Li Stockholmê wê Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ bê lidarxistin
Li paytexta Swêd Stockholmê wê du rojan konferanseke girêdayî berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin.
Li paytexta Swêd Stockholmê wê du rojan konferanseke girêdayî berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin.
Konferansa ku bi sernavê “Jin Jiyan Azadî û Ber bi Şoreşa Jinan ve” wê di 20 û 21’ê Çileyê de bê lidarxistin.
Konferansa wê li navnîşana "Utovagen 6, 132 30 Saltsjo-Boo’yê" pêk were û wê mijarên cuda werin nîqaşkirin.
Konferans wê bi performansa Estêre Mortezaî dest pê bike. Panela ewil wê derbarê rastiya jinan ya dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de be.
Moderatora panalê Shîwa Qelwazî ye û di panela ewil de wê kesên weke; Şehîn Nawayî, Farîba Baluch, Sohreh Qanberî, Şehîrzad Arşedî û Haydeh Deraghahî pêşkêşiyan bikin.
Di panela duyem de wê analîza sosyolojîk a serhildana "Jin Jiyan Azadî’yê" bê kirin. Suheyla Şehiryarî wê moderetoriya panelê bike û navên weke; Sumeye Rostempour, Reha Sabet Sarvestanî, Suzan Kerîmî û Sara Efrasîyabî wê weke axaftvan beşdarî panelê bibin.
Piştî her du panelên roja ewil wê 21’ê Çileyê derbasî rûniştina roja duyem bin. Di vê panela sêyem de wê pirsgirêkên jinan û şoreşa civakî bên nîqaşkirin û wê tesîra dînamîkên hundirîn û derve yên li ser şoreşê jî werin nîqaşkirin.
Nagîn Şeyh el Îslamî wê moderatoriya panela sêyem bike û kesên weke; Bîlqeys Roşen, Rojîn Mûkrîyanî, Sara Kirmaniyan û Nêda Hoşeng wê beşdar bibin.
Di panela çarem û dawî de wê li ser rêyên parastina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û armancên şoreşê pêşkêşî werin kirin. Ewatef Asadî wê moderatoriya panelê bike û kesên weke; Elah Sedîr, Ferîba Burhan Zehî, Roza Sabet û Meryem Fethî wê pêşkêşiyan bikin.
Kesên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin dikarin bi rêya vê e-mailê bikevin têkiliyê: [email protected]