Nexweşa şekir û KOAH’ê Hanîfe Arslan nayê berdan

Rewşa girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan her ku diçe giran dibe. Keça wê Reyhan Oren diyar kir ku divê demildest dayika wê tedawî bibîne û got: “Saziya Tiba Edlî û nexweşxane sûc dike.”

Hanîfe Arslan cara destpêkê sala 2017’an hate girtin. Piştî ku 9 mehan girtî ma, hate berdan. Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Bi erêkirina ceza sala borî Hanîfe Arslan car din hate girtin. Zêdeyî 20 meh in di girtîgehê de ye. Keça wê Reyhan Oren diyar kir ku ji bo tenduristiya dayika wê hîn xerabtir nebe, divê demildest were berdan û tedawiya wê ji derve were kirin. Reyhan Oren diyar kir ku dayika wê 20 meh in di Saziya Ceza û Înfazê ya Tîpa T a Wanê de tê girtin.

Reyhan Oren got ku ev 40 sal in nexweşiya şekir bi dayika wê re heye û anî ziman ku Saziya Tiba Edlî û nexweşxane sûc dike. Reyhan Oren diyar kir ku nexweşiya KOAH jî bi dayika wê re heye û wiha got: “Dema ku cara destpêkê hatî girtin, li girtîgehê bi vîrûsa koronayê ket. Saziya Tiba Edlî û bijîjk bi raporên ku didin, sûc dikin. Bijîjk raporan kêm û şaş didin. Bi gotina ‘di raporan de hatiye gotin ku dikare li girtîgehê bimîne’ wan raporan weke referans nîşan danî, ev tişta ku ew dikin êşkence ye. Em vê qebûl nakin. Ji bo ku rewşa dayika min xerabtir nebe, divê demildest were berdan. Di şert û mercên girtîgehê de başbûna dayika min, ne pêkan e.”