Berxwedana jinên Belûcî ya li dijî terora dewleta Pakistanê hat silavkirin

Tora Jinên Pêşerojê Radiçînin jinên li dijî terora dewleta Pakistanê meşiyan silav kirin û gotin, “Em ji bo dewleta Pakistanê hesabê zilm û hovîtiyê kiriye bide û daxwaza edaletê dikin."

Tora Jinên Pêşerojê Radiçînin bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan jinên Belûcî yên li dijî zilma dewleta Pakistanê çalakiya meşê li dar xistin. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Em weke Tor Jinên Pêşerojê Radiçînin bi Meşa Dirêj a Belûcî re hevgirtina xwe radigihînin.
Jinên Belûcî ji Turbat heta Îslamabadê zêdetirî 1,200 kîlometre li dijî hovîtiya dewleta Pakistanê meşiyan. Em piştgirî didin daxwazên jinên Belûcî divê demildest kesên bi zorê hatine windakirin serbest bên berdan. Bila dawî li revandin, kuştina jin û gelê Belûcî were û operasyonên leşkerî rawestînin. Em daxwaza betalkirina "Tîmên mirinê" û Daîreya Têkoşîna Dijî Terorê dikin. Em ji bo dewleta Pakistanê hesabê zilm û hovîtiyê kiriye bide û daxwaza edaletê dikin."

EM LI HEMBERÎ ZEXT Û ZORDARIYÊ XURT IN

Em vê danezana hevgirtinê ji xwişk û birayên xwe yên Belûcî û hevrêyên xwe yên têkoşînê re dişînin. Ji ber ku em dizanin ku zext û berxwedan li her derê bi hev ve girêdayî ne. Ji Kurdistanê heta Belûcistanê, ji Filistînê heta Keşmîrê, heta tevgerên li dijî nîjadperest û xwecihiyên cîhanê, em bawer dikin ku heke mil bi mil têbikoşin em ê bi hêztir in.

Em bang li tevgerên li dijî koletî, li dijî nîjadperestî, dij mêtingerî û kapîtalîst ên cîhanê, bi taybetî jî tevgerên jin û femînîst dikin ku li hemberî kuştinên bêdarazî, widankirinên bi zorê û zilma artêşê, xwedî li meşa hevrê û xwişkên xwe yên Belûcî derkevin.

Jin, Jiyan, Azadî!”