Hejmara Çileyê ya Newaya Jin derket: Divê têkoşîna edaletê bi gerdûnî bibe

Hejmara 226'an a rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta “Divê têkoşîna edaletê bi gerdûnî bibe” derket.

Newaya Jin a ku li Ewropayê weşanê dike, hejmara xwe ya destpêkê ya sala 2024'an ji komkujiyên Parîsê re veqetand.

‘DIVÊ HER KES JI BO EDALETÊ SEFERBER BIBE’

Yek ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsat ku ji sala 2013’yan û vir ve li ser lêgerîna edaletê ya jin, gelê Kurd û dostên wan dinivîse, bi gotina, “Di pêvajoyên ku têkoşîn digihêje lûtkeyê de, hêzên hegemon ên navneteweyî û dijminê faşîst-mêtinger her tim êrîşî jinên pêşeng kirine. Êrîş li dijî cewhera şoreşê tê kirin; li dijî ruhê jinên ku ber bi azadiyê ve dimeşin” balê dikêşe ser komkujiyan. Samsat, destnîşan kir ku lêgerîna edaletê bi serê xwe qadek a têkoşînê ye û got, “Di derbarê her du komkujiyên Parîsê de avakirina amûr û derfetên ku beşên herî berfireh ên civakê ji bo têkoşîna edaletê seferber bike, pêwîst e."

PARÊZERÊ DOZÊ AXIVÎ

Parêzer Jean-Loîs Malterre der barê pêşketina di dosyaya têkildarî her du komkujiyên Parîsê de ji rojnameyê re axivî.

JI PÊNÛSA SARAYÊ

Beşek ji pirtûka “Jiyana min her tim şer bû” a Sakîne Cansiz jî di rojnameya vê mehê de cih girt.

‘ROJBÎN AVEKE ZELAL E KU BER BI HEQÎQETÊ VE DIHERIKE’

Haskar Kirmizigul di nivîsa xwe ya bi sernavê "Rojbîn avake zelal e ku ber bi heqîqetê ve diherike” de diyar dike ku Fîdan Dogan (Rojbîn) a ku yek ji wan kesên li Parîsê hatine qetilkirin e, çawa rê li ber dîplomasiya jinên Kurd vekir.

ASTA KOMKUJIYA JINAN A KU GERDÛNÎ BÛYE

Li aliyê din, Nazan Ustundag jî di gotara xwe de asta komkujiya jinan a ku gerdînî bûye radixe ber çavan.

SEDSALA JINÊ YE, NE YA FAŞÎZMÊ

Yek ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya, di nivîsa xwe de bersiva gotinên Recep Tayyîp Erdogan ên 'sedsala Tirkiyeyê' da.

TÊGEHA ‘UMET’Ê Û NETEWEYA DEMOKRATÎK

Havîn Guneşer di gotara xwe ya bi sernavê "Kî li dijî netewe dewletê derdikeve?" de destnîşan kir ku nêzîkatiya neteweperestî û umetê ya di Îslamiyetê de derdikeve holê li derveyî xeta Kerbelayê ye û got ku bi neteweperestiya netewe dewletê re di heman xetê de dewam kiriye.

Rojnameyê ku her meh cih ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vediqetîne, vê mehê jî ji axaftinên sala 1997’an de berhevkirinek bi sernavê “Me soza ji bo şehîd, di dilê xwe de neqişand” weşand.

Di rojnameyê de nêrînên jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, têkildarî pêngava ku di meha Cotmehê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, cih girt.

Elîf Kaya ya ku gotara Jineolojiyê nivîsand diyar kir ku 'Jin, Jiyan, Azadî' ji dirûşmebûnê wêdetir, ji bo avakirina pergala gerdûnî ya jinan êdî bûye "banga li konfederalîzma jinê."

Di portreyên jin ên ku Fîdan Yildirim di vê mehê de amade kirine de, nivîskar û wergêra Cezayîrî Assia Djebar ku bi helwesta xwe ya li dijî mêtingerî û pergala baviksalarî tê naskirin, cih digire.

EVÎN MILÎTANEK EVÎNDARÊ WELATÊ XWE BÛ

Di rûpelên Kurdî yên rojnameyê de bal hat kişandin ser qetlîamên Parîsê. Hevrêya wê ya zaroktî û têkoşînê Cahîde Goyî qala Evîn Goyî ya li Parîsê hat qetilkirin kir.

Di rûpelên Kurdî yên rojnameyê de bal hat kişandin ser qetlîamên Parîsê. Hevala wê ya zarokatî û têkoşînê Cahîde Goyî qala Evîn Goyî ya li Parîsê hat qetilkirin kir. Cahîde Goyî, diyar kir ku Evîn xwedî hişmendiyek mezin a welat bû û got ku Evîn evîndarê welat û rastiya gelê xwe bû, beşa potreyê jî ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hat temamkirin.

Gotara Gûltan Kişanak a ku şahidiya berxwedana Sakîne Cansiz a li girtîgeha Amedê kiribû, di hejmarên berê yên rojnameyê de bi Tirkî hatibû weşandin vê carê jî bi Kurdî hat parvekirin.

Bêrîtan Zagros jî derbarê êrîşên li dijî jinên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê pêk tên nirxandin kir.

DI SALA 2023’YAN DE GEŞEDANÊN LI ROJHILAT

Zîlan Vejîn pêşketinên di sala 2023’yan de li Rojhilatê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku êrîşên li hemberî jinê ku pêşengên guhertinê yên li Îran û Rojhilat in jî zêde bûne.

Yek ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna, têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin bi bîr xist û pirsên xwe yên li ser mijarê ji Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal re şand.

Yek ji nivîskarên rojnameyê Şervîn Nûdem jî di 6’emîn salvegera dagirkeriya Efrînê de, behsa berxwedanê kir.

Hûn dikarin li ser malpera rojnameyê newayajin.net xwe bigihînin hejmara nû.