Nêrîna rast, helwesta rast

Eger em ji hêlên rast li mirovên rast binerin, em ê bibînin ku xiyanet ne qeder e. Jin beravajî mêran, tim di bin nasnameyên cuda de tên îstîsmarkirin. Çimkî beriya hemû nasnameyên xwe, jin in.

Em dikarin bibêjin ku hemû kêliyên jiyanê tîştekî hînî morovan dike. Mirov di hemû kêliyên jiyanê yên weke xweş û nexweş, baş û xirab û hêsan û zehmet de hînî tiştekî dibe. Hin caran bi dîtinê, hin caran bi xwendinê û hin caran jî bi jiyînê. Bo nimûne kesekî yan jî keseke ku mirov ji bo xwe weke model dipejirîne çêdibe. Mirov dixwaze bibe weke wî yan jî wê. Keseke/î ku bi fikr, helwest, axaftin, dil û tevahiya jiyana xwe bandoreke mezin li me dike. Mirov di pêvajoya perwerdeyê de ku pêvajoya peydabûna wijdan û zihniyetê ye, kesayeta xwe bi wê/wî kesî/ê re ava dike. Di jiyana mirovan de hebûn û tunebûna keseke/î wisa dibe şens û bêşensî, Helbet lênihêrîna di çarçoveya heqîqetê de jî gelekî girîng e.

Li vir em weke xelekeke xiyanetê li keda pîroz a dîrokê zêde dibim. Li vir dest pê dike û weke pêşnimûneyeke vê diroka demdirêj dikeve nava xeleka xiyanetê û mirov bi vê yekê mesafeyekê dixe di navbera xwe û keda pîroz de. Lê belê ger em ji hêlên rast li mirovên rast binerin, em ê bibînin ku xîyanet ne qeder e. Di hemû kêliyên jiyana me de ku mirov di her kêliyê de hînî tiştekî cuda dibe, dayikên me ji bo me gelekan mamoste û modelên yekem in. Lê belê dema ku mirov dereng ferq dike ku dayikên me bi axaftin, ken, bêdengiya çi dibêjin, mixabin ku pêvajoya perwerdeya mirovan vedigere awayekî din. Mirov dama ku di nava aloziya bajaran de winda dibe, gund û cihê ku lê ji dayîk dibe, ji bîr dike. Ma sekna dayikên me ku mirina li gundê xwe mezintirîn xeyala wan e, şoreşgertir û kedkartir nîne? Bila çavên me nebin êxsîrên mejiyên me yên ku bi îdeolojiya pozîtîvist hatine dorpêçkirin. Ger me bi hezaran mînakên bi vî rengî di dema wê de bidîta û me ev keda dayikên xwe ya pîroz fêm bikira, wê demê cihan yan jî civakên ku em lê dijîn niha wê cihekî xweştir û cudatir bûna. 

PIRANIYA KARÊN CIHANÊ LI SER MILÊN JINAN E

Gelo kiryarên ku dema zanist wan dipeyitîne, ma ne keda dayikên me ya pîroz e ku bi hezar salan e bi destên xwe yên ku bi xeten kedê pîroztirîn nexşeyan di nava kefa destên xwe de hildigirin? Baş e ma em jî bi nedîtina vê kedê, bi qasî pergala kapîtalîst kedê di çarçoveya pereyî de nanirxînin? Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku em bi çavên jinan li keda ku weke ya mêran hatiye hesibandin û 1’ê Gulana Roja Karkerên Cîhanê binêrin. Dema ku em li pêvajoya dîrokî ya mêtinkariyê dinêrin, em dibînin ku di hemû serdeman de ji bo ku hebûna xwe bidomîne, rê û rêbazên guncav peyda kiriye. Lê belê mixabin ku rewş ji bo mêtingehkirîyan ne ev qasî cûda û guhêrbar e. Jin weke nasnameya ku destpêkê ew tên mêtingehkirin, dibin girîngtirîn xeleke zincîrê. Jin berovajî mêran, tim bi nasnameyan cudatir yên weke karmend, esnaf, gundî, bajarî û karker yan jî bêkar tên îstîsmarkirin. Çimkî beriya hemû nasnameyên xwe, jin in.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji temamiya karên cîhanê gelekê wê li ser milên jinan jî be, jin tenê xwedî ji sedî 10’ê dahatê û ji sedî 1’ê amûrên hilberînê ne. Li gorî vê tabloyê ku ji serî heya binî neheqiyeke mezin nîşanî me dide; mêr her çend ji sê parên karî tenê yekê dikin jî xwedî ji sedî 90’ê dahatê û ji sedî 99’ê amûrên hilberînê ne. Dema ku em li vê tabloyê dinêrin, em koka neheqî û karaktera zayendperestiyê ya îstîsmarê gelekî baştir dibînin. Tevî ku gelek kar hem ji aliyê mêran ve û hem jî ji aliyê jinan ve tên kirin jî lê belê dema ku jin nikaribin weke mêran heman destheqê  bistînin, ma li vir pirsgirêk ji karên ku jin dikin wêdetir, ne ew e ku kar ji aliyê jinan ve têne kirin? Yanî tişta ku destheqê karî kêm dike ne kalîteyan jî wext e, jin bi xwe ye. Yanî  peyama ku xwestin bê dayîn; ‘jin bêqîmet in.’ Yek ji rêya avakirina fikra bêqîmetbûna jinan ku ji aliyê mêrên serdest ve ev yek tê kirin, îstîsmara kedê ye.

Lê belê ked hêmaneke civakî ye. Weke ku têgeha ‘keda însanekî/ê’ têgeheke şaş e, bes dema ku bi hev re hate kirin wê wateya xwe ya rasteqîn nîşan bide û watedartir bibe. Ji ber vê veqetandina ked û jinan tevî ku ji jinan re xiyanet e di hema demê de ji kedê re jî xiyaneteke mezin e, ku jin avakerên civak û jiyana komunal in. Baş e ked çi ye, nirxê wê çawa tê pîvandin, buhayê wê çi qas e? Kapîtalîzm kedê  weke firotina hêzê pênase dike. Helbet em dikarin bibêjin ji vê pênaseyê herî zêde zirar digihîje jinan. Keda jinên li malê û li her derê jiyanê ya ku bi pereyan nafiroşe kapîtalîstekî tim tê  paşguhkirin û nayê dîtin. Tevî ku heman kar tê kirin jî heman destheqî nayê standin.

Rêber Apo li hemberî zîhniyeta serdest a mêran ku ev zîhniyeta qirêj ji aliyekî rûyê xwe qirêj bi derewa ‘em di binê qenciya dayikan de dernakevin û bihuşt di binê lingên dayîkan de ye’ vedişêre û li aliyê din jî her roj wê bihuştê di bin lingên xwe de diperçiqîne û jinan qetil dike, vê yekê dibêje: ‘’Aborî çalakiyeke civakî ya dîrokî ye. Tu kes (beg, patron, serkar û karker) û dewlet nikare bibe aktorê çalakiya aboriyê. Bo nimûne tu beg, patron serkar, karker û gundî nikare mafê dayîktiyê bide. Çimkî dayiktî zehmettirîn û hewcetirîn kiryara civakê ye û bi vê yekê jiyan ava dibe. Ez tenê qala zayînê nakim. Li gorî min dayîktî çand û hêmaneke serhildêr a jîr e. A rast ev e. Baş e li hemberî jinan kirina miameleya kedkarên bêdestheq ku kiryareke gelekî hewce, zehmet, çalak, jîr û serhildêr e, kîjan aqil û wijdan qebûl dike?

BERIYA HER TIŞTÎ HEWCE YE EM BIKARIBIN BIBIN KEDKARÊN JIYANA AZAD

Bo nimûne buhayê ku rih dide axê çi qas e? Ma buhayê nanê ku tê ser sifra me, tenê pereyê wî ye yan keda bi hezaran salan e? Weke gotina Karl Marks; ‘‘Mirov ne ku keda xwe, hêza keda xwe jî bifiroşe ma pêkan e ku buhayê keda karkeran were dayîn yan jî pîvandin? Ji ber vê yekê mezintirîn buhayê kedê di azadbûnê de ye. Em dikarin bibêjin ku ya girîng ew e ku mirov ji kê û çi re xizmetê dike. Dema ku dayikên me bêyî ku bikevin endîşeya firotina keda xwe ya ji kapîtalîstan re û hîn dikin û hildiberînin,  dibin kedkarên keda azadîxwaz ên herî mezin û nîşanî me didin ku hewcehiya me jin, ciwan zarok û gundiyan ku civakê ava dikin û xwediyên rasteqîn ên kedê ne, bi kapîtalîzmê nîne. 

Li dijî pergala kapîtalîst  cesareta; ‘Ger ez nebim, hûn jî nabin’ dide me. Hewce ye em tenê ne kedkar bin, her wiha hewce ye em bikaribin bibin avakarên rêya jiyana azad û adil jî. Di civakeke bindest de keda tê dayîn dikare bes bêrîka beg,serkar û kapîtalîstekî tije bike.  Beriya her tiştî hewce ye em bikaribin bibin kedkarên jiyana azad.Ked tişteke xweş û pîroz e, lê belê hewce ye armanca wê jiyaneke azad be. Ked û kedkariya derveyî vê yekê biyanîbûna ji kedê û koledarî ye. Koletî; beriya ku têkildarî keda madî were pêşxistin, di hest û zîhnîyeta mirovan de tê pêşxistin. 

Yanî heya ku mirov nebin koleyên manewî yên îdeolojiyên şaş, nikarin bibin koleyên maddî yên pereyan. Weke  gotina Rêber Apo: ‘’Ji bilî vê yekê tevî ku ez ne di wê baweriyê de me ku ked û kedkar bi rûmet werin nirxandin jî, dibe ku rêzdariya min ji serkarekî re hebe lê belê bi tu awayî rêzdariya min ji kedkarên koledar re tune ye.’’

Helbet îro têkildarî mijara jin û kedê gelek tiştên ku em bikarin bilêv bikin hene. Bi kurtasî  hewce ye em xwe ji derewa ‘’em nikarin ji bin keda dayîkan derkevin’’ xilas bikin û em weke jin û mêrên ku dirûşmeya ‘ Jin Jiyan Azadî’ berz dikin, em bizanibin ku pîvanên jiyana azad a hewce û keda azadîxwaz, di destên dayîkan ên kedkar de ne ku xetên kedê di nava kefa destên wan de xwe weke pîroztirîn nexşeyê nîşanî me dide. 

Bi vê wesîleyê ez Cejna Karkeran a Cîhanê li hemû jinan û bi taybet jî li dayîkên me pîroz dikim û hêviya jiyaneke tije keda azadîxwaz dikim.