‘Em ê li dijî zihniyeta qeyûm hîn bêhtir xwe rêxistin bikin’

Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Halîme Akyol diyar kir ku ew ê li dijî zihniyeta ku hewl dide jinan ji jiyanê qut bike, li her deverê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin.

7 bajar, 63 navçe û 22 bajarok û sê bajarên mezin ên di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de, bi giştî qeyûm li 95 şaredariyan hate tayînkirin û 93 hevşaredar jî hatin girtin, bi sedan karmendên Kurd ji kar hatin derxistin û nêzî 300 muxtar jî ji wezîfe hatin girtin. Yek ji hedefên destpêkê yên desthilatdariyê, saziyên jinan ên li şaredariyên qeyûm lê hatî tayînkirin bûn; tevahiya saziyên jinan girt. Di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2019’an de şaredariyên qeyûm lê hatîn tayînkirin, bi îradeya gel dîsa hatin qezenckirin. Piştî hilbijartinê 6 mehan, 19’ê Tebaxa 2019’an car din qeyûm hatin tayînkirin û şaredarî hatin xespkirin. Niha di hilbijartinên li pêşiya me de, ji bo şandina qeyûman amadekarî didomin. Serlêdanên bernamzetiyê 25’ê Kanûnê bi dawî bûn. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Halîme Akyol qala daxwaz û pêdiviyên jinan kir û bal kişand ser polîtîkayên qeyûm.

Akyol diyar kir ku qeyûm parçeyekî pêvajoya krîmînalîzekirina têgihiştina şaredartiya azadiya jinê û demokratîk e û got: “Li navendên jinan, di qadên cuda de qurs dihatin dayîn û di heman demê de jinan pîşe qezenc dikirin. Kooperatîfên jinan hebûn û jinan tiştên ku diafirandin, difirotin van kooperatîfan û di aliyê aborî de jî pêdiviyên xwe pêşwazî dikirin. Di gelek qadan de, ji bo jinan alîkariyên jiyanî dihatin pêşkêşkirin. Di aliyê psîkolojîk û hiqûqî de alîkariya jinan dihate kirin. Qeyûman ev xebat hemû, hedef girtin.”

Akyol ragihand ku piştî sala 2015’an li bajarên ku bi qeyûman tên birêvebirin, şîdeta li ser jinê, xwekujî, bikaranîna hişberê û fihûş zêde bû û wiha got. “Qeyûm bi nelirêtiyan tê rojevê. Em dibînin ku ji jin û ciwanan re ti qad nehiştiye. Beriya qeyûman bi dehan saziyên jinan û ji bo ciwanan jî qurs hebûn. Piştî qeyûman ev qad hatin tunekirin, jin tenê hatin hiştin û ciwan mehkûmî kolanan hatin kirin.”

Akyol bi bîr xist ku rêveberiyên herêmî yên weke bingehê demokrasiyê tên qebûlkirin, xizmeta herî nêz a ji bo jinan û pirsgirêkên jinan e û got: “Di têkoşîna siyasî ya jinan de cudakariya pozîtîf û polîtîkayên kotayê, ji bo biryarên pêwîst xwedî rolekî sereke bû. Divê di her qada xebatên şaredariyê de, ev yek were pêkanîn. Em ê jî ji bo pêkanîna daxwazên jinan, bixebitin. Em ê li dijî zihniyeta ku hewl dide jinan ji jiyanê qut bike, li her deverê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin.”