Jin ji bo Jîna Emînî li Dresdenê meşiyan

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên “exlaqê“ yên Îranê ve û piştgiriya ji bo berxwedana li Îranê, çalakiyek hat lidarxistin.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaq“ ve li Îranê û piştgiriya ji bo çalakiyên protestoyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi şiara “Piştevaniya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe li Îranê“ meş hat kirin.

Di meşa ku bi banga hevpar a Meclîsa Jinan Ûta ya Dresdenê, Defend Rojava û jinên Îranî ku bi sedan kes tev lê bûn û li Haûptbahnofê hat lidarxistin de, dirûşma “Jin, jiyan, azadî“ hat berzkirin.