meşandin, têkoşîna azadiyê ya li dijî desthilatdariya mêr e. Bi rêxistinkirina têkoşîna azadiya jinê di nava şerê cîhanê ya 3’yemîn de wek aliyek dijî şer, wê bibe wesîle ev şer zû bi dawî bibe û di berjewendiya jin û gelan de bi encam bibe.

Weke tevgereke ku di her qada têkoşîna me ya azadiyê ya 40 salî de serkeftinên mezin hatine bidest xistin, îsal jî em ê di şexsê jinên Kurd de vê têkoşîn û meşê li dijî desthilatdariya mêr gav bi gav pêşve bibin. Em ê rola xwe ya sereke bi eqilê jinê ya aştî, wekhevî û edaletê ku reng dide hemû civakê, di siyaset, şer, jiyan û xebatên rêxistinkirinê de bilîzin.

Bi mîrateya têkoşîna Rêber Apo ya 50 salî, Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk û pêşengiya wê ya bi heybet, bi ked û hewldana sedan jinên leheng, jîr û fedaî yên gelê Kurdistanê û herêmê, qada Şoreşa Rojava ku xwedî nasnameya jinê ye, li dijî sîstema dewletparêz a bi serdestiya mêr têdikoşe û hêviya mirovahiyê xurt dike. Serkeftina me ya di pêşvebirina Şoreşa Rojava de ku bi nirxên têkoşîna me ya azadiyê ya pêncî salî şênber bûye, li sîstema Konfederal a Demokratîk a Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ser bingeha Neteweya Demokratîk wê rê li ber şoreşa herêmî veke û gav bi gav bandorê li sîstema cîhanê bike.

EM CÎHANA XWE VEGUHERÎNIN BIHEŞTÊ

Pergala Neteweya Demokratîk ku wê di sala nû de li ser bingeha şoreşa azadiya jinê teşe bibe wê di pêşengiya jinan de li dijî zilm û êrîşên faşîzmê têkoşînek xurtir bê meşandin. Em sala nû li mîmarê jiyana azad li Rêber Apo ku dîroka me ya tarî ronî kir, pîroz dikin. Ji bo ku em di sala 2024’an de bi Rêbertî re hevdîtin bikin, misyonên xwe yên pêşengiyê bi cih bînin û Rêbertiyê xwe ji esarete rizgar bikin, armancên me hene. Em sala nû li tevgera me ya azadiyê ya ku ji vê yekê berpirsyare, li hemû jinên demokrat ên ku azadiyê vediguherînin felsefeya jiyanê, li dayikên xwe yên xwedî helwesteke bi nirx û bi rûmet û li ciwanên xwe yên bi hêz pîroz dikin.