JIN
Hemû Nûçe
-
Li qada navdar a Parîsê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’
TJK-F bi tevgerên Jinan ên Fransî û Îranî re, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ji bo piştgiriya jinên Rojhilatî, li qada Repûblîqûe ya Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. -
Li Nîgde û Amedê qetlîamên jinan
Li Nîgdeyê jina bi navê Kîraz Buyuksaraç ji aliyê Mehmet Buyuksaraç ê pê re li ber hevberdanê bû ve hat qetilkirin. Li Amedê Emrah Başegmez ê Esma Başegmez piştî hevberdana bi sê mehan qetil kir. -
YPJ'ê nasnameya 2 şehîdan ragihand
YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyê 2 şehîdan ragihand û got: “Di nava refên têkoşînê de her şehadeta çêdibe soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.“ -
Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
Platforma Jinan a Dersimê, têkildarê windabûna bi hezar rojan a Gulîstan Dokûyê li Jara Gola Çetû daxuyanî da û got: “Em nahêlin hûn kiryaran biparêzin, em ê hesab bixwazin.“ -
Girtiyên jin ji bo Jîna Emînî porên xwe birîn
Jinên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tên ragirtin ji bo qetilkirina Jîna Emînî şermezar bikin porê xwe birîn. -
Li Hindistanê jinên nezewicî jî wê karibin kurtajê bikin
Dadgeha Bilind a Hindistanê diyar kir ku jinên nezewicî jî di nav de jin hemû heta hefteya 24'an wê karibin kurtajê bikin. -
Li Sîegen û Orebroyê serhildana li Rojhilat û Îranê hat silavkirin - HATE NÛKIRIN
Li bajarê Sîegen ê Elmanyayê û bajarê Orebro yê Swêdê ji bo piştgiriya jinên du hefte ne li Îran û Rojhilatê Kurdistanê terka qadan nakin, bi sedan kes hatin ba hev û çalakî li dar xistin. -
‘Em natirsin ji ber ku şiara me jin jiyan azadî ye‘
Jinên Frankfûrtî, bi pêşengiya Women Defend Rojava û Meclîsa Jinan Amarayê hatin ba hev. Lelom Ercument a Rojhilatî got: “Ji ber ku şiara me, ‘jin, jiyan azadî’ ye, em natirsin, em ê teqez bi ser bikevin.“ -
KESK: Pergala ji tayê porê bitirse wê hilweşe
Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê ku qetilkirina Jîna Emînî li ber Konsolosxaneya Îranê protesto kir û gotin: “Pergala ji tayê porê bitirse, wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin.“ -
Jinên Îranî yên li Stenbolê ji bo Jîna Emînî rabûn ser pêyan
Jinên Îranî yên li Tirkiyeyê li ber Balyozxaneya Îranê ya li Çagaloglûyê qetilkirina Jîna Emîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaq" ve hat qetilkirin, şermezar kirin. -
Sînemagerên Tirkiyeyî piştgirî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
Jinên sînemager ên Tirkiyeyî bi vîdeoya amade kirin re xwedî li berxwedana jinan a li Rojhilat û Îranê derketin. -
RJAK’ê jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kirin
RJAK’ê berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kir û got: “Azadî wê bi pêşengiya jinan pêk were.” -
KJK’ê sersaxî ji bo Meredîth Tax xwest
Koordînasyona KJK’ê Meredîth Tax a ku dosta gelê Kurd e bi bîr anî û diyar kir di demên dijwar de ew bi gelê Kurd re bû. -
Li Kabûlê dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' berz bûn
Li paytexta Efganistan Kabûlê, jin ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî daketin qadan. Hêzên Talîbanê gule berdan hewayê û dest li çalakiyê werdan. -
TJK-F: Em ji bo 'Jin, Jiyan, Azadî' li qadan e
TJK-F'ê diyar kir ku ji bo piştgiriya bi tevgerên serhildanê yên jinên li Îranê wê bi tevgerên jinê yên Fransî û Îranî re 30'ê Îlonê li Parîsê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' meşeke girseyî lidar bixin û banga tevlîbûnê kir. -
Li Lozanê jin li dijî qetilkirina Jîna Emînî li qadan bûn
Li Lozanê jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di şexsê Jîna Emînî de polîtîkayên Îranê yên qirkirina jinan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê. -
Divê jin li dora pergala ‘Jin, Jiyan Azadî‘ rêxistiniya xwe ava bikin
Jinên li ser bangewaziya 32 sazî û kesayetên jinan li Buenos Aîresê hatin cem hev, diyar kirin ku ji bo di şexsê Jîna Emînî de tola jinan were hilanîn divê li dora pergala “Jin, Jiyan Azadî” rêxistiniya xwe ava bikin. -
Rêxistinên Jinan: Li dijî komkujiyên dewleta Tirk dakevin qadan
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujiyên dewleta Tirk protesto kirin. -
Jinan li Bernê berxwedana li Rojhilat û Îranê silav kir
Jinên ji bo piştgiriya berxwedana li Îranê û Rojhilat bikin li Bernê hatin ba hev, çarikên ku bi xwe re anîn bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî“ re şewitandin. -
Jin ji bo Jîna Emînî li Dresdenê meşiyan
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên “exlaqê“ yên Îranê ve û piştgiriya ji bo berxwedana li Îranê, çalakiyek hat lidarxistin. -
Jinan serhildana jinên Rojhilat û Îranê silav kir
Li gelek derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin deketin qadan û serhildana jinan a li Îran û Rojhilat silav kirin. -
Bi hezaran kes li Bremenê ji bo jinên Îranî daketin qadan
Ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya ji bo berxwedana li Îranê, li bajarê Bremenê yê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin. -
Elîf Bûlût: Têkoşîna jinê li her derê geş dibe
Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Elîf Bûlût anî ziman ku heman zilma li Îranê li jinê tê kirin, li Tirkiyeyê jî bi rêbazeke cuda tê kirin û destnîşan kir ku desthilatdar jî hêrsa li dijî jinê sor dikin. -
Jinên Şehbayê ji bo Jîna Emînî meşiyan
Jinên Şehbayî ji bo Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên “exlaqê“ ve hatibû qetilkirin, meşiyan û raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê silav kirin. -
Li Qamişlo jin ji bo Jîna Emînî meşiyan
Li Qamişlo bi hezaran jin ji bo Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin, meşiyan.