'Em kolanên Parîsê dagirin, hesabê komkujiyan bipirsin'

TJK-F û CDK-F'yê bal kişandin ser komkujiya Parîsê û gotin, "Di serî de jin hemû em bang li gelê Kurd û dostan dikin ku 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin."

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek dan û ji bo çalakiya navendî banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"3 jinên Kurd ên şoreşger hevrê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ve bi destê îstixbarata Tirk MÎT'ê ve hatin qetilkirin.

Di salvegera 11'an a komkujiya Parîsê ya 9'ê çileyê de em hevrêyên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî bi minet û hezkirineke mezin bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza xwe dubare dikin ku şoreşa jinê pêk bînin, ku armanc û xeyalên wan bû.

Par di salvegera 10'emîn a komkujiyê de bi pêşengiya hevala Evîn Goyî Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê wê bi dirûşma 'Sira dewletê rakin! Dawî li bêcezahiştina 10 salan bînin' çalakiyên protestoyî bihatina lidarxistin, lê belê di dema amadekariyeke bi vî rengî de komkujiya Parîsê ya duyemîn qewimî û hevalên me Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer li Parîsê hatin qetilkirin.

Tevî ku 11 sal di ser komkujiya 9'ê Çileyê re derbas bûne, hîn jî zirxa 'sira dewletê' ya li ser dosya dozê nehatiye rakirin. Dewleta Fransayê tevî ku dewleta Tirk a faşîst ji ber vê komkujiyê dadgeh nekir, her wiha zemîn ji rûdana komkujiya duyemîn a Parîsê re amade kir. Komkujiya duyemîn a ku 23'ê Kanûna 2022'an hate kirin, dewama berjewendî û polîtîkayên qirêj ên hikumeta Fransayê û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye. Yên ku fermana komkujiyê dan û kujer zelal in, ya ku ne zelal e, edaleta dewleta Fransayê ya li hemberî gelê Kurd e. Eger dewleta Fransayê naxwaze bibe şirîkê vê komkujiyê, divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê rake, komkujiya Parîsê ya duyemîn weke komkujiyeke siyasî binirxîne, ne weke bûyereke edlî.

'EM LI DORA RÊBERÊ XWE BICIVIN'

Komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd hatin kirin û li dijî Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd hate birêxistinkirin. Mînaka herî şênber a vê yekê jî polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya li ser Rêberê me ye. Sîstema Îmraliyê nîşaneya şênber a qirikrina Kurdan e.

Rêberê me komkujiya 9'ê Çileyê weke komkujiya duyemîn a Dersimê pênase kir û bi gotina "Ha we êrîşî Sakîne kir, ha jî we êrîşî min kir' bal kişand ser armanca komkujiyê. Komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê ku nîşaneya israra hêzên navneteweyî ya li ser qirkirina Kurdan e, lewma ronîkirina van herdu komkujiyan wê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me bibe Ji ber vê yekê wezîfeyeke me ya herî esasî ye ku em li dora Rêbertî bicivin, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Israra li ser paradîgmaya Rêberê me ku gerdûnî dibe, israra li ser mirovbûnê ye. Mîna Sakîne, Rojbîn, Ronahî û Evîn... Paradîgmaya Rêberê me ya li dora azadiya jinê, tirs berdaye nava hêzên hegemon, lewma êrîş li pêşengên tevgera jinên Kurd tê kirin. Ji ber ku jinên berxwedêr û azadbûyî li dijî dewletên mêr ên kapîtalîst alternatîfê diafirînin, ji bo mirovên ku li ser jiyana bi rûmet û azad israr dikin, dibin ronahî.

'DI 6'Ê ÇILEYÊ DE BERÊ XWE BIDIN PARÎSÊ'

Weke şopdarên hevrêyên xwe yên ku 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê şehîd bûn, li dijî hêzên komploger ên êrîşî jinan, gelan û nirxên mirovahiyê dikin, em li ser azadiyê israr dikin. Israra li ser têkoşîna azadiya jinê, israra li ser parçekirina kodên sîstema serweriya mêr e. Lewma şoreşa jinê wê tolhildana me be.

Roj ew roj e ku hesab ji zayendîperestî, mîlîtarîzm, nijadperestî û bêedaletiyê bê pirsîn. Edalet, azadî û demokrasî bi berxwedanê pêk tên. Ji ber vê yekê di serî de jin em bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikin ku 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin."

Têkildarî cih û saeta kombûna ji bo çalakiyê jî ev agahî hatin dayin:

6'ê Çileya 2024
Saet: 10:00
Cih: Gare du Nord