Jinan li Bernê berxwedana li Rojhilat û Îranê silav kir

Jinên ji bo piştgiriya berxwedana li Îranê û Rojhilat bikin li Bernê hatin ba hev, çarikên ku bi xwe re anîn bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî“ re şewitandin.

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq“ ve li Îranê hat qetilkirin çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Jinan pêşengî ji çalakiyê re kir. Gelek jinên Swîsreyî û Îranî tev li çalakiyê bûn. Çalakî li qada Bahnhofê hat lidarxistin. Wêneyên Jîna Emînî di çalakiyê de hatin hildan. Jinan bi hildana pankartan û berzkirina dirûşman bertek nîşanê dewleta Îranê da.

Endama Meclîsa Şehîd Berjîn Jînda ya Meclîsê Bernê Saadet Kûran li ser navê jinan di çalakiyê de axivî. Kûran destnîşan kir ew piştgirê berxwedana li Îranê ne ku bi rojan e berdewam e û got: “Jinên li Îranê, daxwaza demokrasiyê dikin. Divê cîhan li berxwedanê bibe xwedî. Wê rejîm teqez têk biçe.“

Piştî axaftina Kûran nivîsa bi Elmanî ya ji bo çapemeniyê hat xwendin. Jinên Îranî ku tev li çalakiyê bûn jî bertekên xwe nîşan dan.

Hin jinan piştî axaftinan porên xwe jêkirin û hin jinan jî çarikên bi xwe re anîbûn şewitandin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî“ bi dawî bû.