‘Jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist’

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan diyar kir ku jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist û got ku şoreş bi Kurdistanê re sînordar nema, li hemû cîhanê belav bû.

Endama Koordînasyona Civaka Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) Peyman Viyan têkildarî geşedanên sala 2023’an li Rojhilat û Îranê qewimîn û bandora şoreşa Jin Jiyan Azadî ji ANF’ê re axivî.

Viyan got ku di nava 45 salên dawî de bi taybetî bi hatina rejîma Îslamê re li dijî jin, ciwan, gelan û baweriyan êrîşên pir mezin çêbûn û destnîşan kir ku tevî van êrîşan jî gelan paş de gav neavêtin û timî serî hildan.

Nirxandinên Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan bi vî rengî ne:

Divê mirov girîngiya Şoreşa Jin Jiyan Azadî baş fêm bike. Taybetmendiyên gelekî cuda yên şoreşa Jin Jiyan Azadî ji şoreşên berê hene. Hem felsefî, hem siyasî, hem jî civakî ev cudahî pir eşkere tê dîtin. Sala 1979’an bi pêşengiya jin û ciwanan li Îranê şoreş çêbû û her kes beşdarî vê şoreşê bû. Di rastiyê de şoreş bi pêşengiya gelan pêş ket, lê desthilatdar û dîktatoran dest danî ser şoreşê. Şoreşeke dijber pêk hat. Çawa ku şoreşa sala 1979’an mohra xwe li dîrokê xist, Jin Jiyan Azadî jî mohra xwe li vê demê xist. Şoreşa Jin Jiyan Azadî xwedî mîrate û têkoşîneke mezin bû. Ev şoreş derketina hêrsa gel, jin û ciwanan bû ku bi salan di hundirê xwe de kom kiribûn. Di 45 salên dawî de, bi taybetî piştî hatina rejîma Îslamê li her deverê li dijî jin, ciwan, gel û baweriyan êrîşên pir mezin hatin meşandin. Piştî rejîma Îslamê jin, ciwan û hemû gel ji mafên xwe bêpar man. Dema ku şoreşa sala 1979’an bi pêşengiya jin û ciwanan pêş ket, dîktatoriya Şah hejiya.

Lê piştî ku Xumeynî hat ser desthilatdariyê, navê Îslamê li şoreşê hate kirin, hemû zagonên makeqanûnê li dijî jinan û neteweyan hatin amadekirin. Mafên jinan, ciwanan, neteweyan û kesên xwedî baweriyên cuda di makeqanûnê de cih negirt. Ev makeqanûn li ser zihniyeta yekkesî hate avakirin. Ji wê rojê û şûn de li dijî hemû beşên civakê êrîş dewam kirin. Bi taybetî jin û Kurd hatin hedefgirtin. Ji ber ku Kurd û jin xwedî wê potansiyelê bûn ku şoreşê bikin. Kurd û jin li her deverê rû bi rûyê êrîşên rejîmê man. Rejîma Îslamê hemû qanûn bi gotina qanûna şerîatê rewa kir û bi vî rengî desthilatdarî li ser piya hişt. Jin û gelan gelek îtîraz li makeqanûna piştî şoreşa 1979’an hatî amadekirin, kirin. Em dikarin bibêjin ku ji wê rojê û şûn de şerek tê meşandin. Ji bo rejîma Îranê derfetê herî mezin ol bû. Ol pir bi kar anîn, bi taybetî bi şerê Îran-Iraqê re ku 8 salan dewam kir, pir baş bi kar anîn. Îranê ev şer ji bo xwe weke firsend dît. Bi tevahiya gel bi hinceta ku welatê xwe diparêzin, seferber kir. Bi vî rengî hestên jin û ciwanan bi kar anî û desthilatdariya xwe xurt kir.

Lê belê ji şoreşa 1979’an û vir ve, serhildana gelan ti carî nesekinî. Bi taybetî herî zêde jin li ser piyan bûn. Piştî ku Xumeynî hat, îlan kir ku divê jin serê xwe bigire, divê li her derê serê xwe bigire jinan bertekên pir cidî nîşan dan û rabûn serhildanê. Bi taybetî 8’ê Adarê jin daketin qadan, nerazîbûnên xwe nîşan dan. Jinan got, “Ji bo ku em paş de biçin me şoreş nekir, me ji bo rejîmeke Îslamê Şah neanî xwarê.” Ji wê rojê û vir ve serhildana jinan dewam kir, lê ne veguherî tevgerên mezin. Piştî şoreşa Îranê dîrokeke zîndana tarî jî heye. Di wan zîndanan de bi hezaran jin rastî destdirêjiyê hatin, gule lê hatin reşandin, bi taybetî gelê Kurd rû bi rûyê gelek komkujiyan ma. Herî zêde êrîş li dijî jinan û gelan hate kirin. Xelxalî ku weke celadê Kurdistanê dihate binavkirin, bi fermana Xumeynî hat Kurdistanê û bi hezaran Kurd qetil kir. Jin her roj li girtîgehên Îranê rastî destdirêjiyê dihatin, gule lê dihatin reşandin. Rejîmê bi vî rengî bi salan zext û zilm li Kurdan kir. Lê çi bike jî, nekarî çok bide tewandin.

REJÎMÊ DI NAVA XWE DE BEŞEKÎ MUXALÎF AFIRAND, TEMENÊ DESTHILATDARIYÊ DIRÊJ KIR

Îranê fêm kir ku bi vî rengî nikare dewam bike, vê carê tevgerên reformîst pêş xist. Ji xwe dema ku desthilatdariyên rejîman dikevin xeteriyê, di nava xwe de muxalîfan ava dikin. Ev jî dibe sedem ku temenê desthilatdariya wan dirêj bibe. Lewma Îranê siyaseteke bi vî rengî meşand. Serkêşên reformîst û muhafazakar derketin pêş. Di vê pêvajoya 45 salî de, çend serokkomarên Îranê hatin guhertin, hin caran muhafazakar bûn serokkomar, hin caran reformîst bûn serokkomar. Dema ku Hatemî dest bi wezîfeyê kir, weke kesekî ku hezkirina gel qezenc kiriye û wê gelek guhertinan çêbike, hate nasandin. Lê ciwan herî zêde di dema wî de hatin qetilkirin, jin rû bi rûyê komkujiyan man. Rejîmê bi vî rengî enerjiya civakê tune dikir. Dîsa di dema Ahmedî Nejat de jî jin û ciwan rastî komkujiyan hatin. Ahmedî Nejat cara yekem jinek girtibû kabîneya xwe, bi vî rengî hêvî dida ku wê guhertin çêbibe.

Beriya ku Ruhanî jî were ser wezîfeyê, bi rengê mor propagandaya xwe kiribû. Dihat fikirîn ku wê têkildarî mafên jinan hin geşedan çêbibin, lê di dema Ruhanî de ti guhertin çênebûn. Jin bi heman rengî hatin darvekirin, ciwan hatin qetilkirin. Rejîmê bi tevgerên reformîst armanc kir ku hêza civakê lewaz bike. Lewma ti guhertin çênekirin. Bi demê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re polîtîkayên xwe di qadê de hîn hişktir kirin. Ji ber ku dîtin êdî baweriya gelan bi sîstemê nemaye. Dîtin ku nerazîbûnên gel li dijî rejîmê, her roja derbas bûyî zêde bûn. Di 10 salên dawiyê yên pêvajoya 45 salî de, mezin-biçûk gelek serhildan çêbûn. Sala 2010’an di serhildanên ku çêbûne de jî gelek kes hatin qetilkirin. Hinek ji wan jî hîn di hepsa malê de ne. Piştî sala 2016’an bi pêşengiya jinan serhildan çêbûn.

Bi taybetî piştî sala 2017’an serhildan di formatên cuda de çêbûn. Gelan êdî tevgerên reformîst jî, tevgerên muhafazakar jî nedixwest. Rejîmê jî ev yek pir baş didît. Fêm kirin ku her diçe nerazîbûn zêde dibin. Sala 2019’an ji bo protestokirina zamên benzînê, li Kurdistanê serhildan çêbûn û belavî her derê Îranê bûn. Di vê serhildanê de bi taybetî gelê xizan daket qadan. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin, lê pişre serhildan hate çewisandin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, gel rabû ser piyan. Îbrahîm Reîsî diyar kir ku wê li dijî serhildana Jin Jiyan Azadî polîtîkayeke çawa tund bimeşîne. Bi taybetî bi hêzên Spayî Pastaran hemû sazî desteser kirin. Êdî Spay Pastaran siyaseta Îranê diyar dike.

PIŞTÎ KU DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ DI MERASÎMA CENAZEYÊ JÎNA EMÎNÎ DE HAT BERZKIRIN, LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BÛ

Rejîma Îranê bi salane hewl dide hêrsa gel biçewisîne, lê bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî re bi taybetî jin û ciwan, gel car din nîşan da ku wê teslîm nebe. Hem cudahiya vê serhildanê li Kurdistanê pêş ket, hem jî şerekî bîrdozî hate meşandin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeyeke mezin li îdeolojiya rejîma Îranê xist. Pir girîng bû ku şoreş bi pêşengiya jin û Kurdan pêş ket. Ji ber ku Îranê herî zêde xwest Kurdan û jinan bêdeng bike. Şoreş bi pêşengiya Kurd û jinan pêş ket. Beriya Jîna Emînî li Merîwanê jina Kurd a bi navê Şiler Resulî jî ji bo ji destdirêjiya leşkerê peretî yê rejîma Îranê rizgar bibe, dawî li jiyana xwe anî. Şiler Resulî teslîmî zihniyeta tecawizkar nebû, lewma mirin hilbijart. Ev bûyer li Merîwanê bû sedemê hêrseke mezin. Ji 7’ê heta 70’ê salî xelkê Merîwanê daket qadan û xwedî li Şiler derketin.

Gelê Kurd li dijî zihniyeta tecawizkar rabû ser piyan û xwedî li nirxên xwe derket, sekneke pir girîng raber kir. Piştî vê bûyerê bi qetilkirina Jîna Emînî re gel rabû serhildanê, ev serhildan belavî hemû bajarên Rojhilat û Îranê bû. Li Seqizê di merasîma cenazeyê Jîna Emînî de, dirûşmeya Jin Jiyan Azadî hate berzkirin û piştre belavî cîhanê bû. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî xwedî felsefe û mîrateyeke girîng e. Yên ku di merasîma cenazeyê Jîna Emînî de dirûşmeya Jin Jiyan Azadî berz kirin, welatparêz bûn, destpêkê ciwanek welatparêz ev dirûşme berz kir. Gelekî ku bi salan xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kirî, wateya Jin Jiyan Azadî pir baş dizane. Dema ku ev dirûşme hat berzkirin, hemû jinan bi hev re ev dirûşme berz kir û dirûşme bi vî rengî belav bû. Serhildan bi vê dirûşmeyê mezin bû. Bi damezrandina PJAK’ê re felsefeya Rêber Apo li Rojhilat û Îranê belav bû.

Yên ku dirûşmeya Jin Jiyan Azadî jî berz kirin, mirovên ku xwedî vê zanebûnê bûn. Ev dirûşme mîna dermanekî hat ji bo gelên Îranê. Destpêkê ev dirûşme li bajarên Îranê hate berzkirin, ev jî pir bandor li mirovan kir. Şoreşa Jin Jiyan Azadî kesayeta demê nîşan da. Ev yek jî bû sedem ku tevgereke serhildanê, ya mezin derkeve holê. Ferqa Şoreşa jin Jiyan Azadî jî li vir bû. Hem jinan, hem jî ciwanan pêşengî ji şoreşê re kirin. Li Rojhilat di 40 salên dawî de, jin rastî destdirêjiyê hatin û hatin qetilkirin. Lewma gelek caran serhildan çêbûn. Sala 2014’an li bajarê Mahabad ê Rojhilat jina Kurd a bi navê Ferînaz Xoswanî ji bo ji destdirêjiya elemanên Îtalat rizgar bibe, xwe ji qata 4’an a hotela ku lê dixebitî avêt û jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê çalakiyên mezin hatin kirin. Bi dehan ciwan di wê çalakiyê de hatin qetilkirin û bi sedan hatin girtin. Lewma gelê Kurd her tim li dijî vê zihniyeta tecawizkar, helwesta xwe nîşan daye.

SERHILDAN TENÊ LI KURDISTANÊ SÎNORDAR NEMAN

Tevî hemû êrîşên dijmin serhildana Jin Jiyan Azadî demek dirêj dewam kir. Ji ber ku mîna min gotî, felsefe û paradîgmayeke wê hebû. Lewma belav bû û bi wî rengî dewam kir. Taybetmendiyeke din a vê şoreşê jî, ew e ku tenê li Kurdistanê sînordar nema. Belavî her derê bû, lewma evqas mezin bû û demdirêj dewam kir. Li Kurdistanê destpê kir, bandor li Azerbaycanê kir. Dîsa belavî Belûcistanê bû, piştre serhildan belavî hemû bajarên Îranê bû. Çiqas zext çêbû jî, lê gel paş de gav neavêt. Rejîmê destpêkê texmîn nekir ku wê serhildan ev qas mezin bibe û pêş bikeve. Aliyê herî baş ê serhildanê, ew bû ku her alî bi hev re rabû ser piyan. Her deverê bi heman dirûşmeyê çalakiyên xwe kir. Her kesê di vê serhildanê de azadiya xwe didît. Di piraniya çalakiyan de jin li pêş bûn, cesaret didan mêran jî. Dema ku jin li dijî rejîmê sekinîn, temamiya civakê jî daketin qadan.

Di serhildanê de dibistan û zanîngehan rolekî pir girîng lîstin. Bi hezaran xwendekaran li dibistanên xwe piştgirî dan serhildanê. Gelek ciwan di vê serhildanê de şehîd bûn. Bi dehan ciwan, beriya ku tevlî çalakiyan bibin, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi gotina ‘dibe ku ev şeva me ya dawiyê be’ peyam jî parve kirin, lê tevî vê yekê jî xwe ji tevlîbûna çalakiyan nedan paş. Mirin berçav girtin û daketin qadan. Ev pir girîng bû. Evane hemû nîşan didin ku gel çiqasî bi zane bûye. Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî, lingên şoreşê li bingehekî pir xurt hate bicihkirin. Ji ber ku ne îdam, ne mirin, ne girtin û ne jî binçavkirin ji serhildana gel re bû asteng. Jinan bi hêrseke mezin laçikên serê xwe qetandin, porên xwe qut kirin, evane hemû li dijî rejîmê serhildan bû. Rejîm armanc dike ku jinan û hemû civakê kole bike. Bi salan bi siyaseteke qirêj zext li jin û ciwanan kir. Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî, dîsa jinan û ciwanan derbeya herî mezin li bîrdoziya rejîmê xist.

Ev serhildan welê ji ber xwe ve çênebû. Tevgera Apoyî bi salane li Rojhilat û Îranê xebatan dimeşîne. Bi taybetî sala 1999’an piştî ku Rêber Apo di encama Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hate dîlgirtin, gelê Rojhilat xwedî li Rêber Apo derket û serhildanên mezin çêbûn. Sala 1999’an hem li Rojhilat, hem jî li Îranê bi hezaran ciwanên Rojhilatî tevlî tevgerê bûn. PJAK û KJAR jî li ser vî bingehî hatin avakirin. Serhildana Jin Jiyan Azadî jî li ser bingehê vê mîrateyê derket holê. Çawa ku sala 1999’an gelê Rojhilat xwedî li Rêber Apo derket, sala 2022’an jî bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derketin. Di paradîgmaya Rêber Apo de jiyana azad, demokrasî û wekhevî dîtin. Serhildan bi qetilkirina jineke Kurd destpê kir, piştre veguherî serhildana hemû jinan.

Şoreşa Jin Jiyan Azadî hemû sînor ji holê rakirin. Sînorên nîjadperestiyê, ji holê rakir û lêpirsîna nîjadperestiyê afirand. Dîsa sînorên olperestiyê ji holê rakir. Hemû sînorên ku rejîmê di nava gel de ava kirîn, rakir û kir ku ev zihniyet bi rengekî pirt xurt were lêpirsînkirin. Li ser vî bingehî hêza jinan jî derket holê. Belûcistan ciheke mîna Kurdistanê ye ku rejîma Îranê herî zêde zext, êrîş û zilmê li ser pêk tîne. Bi taybetî jin rû bi rûyê komkujiyan dimînin. Li Belûcistanê sîstemeke baviksalar a pir xurt jî heye. Lê bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî re serhildaneke mezin çêbû. Mêr jî bi jinan re daketin qadan, dirûşmeya Jin Jiyan Azadî berz kirin. Evane pir girîng in. Ji ber ku encex bi vî rengî guhertineke zihnî dikare çêbibe. Mêran jî dît ku bêyî azadiya jinê civak azad nabe û têkoşîn nayê kirin. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî, lêgerîna heqîqetê jî bi xwe re anî. Lewma hemû civak girt nava xwe.

Gelek rewşenbîrên Îranê gotin ku ji sala 1979’an û vir ve, wan cara yekem dirûşmeyeke bi vî rengî dîtin ku her kes anî ba hev û yekîtî ava kir. Diyar kirin ku dirûşmeya Jin Jiyan Azadî her kesê dihewîne. Vê şoreşê serhildana herî mezin a sedsala 21’an afirand. Bi pêşengiya jinan, Şoreşa Jin Jiyan Azadî hebûna xwe îspatî hemû cîhanê kir. Eger ev serhildan bi pêşengiya jinan çênebiba, eger bi pêşengiya karker, kedkar û mamostayan çêbiba dibe ku ev qas berfireh nebiba. Lê ev serhildan piştî qetilkirina jinekê bi pêşengiya jinan destpê kir û bi mehan bi vî rengî dewam kir. Bi hezaran jinan bi mehan li qadan têkoşîn kir. Jin heta roja îro timî hatin qetilkirin, lewaz hatin dîtin. Lê bi şoreşê re pêngava herî mezin ji aliyê jinan ve hate avêtin. Ev yek bû sedem ku dirûşmeya Jin Jiyan Azadî belavî hemû cîhanê bibe. Lewma gelê Îranê hebûna xwe di vê dirûşmeyê de dît. Ev şoreş wê guhertina zihnî ya herî mezin, ava bike.

LI ÎRANÊ ZÎNDAN VEGUHERÎN QADÊN BERXWEDANÊ

Rejîma Îranê ji bo şikandina îradeya gel û tepeserkirina serhildanan bi hezaran kes girt û avêt zindanan. Lê ev polîtîkayên rejîm bi ser neketin. Mînak ev çend sal in di zindanên Îranê de darvekirin û êşkence tê kirin û tevahî girtî ji mafên xwe yên mirovî û tenduristiyê bêpar hatine hiştin. Lê ev siyaseta Îranê li hemberî berxwedana girtiyan têk çû. Zindan êdî veguherîne qadên berxwedan û têkoşînê. Bê guman ev berxwedan di pêşengiya jin û ciwanên Kurd de destpê kir û niha li her derê belav bûye. Bi mezinbûna serhildanê re rejîm xwest gel bi zindanan bitirsîne. Heta çend ciwan jî darve kirin. Rêjîm xwest bi vî awayî gel bitirsîne, lê bi ser neket. Siyaseta rejîma Îranê li zindanan têk çûye û rejîm jî di ferqa vê yekê de ye. Piştî darvekirina Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan, siyaseta qirêj a rejîmê ya li hemberî gelê azadîxwaz têk çû. Ji ber ku bi van darvekirinan têkoşîna gelê Kurd hîn xurtir bû, bi hezaran ciwan tevlî nava tevgerê bûn û navê Ferzad û Şîrîn li xwe kirin. Hevrêyên Şîrîn Elemhûlî, diyar kirin ku beriya Şîrîn ji bo darvekirinê bibin, dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li ser dîwarê zindanê nivîsiye. Ev yek felsefeya şoreşê pêk anî. Rejîma Îranê di zindanan de siyasetek pir dijwar dimeşîne, lê li hember gelê azadîxwaz bi ser nakeve. Niha jî bi hezaran mirovên azadîxwaz di zindanan de tên ragirtin. Di şexsê Zeynep Celaliyan de dîsa berxwedana herî mezin di zindanan de pêk tê. Hevrê Zeynep 16 sal in bênavber berxwedaneke mezin nîşan dide. Ji ber vê jî ev hevrê dibin sembola jinên ku azadî dixwazin. Jinên pêşeng tirseke mezin di rejîmê de ava dikin. Rejîm di zindanê de teslîmbûnê ferz dike, lê li hemberî berxwedana mezin nikare bi ser bikeve.

Îranê di pêvajoyên dawî de bi jehrîkirina gelek kesan xwest tola şoreşê hilîne. Jinên ciwan li dibistanan jehrî kirin û dixwest ciwanên mêr li nava kolanan qetil bike. Bi dehan ciwanên ku ji zindanan derketin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ev yek parçeyek ji siyaseta qirkirinê ya rejîmê ne. Kesên ku nekarî bi darve bike û îradeya wan bişkîne, bi jehrîkirinê ango bi rêbazên cuda qetil kir. Bi vî awayî li dijî malbatên wan jî şerek meşand. Malbatan tirsand û ji wan xwest ku zarokên xwe ji dibistan û qadan dûr bixin. Lê çi dibe bila bibe, ruhê berxwedanê yê şoreşê dewam dike. Ciwan, jin û gel paşve gav navêjin û naxwazin di nava pergalek bi vî awayî de bijîn. Gel di her kêliyê de, di her bêhnê de dikare rabe ser piyan. Rejîma Îranê ji bo têkbirina şoreşê siyasetek pir qirêj dimeşîne. Bi taybetî di bin navê ‘namûsê’ de, rê li ber qetilkirina jinan ji aliyê mêran ve vedike. Dadgeh jî bi polîtîkayên bêcezakirinê cesarete dide mêran. Ji ber vê yekê bi hezaran jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Tenê di nava salekê de nêzî 400 jin di bin navê 'namûsê' hatin qetilkirin. Ev hemû komkujî ne.

Lê çi dibe bila bibe ruhê berxwedêr ê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ wê winda nebe. Di serî de malbatên şehîdan ên ku berdêl dane, wê xwedî li vê ruhê derkevin. Xwedî li zarokên xwe derketin û dan pay şopa wan. Malbatên şehîdan jî di nava xwe de yekîtiyeke pir xurt ava kirin. Rejîma Îranê ji vê jî pir ditirse. Ji ber ku bi hezaran kes hatin şehîd kirin û malbatan xwedî li zarokên xwe derketin. Malbat ne tenê di warê hestiyarî de xwedî li zarokên xwe derdikevin, her wiha di esasê de bi zanabûn xwedî li şoreşê derdikevin û diyar kirin dikin ku çi dibe bila bibe ew ê paşve gav navêjin. Dibêjin ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Ev yek pir girîng e.

KJAR’Ê DI ŞOREŞA JIN JIYAN AZADÎ DE ROLEKE SEREKE LÎST

Li Îranê KJAR yekemîn tevgera jinê ye ku derketiye holê. Li Rojhilata Navîn û Îranê tevgera jinê ya xweser tune bû. KJAR tevgerek ya jinan e ku xebatên siyasî, leşkerî û civakî dimeşîne. KJAR xwedî mîrateyek mezin a berxwedan û têkoşînê ye. Ji ber wê bi salaye li ber xwe dide û bi dehan şehîdên wê hene. Li Rojhilat û Îranê li hemberî hemû jinan xwe berpirsyar dibîne. Ji bo ku yekîtiya jinan, rêxistinbûn û perwerdehiya jinan bi salan e em xebat didin meşandin. Di vê çarçoveyê de em li gelek qadan xwe bi rêxistin dikin. Her çendî nebesiyên me hebin jî, li ser bingeha van îdîa û hedefan em bi salan e xebatên xwe dimeşînin. Yek ji armanca me ya sereke ew e ku em berxwedan û têkoşîna jinên li Îran û Rojhilat bigihînin hemû cîhanê. Armanc rûyê rejîmê ya tarî nîşanî her kesî dayîne. Di vê çarçoveyê de KJAR’ê di şoreşa Jin Jiyan Azadî de roleke sereke lîst.

Di sala 2023’yan de xebatên me yên girîng pêk hatin. Siyaseta rejîma Îranê ya qirêj, ancax bi yekîtî û têkoşîna hevgirtî ya jinan dikare were vala derxistin. Di nava şoreşê de me careke din vê rastiyê dît. Di pêvajoya şoreşê de jinan bi awayekî herî xurt têkoşînek hevpar meşand. Hemû cîhan jî ev yek dît. KJAR ji bo hêza çareseriyê, alternatîfek e. Weke KJAR’ê armanca me ew e ku em hemû jinan bigirin nava xwe. Ji ber ku potansiyeleke me ya pir bi hêz heye. Jinên Belûcîstanê jî têkoşîna jinên Kurd ji xwe re mînak digirin. Ji ber vê yekê xwe gelekî nêzî KJAR’ê hîs kirin. Di heman demê de me bi jinên Belûçistanê re xebatên hevpar dan meşandin. Her wiha me bi jinên Azerî û Fars re jî têkoşîneke hevpar meşand. Weke min anî ziman, her çendî nebesiyên me hebin jî, weke KJAR’ê em pêşengiya vê têkoşîna hevpar dikin. Beriya şoreşê jî platformek hatibû avakirin. Ev platform kelecanek mezin ava kir. Bi dehan caran jin di konferans û semîneran de hatin gel hev û xebat meşandin. Ev platform jî roleke sereke dilîze. Li qada Ewropayê jî xebatên me yên girîng çêbûn. Bi hemû jinên muxalîf ên li dijî pergalê re hevdîtinên me çêbûn û nîqaş hatin kirin.

Di konferans û semîneran de bi hezaran jin hatin gel hev. Yekem car bû bi hezaran jin bi heman dirûşmeyê, têkoşîneke hevpar dan meşandin. Ji neteweyên cuda jî jinên alîgirê azadiyê piştgirî dan serhildanên li Îran û Rojhilat. Armanca me ya sereke ew bû ku em têkoşîna jinê bi hemû cîhanê bidin naskirin. Weke KJAR’ê em di vî warî de hîna jî xebatên cidî didin meşandin. Bê guman ji bo ku jin di qadên siyasî de bibin xwedî îrade, hewldanên me hene. Eger siyaseta demokratîk bi pêşengiya jinê pêş nekeve, pergala serdest ava dibe. Ji bo jin di qadên siyasî, rêxistinbûn, perwerdehî bibin xwedî îrade û xwedî gotin em têdikoşin. Bendewariyeke mezin a gel ji jinan heye, ji ber vê jî rejîm herî zêde jinên ku pêşengiya şoreşê kirine hedef digire.

Êrîşên rêjîmê ya li dijî me pir cidî ye, lê weke ku min diyar kir, xebatên me bi awayekî herî xurt didome. Di vê çarçoveyê de em amadekariyên konferansa mezin a Jin Jiyan Azadî dikin. Li qada Ewropayê amadekariyên gelek cidî tên kirin. Ev konferans wê di Çileya 2024’an de were lidar xistin. Em ê di sala 2024’an têkoşînek hê bi hêztir çawa bidin meşandin nîqaşa wê di konferansê de bikin û li gorî wê encamek xurt bi dest bixin. Ji hemû neteweyên li Îranê jin wê tevlî vê konferansê bibin. Li ser pirsgirêkên bingehîn û alternatîfên bingehîn wê 2 roj nîqaş bên meşandin. Li ser vê bingehê wê têkoşîneke hevpar a bi hêztir were meşandin.

PÊNGAVA KJK’Ê WÊ BI ŞOREŞA JIN JIYAN AZADÎ RE BI SER BIKEVE

Pêngava "Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" ku bi pêşengiya KJK'ê hatiye destpêkirin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di çarçoveya vê pêngavê de têkoşîn berdewam dike. Divê jinên Kurd li her qadê xwedî li vê pêngavê derkevin. Ev pêngav ne pêngavek ji rêzê ye. Ji ber vê yekê hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cihên cuda yên cîhanê bandoreke girîng ava kir. Ji bo ku ev pêngav bi hêztir berdewam bike, dê têkoşîneke hîn rêxistinkirî û hevpar bê meşandin. Di vê pêngavê de bi taybetî azadiya jinên Şengalê hîn zêdetir ket rojevê. Her wiha li Efganîstanê hovîtiya Talîbanê ya li ser jinan zêdetir ket rojevê. Li Rojhilata Navîn bi taybetî hêzên faşîst û hov ên weke DAÎŞ û Talîbanê, rejîma Îran, Tirkiye û dewletên din jî li dijî jinê ne. Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn li dijî jinan êrîşên cidî hene. Pêngava KJK’ê jî li dijî van êrîşan weke bersivek e. Li Kurdistanê, Îran û gelek welatên Ewropayê jin cihê xwe di nava vê pêngavê de girtin. Pêngav bi pêşengiya jinan pêş dikeve, lê pêngava şoreşa civakî ye. Pêngava KJK’ê wê bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re bi ser bikeve.

Sala 2024’an ji bo me dê bibe salek bi têkoşînê dagirtî. Weke KJAR’ê ji bo sala 2024’an plan û projeyên me hene. Erka me ew e ku em têkoşîna jinan mezintir bikin û bi ser bixin. Li Rojhilata Navîn şerekî mezin diqewime, di navbera hêzên serdest de pêşbaziyek mezin heye, lê her wiha berxwedaneke mezin û xurt a jin û gelan heye. Di sala 2024’an de yek ji erkên me yên esasî pêkanîna rêxistinbûna jinan e. Jinên rêxistinkirî, têkoşîneke serkeftî bi xwe re tînin. Ev yek gelek car hatiye îsbat kirin. Lewra em ê girîngiyê bidin xebatên rêxistinbûn û hişyarbûna jinan. Weke KJAR’ê ji bo jin di her qadê de bibe xwedî îrade em ê xebatên xwe bimeşînin. Yek ji armancên me yên sala 2024’an ew e ku em pergala xweparastinê ya jinê bêhtir xurt bikin. Ji bo ku jin hem bikaribe xwe û civaka xwe biparêze, em ê di vî warî de xebat bimeşînin.

Her wiha misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe yek ji xebatên me yên bingehîn. Rêber Apo, afirînerê jina azad e, avakarê Jin Jiyan Azadî ye. Eger rejîma Îranê îro bi dirûşmeyek bi vî awayî diheje, ev yek encama ked û têkoşîna Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo azadiya jinê esas girt. Girîng da rêxistinbûn, hişyarbûn û perwerdehiya jinan. Jin kir xwedî îrade û hêz. Eger jinên Kurd îro veguherîne tevgereke azadiyê ya ku bandorê li cîhanê dikin, ev yek bi saya keda Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em jî li hemberî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe berpirsyar dibînin. Erka sereke ya ku dikeve ser milê me jî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn kirine.