Li payitextê Arjantîn Buenos Aîres ji bo piştevaniya serhildanên li Îranê çalakiyek hate lidarxistin. Bi sedan jin li ser bangewaziya 32 sazî û kesayetên jinan li ber Balyozxaneya Îranê hatin ba hev û serhildanên li Rojhilat û Îranê silav kirin.
Di axaftinên hatin kirin de qetilkirina Jîna Emîn a bi hovane hat şermezarkirin û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin hatin silavkirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku qetilkirina Jîna Emînî ne tesaduf e, lê ji ber ku jineke Kurd e rastî êrîşeke bi vî rengî hatiye. Bi domdarî hate gotin ku jin di pêngava rizgariya neteweyî de rola pêşeng lîstiye.
Di axaftinên li ser navê Tevgera Jinên Kurd de hate kirin de hate gotin ku ji bo di şexsê Jîna Emînî de tola jinan were hilanîn divê li dora pergala “Jin, Jiyan Azadî” rêxistiniya xwe ava bikin.
Di çalakiyê de timî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.