Li Lozanê jin li dijî qetilkirina Jîna Emînî li qadan bûn
Li Lozanê jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di şexsê Jîna Emînî de polîtîkayên Îranê yên qirkirina jinan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê.
Li Lozanê jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di şexsê Jîna Emînî de polîtîkayên Îranê yên qirkirina jinan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê.
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, li Tehranê bi hinceta ‘pora wê xuya dike’ ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat destgîrkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin. Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, bi rojane li dijî qetilkirina Jîna Emînî li qadanin û çalakiyan li dar dixin. Saziyên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên ji hemû pêkhateyan li bajarê Lozanê hatin gel hev, di şexsê Jîna Emînî de qetlîamên dewletê yên li ser jinan protesto kirin.
Jinên Kurd, Îranî, Tirk û Swîsreyî ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin di şexsê Jîna Emînî de û ji bo piştgiriyê bidin berxwedana li Îranê li qada Riponne hatin cem hev û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" meşiyan. Jinan di meşê pankartên li ser “Jin, Jiyan, Azadî“ nîvîsî û wêneyê Jîna Emînî hildan. Girse li qada St Laurantê deqîqeyekê rêz girt û li vir mitîng li dar xistin. Li vir jinan çarikên bi xwe re anîn şewitandin.
Li ser navê Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Nazîle Halîme Hasan metna ku Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê amade kiribû xwend. Li ser navê SP‘ê Andrea Munger, li ser navê SolidaritéS Manon Zacca, li ser navê POP Julien Schaw, li ser navê Partiya Keskan Ilias Panchard, nûnerê şaredariya Lozanê û nûnerê saziyên Îranê axaftin kirin.
Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.