Koçyîgît: Jin li hemberî tundiyê bêparastin man

Parlamentera Qersê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku qeyûman piştî dest danîn ser şaredariyan yekser êriş birin ser saziyên jin, ciwan, çand û ziman û got, "Mejiyê qeyûm xwest ku jinan ji her qadê bibe."

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li Kurdistanê qanûnên Rewşa Awarte bi rê ve dibe, sala 2016'an şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), sala 2019'an şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêya qeyûman desteser kir. Parlamentera Qersê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî vê desteserkirina şaredariyan û bandora vê yekê li jinan axivî.

Koçyîgît anî ziman ku qeyûman piştî dest danîn ser şaredariyan, yekser êrîş birin ser saziyên jin, ciwan, ziman û çandê û got, "Êrîşên li ser van saziyan nîşan da ku kiryara qeyûm ne tenê bi armanca aborî û siyasî ye, di heman demê de êrîşî qada çand û civakî dike. Bi rêveberiyên xwecihî re me ji xwe re kir esas ku xizmetên şaredariyê bi zimanê dayikê bimeşînin, têkildarî jin, ciwan, zarok û astengdaran kar bikin. Di heman demê de bi saziyên çand û perwerdeyê re dewlemendiya çand, ziman û hunerê ya herêmê hate nîşandan û pêşkêşî civakê hate kirin. Piştî ku qeyûm li ser şaredariyên me hatin danîn, gelek êrîş li dijî saziyên jinan hatin kirin. Mînak, wargeha xwendekarên keç a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin, veguherandin mêvanxaneya polîsan. Piştî ku Seroka Daîreyê ya Polîtîkayên Jinê ji wezîfeyê hate dûrxistin û li şûna wê mêrek hate tayînkirin, karê yekîneyê hate rawestandin.

Her wiha gavên welê hatin avêtin ku Navenda Jinê ya Meya ya Şaredariya Farqînê veguherandin 'Navenda Piştgiriya Malbatê'. Betalkirina midûriyetên polîtîkayên jinê, derxistin ji kar, radestkirina navendên jiyanê yên jinê ji bo rêxistinên ser bi hikumetê ve yên mîna kademê û girtina serokatiyên daîreyên polîtîkayên jinê çend ji êrîşên kiryarên qeyûm bûn. Her wiha jêbirina karên jinê yên li malperên înternetê yên şaredariyan nîşaneya gelek tiştan e. Mejiyê qeyûm xwest ku jinan ji qadên siyasî, aborî, civakî û çandî bibe. Rêveberiyên qeyûm didîtin ku çavkanî û derfetên şaredariyê ji bo jiholêrakirina bêedaletî û neheqiya navbera jin û mêran tê bikaranîn, lewma dema ku dest danîn ser şaredariyan li her derê êrîş birin ser saziyên jinan ên şaredariyên me. Ev yek ji bo lawazkirina destketiyên têkoşîna mafên mirovan ên wekhev û azadiya jinê hate meşandin, lê belê nekarîn têkoşîna jinan biqedînin."

'JIN LI HEMBERÎ TUNDIYÊ BÊPARASTIN MA'

Koçyîgît destnîşan kir ku piştî qeyûman dest danîn ser şaredariyan, jin li hemberî tundiyê bêparastin man û got, "Saziyên ku jinan ji aliyê civakî, çandî, akademîk, aborî, hiqûqî û psîkolojîk ve piştgirî jê werdigirtin û pê xurt dibûn, hatin girtin. Jin li hemberî tundiya mêr û tundiya dewletê bi tenê hatin hiştin, ji qadên cemaweriyê hemûyan hatin vekişandin û rola 'maqûl' li wan hate ferzkirin. Armanc ji êrîşa li ser saziyên jinan ev e; tunekirina têkoşîna me ya azadiya jinê û têkbirina avakirina hevjiyanê ye. Bi taybetî girtina navendên piştevaniya jinê, stargehên jinê, wargehên xwendekaran, yanî tunekirina derfet û qadên piştevaniya têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê, kir ku jin li hemberî tundiyê bêparastin bimîne."

'EM DEST JÊ BERNADIN, EM LI HER DERÊ NE'

Koçyîgît got, "Destketiyên ku me bi dest xistine ne qenciya desthilatdariyê yan jî ya mêr e" û bi dewamî got, "Ew destketî ne ku bi têkoşîna me ya azadiya jinê hatine bidestxistin û destketiyên mafdar in. Ji ber ku em ji vê çanda têkoşînê tên, em jin dibêjin 'em dest jê bernadin, em li her derê ne'. Lewma di vê demê de ku tundiya dewletê li Tirkiyeyê, li tevahiya herêmê zêde bûye, cîhan tev bi me re dibêje 'Jin, Jiyan, Azadî'. Rasthatinek nîne ku di demeke bi vî rengî de li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinê yên li tevahiya cîhanê, aktîvîstên mafên jinê, femînîst, aktîvîstên mafên mirovan li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' dibin yek.

Têkoşîna me ya azadiyê ku em hem bi nasnameya xwe ya Kurd hem jî bi nasnameya xwe ya jinê dimeşînin, di asta gerdûnî de em kiriye hêmana bingehîn a têkoşîna maf û azadiyê. Bi kurtasî li devera ku zext û tundî bi rêk û pêk tê kirin û berfireh dibe, têkoşîna me hîn xurt dibe. Dewlet jî baş bi vê zane, ji ber ku ji vê bawerî û berxwedêriyê ditirse êrîşên li dijî me zêde dike. Ji bo bidawîkirina kiryarên Rewşa Awarte û rêvebreiya Tirkiyeyê li gorî Destûra Bingehîn bê guncawkirin, divê hewl bê dayin. Hilbijartinên xwecihî jî ne di bin siya qeyûm de, lê li ser zemîneke demokratîk divê bê kirin û qeyûm weke amûreke polîtîk neyê bikaranîn.

Ji bo mafê rêveberên xwecihî yên hilbijartinî yên ji wezîfeyê hatine dûrxistin ji nû ve li wan bêne vegerandin, divê mekanîzmayên hiqûqî yên bi bandor bêne avakirin."