Di êrîşa Îsraîlê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan
Îsraîlê li Xezeyê bombe li wesayiteke weşana zindî ya televîzyona El Kuds El Yevm barand. Di encamê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîlê li Xezeyê bombe li wesayiteke weşana zindî ya televîzyona El Kuds El Yevm barand. Di encamê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîlê li kampa penaberan a Nûsayratê ya li Şerîda Xezeyê bombe li wesayiteke weşana zindî ya televîzyona El Kus El Yevm (alqudstoday-tv) barand. Di encamê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya hikumeta li Xezeyê nûçegihanê wêneyan Eymen el-Cedy û rojnamevan Faysal Ebu el-Kumsan, Îbrahîm eş-Şeyh Alî, Mûhammed el-Led û Fadî Hassûne jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara rojnamevanên di êrîşên artêşa Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê jiyana xwe ji dest dan bû 201 kes.