Bi hezaran kes li Bremenê ji bo jinên Îranî daketin qadan

Ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya ji bo berxwedana li Îranê, li bajarê Bremenê yê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî roja Duşemê bi banga rêxistinên Kurd, Îran, Efgan û Elman pêk hat û bi hezaran kes tevlî bûn.

Çalakî di bin baranê de li pêşiya Haûptbahnhofê hate lidarxfistin û jinan ji bo şermezarkirina dewleta Îranê porê xwe jêkirin.

Çalakî ji aliyê saziyên Frauenrat Sevê, Frauen Organisation 8.März ( Iran Afghanistan), Linke Iraniche Exilant:innen Bremen, Fluchtlingsrat Bremen,Kurdenzentrum e.V,Verein der Kurden in Bremen e.V, Kargeha Ziman û Antira United ve hate organîzekirin.

Di çalakiyê de wêneyên Jîna Emînî, alên YPJ'ê û pankartên li ser daxwaza azadiya jinê hatin hildan.