Jinên Şehbayê ji bo Jîna Emînî meşiyan

Jinên Şehbayî ji bo Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên “exlaqê“ ve hatibû qetilkirin, meşiyan û raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê silav kirin.

Bi pêşengiya Kongra Star a herêma Efrînê, bi hezaran jin bi dirûşmeya “Li dijî desthildariyê wê dengê jinên Rojhilat bibe bingeha şoreşa parastina hemû jinan” daketin qadan. Jinan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin û raperîna li Rojhilat û Îranê silav kirin. Jinan ji rêya navbera Til Qerah û Kampa Serdemê ya Şehbayê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Jîna Emînî, pankartên “Tayê porê Jîna çirûska şoreşa Rojhilatê vêxist”, “Ji qetilkirina jinan re êdî bes e” û “Sedsala 21ʹê wê bibe destpêka azadiya jinan” hatin vekirin.

Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana gel a li Rojhilatê Sûriyeyê û şermezarkirina sûcên li dijî jinan berz kirin.

Meş li qada kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê rawestiya. Li vir ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê ewilî Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî. Hemo anî ziman ku dewletên faşîst hewl didin gelan qir bikin û got: “Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve berdewama siyaseta qirkirina jinan e.” Hemo bêdengiya rêxistinên mirovahî û hiqûqî li hemberî qetilkirina jinan şermezar kir û bang li wan kir ku erkên xwe li hemberî sûcên qetilkirina Jîna Emînî bi cih bînin û desthilatdariya Îranê teşhîr bikin.

Şîraz Hemo diyar kir ku şêniyên Efrînê piştgiriyê didin raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina raperîna li Rojhilat bi dawî bû.