TJK-E: Em li her derê bibin dengê gelê Rojava

TJK-E’yê bang li hemû jinan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyan lidar bixin û peyama "Em li her derê bibin dengê gelê Rojava" da.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya TJK-E’yê de hat gotin, “Erdogan ê faşîst ê ku piştî her têkçûneke şer, hewl dide îmaja xwe ya lewaz li nava raya giştî berovajî nîşan bike, bi nixumandina windahiyên xwe û bikar anîna mertalên neteweperestiyê re, bê navber polîtîkayên tinekirin-înkarê yên li dijî Kurdan dixe meriyetê û êrîşî qadên sivîl ên li Rojava dike.

Polîtîkaya durû ya Erdogan ê faşîst, ku qaşo dibêje ew alîgirê gelê Fîlîstînê ye û di her derê de bi gotina gelê sivîl û zarok ji ber bombebaranê zirar dibînin şov dike, li pêşberî Kurdan û cîhanê careke din hatiye dîtin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku destkeftiyên têkoşîna demokratîk a gelê Kurd û dostên wan ku li Rojava bi rêveberiya demokratîk re teşe bûye, hemû hêzên empereyalîst ditirsîne û wiha dom kir, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ên ku bi têk birina êrîşên DAÎŞ û çeteyên wê, bihar ji mirovahiyê re anîn, wê mîna duh îro jî li dijî hêzên ku dixwazin DAÎŞ’ê xurt bikin têkoşîna xwe mezin bikin û gavekê jî paşde neavêjin.”

‘DIVÊ JIN LI HER DERÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ LIDAR BIXIN’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Çawa ku Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê hate dîtin û bi watedayineke mezin ji felsefeya Rêbertî ya 'Jin, Jiyan, Azadî' re mezin bû û bi gerdûnî bû, divê her jin van êrîşan mîna ku li dijî wan rasterast pêk hatibe, bibîne. Ji bo vê jî divê hemû jin li ku derê bin bila bibin bi protestokirina van êrîşan mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Şermeke dîrokî ye ku Tirkiye hêza xwe ji bêdengiya dewletên Ewropa, Emerîka û hêzên navneteweyî di sûcên şer de ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, digire. Divê hemû hêzên neteweyî li hemberî van êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin û ji bo Erdoganê faşîst û hevkarên wî yên ku sûcên şer dikin bên darizandin rê bê vekirin.

Weke jin em bi vê berpirsyariya dîrokî; Bi deşîfrekirina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ku li dijî ol, ziman, jiyana hevpar û avakirina siberojê şer dike, li her derê bibin dengê gelê Rojava."