Li Qamişlo jin ji bo Jîna Emînî meşiyan

Li Qamişlo bi hezaran jin ji bo Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin, meşiyan.

Li Kantona Qamişlo bi hezaran jin hatin ba hev û li dijî qetilkirina Jîna Emînî meşiyan. Jinan di meşê de wêneyê Jîna Emînî hildan û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ berz kirin. Endamên saziyên jinan ên kantonê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi hezaran jinên kantona Qamişloyê tev li meşê bûn. Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo berdewam kir.

Li çerxerêyê, ji bo diyarkirina hêrs û nerazîbûna xwe ya li hember biryarên li ser jinên Rojhilat û Îranê tên kirin, bi dehan jinan porê xwe birîn û desmalên xwe şewitandin.

Li vir ewilî endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got: “Em ê berxwedan û piştgiriya xwe ya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û çalakiyên xwe bidomînin. Hêz û berxwedana jinên Kurd şoreş gihand asta ku niha tê de ye."

Rîhan Loqo bang li hemû jinên Kurdistanê kir ku li dijî zîhniyeta baviksalar têkoşîna xwe bilind bikin û bi erka xwe rabin û wiha domand: "Keziyên jinên Kurd dê her tim li pêş bin û di rizgarkirina jinên Kurdistanê û cîhanê de ji zîhniyeta hegemon a baviksalar xwedî roleke bi bandor bin."

Rihan Loqo di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbata Jîna Emînî û hemû jinên têkoşer re xwest û soza şopandina rêya wan heta bidestxistina azadiya jinan da.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.