Viyan Leyla: Pêwîstiya rêxistiniyê her tim bi têkoşînê heye

Endama PAJK'ê Viyan Leyla got, "Li dijî jiyana ku sîstem ferz dike, divê têkoşîneke rêxistinbûyî bê meşandin. Wekhevî, hurmet û bawerî nebe, îradeya azad jî nîne."

Endama PAJK'ê Viyan Leyla tevlî bernameya 'Xwebûn' a Jin TV bû û têkildarî Bîrdoziya Rizgariya Jinê bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.

Viyan Leyla anî ziman ku dema Bîrdoziya Rizgariya Jinê (BRJ) ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate ragihandin, armanc jê ew bû ku rewşa heyî ya li jinê hatiye ferzkirin bê guhertin û got, "Jin wê çawa ji sîstema baviksalarî û sîstema dewletê rizgar bibûya? Çima rizgarî? Di vê nuqteyê de îradeya azad, fikrê azad dikeve dewrê. Sîstema baviksalariyê bi navê heqîqeta jinê tiştek nehiştiye. Fikrê jinê hatiye dizîn, îradeya wê hatiye desteserkirin. Sîstema baviksalariyê jineke welê dixwaze ku serî li ber wê bitewîne, her daxwazên wê bêyî ku lê bipirse bi cih bîne. Di jiyana wê de ku qaşo ji bo azadiyê teşwîq dike, gelek koletî li jinê tê ferzkirin. Di serdema heyî de jiyaneke çawa ji bo jinê guncaw tê dîtin? Ya dibe xwişka mêrekî, ya dibe keça zilamekî, ya dibe jin a mêrekî, ya jî dibe evîndara mêrekî. Yanî her tişt bi mêr ve girêdayî ye. Di nava sîstema baviksalariyê de bêyî mêr, hebûna jinê nikare bê pênasekirin. Lewma di jiyana heyî de îradeya jinê tune ye. Jin nikare têkildarî jiyana xwe biryarê bide."

Viyan Leyla diyar kir ku sîstema baviksalariyê di heman demê de baş zane ku hêza pêşengiyê ji civakê re dike her tim jin e û got, "Zane ku dema îrade û fikrê jinekê teslîm hate girtin, îradeya civakê dikare hîn bi hêsanî teslîm bê girtin. Ji bo jin lê nepirse, qalibên ku mêr diyar kiriye yekser qebûl bike, kar dike."

Viyan Leyla destnîşan kir ku haya jinan demeke dirêj ji azadiyê nebû û wiha dewam kir, "Di vê serdemê de karekî welê tê kirin ku jin bi dilxwazî koletiyê qebûl bike. Ev yek operasyonên sîstema mêr e. Jinan koletiya heyî weke jiyaneke azad qebûl kirin. Îro li gorî bîrdozî û sextekariya kapîtalîzmê jiyanek tê afirandin, jin ji bo vê yekê têne teşwîqkirin û ev yek jî weke azadiyê tê pêşkêşkirin.

Lê belê niha bi îrade û fikrê azad haya me ji azadiya me çêbû. Lêpirsînekê destpê kir. Jinek divê bibe ya xwe, ne ya dewletê, ne ya malbatê û ne ya mêr. Em mijara nasnameyê nîqaş dikin. Em ê karibin vê çawa bi pêş bixînin? Gelek Marksîst dibêjin 'tayînkirina çarenûsa xwe'; ev rewş ji bo jinan hîn bêhtir derbas dibe. Jin wê paşeroja xwe çawa diyar bikin? Divê jin bi xwe biryarê bide. Eger dixwaze bi mêrekî re bijî, di nava malbatê de bijî, jiyaneke alternatîf bijî, bihêlin bila jin bi xwe biryarê bide.

Rêbertî dema ku BRJ ragihand, bal kişand ser îrade û fikrê azad. Cihgirtina jinê di nava jiyanê de biryardariya wê nîşan dide. Ji ber vê yekê mêr jî hişyar dike, ku divê hurmetê nîşan bide."

Viyan Leyla di dewama axaftina xwe de anî ziman ku saziyên dewletê li gorî mantiqê dewletê ava bûne û got, "Xwe dispêrin sîstema baviksalariyê. Kar hemû li gorî zayendê tê kirin. Mînak dema ku jinek li karekî digere, jê tê pirsîn ku wê bizewice yan na, difikire ku bibe xwedî zarok an na. Heman zextê nikarin li mêr bikin. Yanî her tişt hatiye diyarkirin, li şûna jinê difikirin, li şûna jinê biryarê didin. Destûrê didin jinê ku tenê li gorî vê tevbigere. Naxwe mirovên xwedî îrade bi fikirekî azad biryarê dide, civak jî jê bawer dike. Divê civak baweriya xwe bi jinê bîne. Di heqîqeta jinê de nirxên polîtîk û exlaqî yên bingehîn hene.

Niha em bala xwe bidin ser; li Kurdistanê nirxên exlaqî yên mayî çi ne? Jin ber bi fûhûşê ve tê dehfdan, tê sirgûnkirin, weke 'hevser' ji xwe re tê wergirtin. Bi navê civakê tiştek nehatiye hiştin. Lê belê jineke xwedî îradeya azad, ji bo pêşketinê pêşiya xwe her tim vekirî ye. Li hemberî sîstema baviksalariyê timî xetere ye, ji ber ku têdikoşe, bi rêxistin dibe, rengê jinê diparêze, nirxên civakî diparêze. Li gorî sîstema baviksalariyê ev yek xetere ye. BRJ li gorî qonaxên ku jin tê de derbas bûne hatiye afirandin. Her pîvanek bi tena serê xwe dikare tiştekî îfade bike, lê di heman demê de mîna xelekekê bi hev ve girêdayî ye. Bêyî nirxên welatparêziyê fikir û îradeya azad nabe. Em qala nirxên çandî, neteweyî û civakî dikin. Pêwendiya van hemûyan bi welatparêziyê heye.

Jineke ku haya xwe ji nirxên welat û xakê nîne, haya xwe ji çanda civakî, jiyana civakî nîne, wê li gorî çi bijî, li ser çi bifikire? Bêguman piştî ku îradeya azad hate afirandin, em nasekinin. Em vê yekê ji bo armancekê pêk tînin. Jinek ku îrade û fikrê xwe azad e, eger xwe bi rêxistin neke dikare li hemberî êrişan têk biçe. Ev yek xeterî ye. Pêwîstiya rêxistiniyê jî her tim bi têkoşînê heye. Ev ê çawa bibe? Bi estetîka jinê bibe."

Viyan Leyla destnîşan kir ku tiştên ew têkildarî BRJ'ê dibêjin tiştên şênber in û got, "Qala xwezaya jinê, rastiya civakî ya jinê dike. Mînak, şoreşa Rojava li ser vê yekê hatiye avakirin. Jinên ku pêşengiyê ji vê şoreşê re dikin li ser bingeha vê bîrdoziyê têdikoşin. Bîrdozî nebe wê jin çawa pêşengiyê bike, wê çawa şoreşê pêk bîne? Li cîhanê, li Kurdistanê bêyî bîrdoziyê pelek jî nalive. Lewma eger jin dixwazin xwe ji bîrdoziya mêr rizgar bikin divê alternatîfa xwe yanî BRJ'ê bi pêş ve bibin. Li Rojava em rûyê jinê yê şoreşê dibînin. Di rêya azadiya jinê de li ser bingeha vê bîrdoziyê gelek jinan bêteredût canê xwe feda kirin, şoreşa jinê dan destpêkirin. Li hemberî dagirkeriyê sekneke cidî heye, lê pêşengiya jinê jî gelekî girîng e."