TJK-E: Komkujî û komployên we wê nikare rê li ber şoreşa jinan bigire!

TJK-E: Em ji desthilatdaran re dibêjin ku hemû komkujî û komployên we yên ji Îmraliyê heya Parîsê wê nikare rê li ber pêşketina tekoşîna gelê Kurd û şoreşa jinan bigire.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: “Em çaryeka yekemîn a sedsala 21. li pey xwe dihêlin di gel ku pergala kapîtalîst ku feraseta serdest a mêran e bi şerê girêdayî netewperestî û olperestiyê  û bi qirkirina xweza, civak û jinê û dixwaze ji pêşeroj û hêviya mirovahiyê re bibe asteng jî rastiya ku dîrokê nîşanî me daye tekoşîna li dijî van e.

Dîrok weke Saraya ku li hemberî îşkenceyên li zindanên Amedê gotî  'ez evîndarê vê tekoşînê  me' bawerî û berxwedêriyê nîşanî me dide. Em ruhê demê ji ronîya rastiya Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê fêr dibin. Dem jibîrnekirin û efûnekirinê fêrî me dike. Dem banga tekoşînê li hemû jinan dike.’’

‘EM DÊ TIM LI SER XETA SARAYÊ BIN’

TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de got, “Ji ber vê yekê em dê dev ji lêgerîna edaletê bernedin û em dê yêkê bi xwe xwe biafirînin. Em jinên Kurd wê tim li ser xeta  Sarayê bin. Li hemberî zext û qirkirinên fasîştan tim li ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin.

Tevî ku belge, qeydên deng û têkilîyên ku nîşanî me didin ku qetilkirina her sê jinên Kurd ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatiye kirin û hewldanên dewleta Fransayê yên ji bo veşartina dosyayê jî hûn bêdeng man û di 26’ê Kanûna 2022’yan de tevî banga me ya planên qetilkirina li dijî sazî û nûnerên Kurdan jî hûn dîsa bêdeng man. Hûn li hemberî hewldanên me yên ronîkirina heqîqetê dabînkirina edaletê yên li seranserê cîhanê dîsa bêdeng man. Tam jî ji ber vê yekê plana qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil we bi destê xwe saz kir.

‘DI SALA 2024’AN DE WÊ TIM ŞÎARA ‘EDALET LI KU YE, PARÎS DI TARÎYÊ DE YE’ BÊ BERZKIRIN’

Em ji desthilatdaran re dibêjin ku em ne bi gotinên we yên derew û ne jî bi sozên we yên pûç bawer dikin. Em dê tim li ser xeta lêgerîna edaletê û Sarayê meşa bidomînin… Êşa qetilkirina her sê jinên kurd hêzeke mezintir dide me.

Em ji desthilatdaran re dibêjin ku komkujî û komployên we yên ji Îmraliyê heya Parîsê ku dema hatin kirin hûn bêdeng man û we hewl da ku hûn veşêrin, wê nikare rê li ber  pêşketina tekoşîna gelê Kurd û şoreşa jinan bigire. Wê hêrs û biryardariya me edaletê dabîn bike. Em dê Parîsa ku 11 sal in tarî ye û heta dinyayê ronî bikin.

Weke 11 salên borî em hemû Kurdên li  Ewropayê em ê  berê xwe bidin Parîsê. Em dê şîara; 'Edalet li ku ye, Parîs di tariyê de ye’ berz bikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd weke yazdeh salên borî wê li cem me be û dengê xwe ji kujer û hevparên wan ên dengê xwe nakin re, bilind bikin.’’