Li Sûriyeyê û bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsa ‘Gelo wê rewşa heyî ber bi ku derê ve biçe?’ di serê pir kesan de heye. Bêguman xelkên Sûriyeyê têkildarî fikar û metirsiyan mafdar in û heqê wan e pirseke welê jî bikin. Ji ber pergala heyî ya bi lez hat ser desthilatê dibe ku welat ber bi paşverûtiya tundrew ve bibe û hêzek weke ya DAIŞ’ê derxe pêşberî gel.
Weke tê zanîn herî zêde jî jin û zarok ji şer û pevçûnan zerarê dibînin û dibin qurbanî. Êrîşkar jî her bi çavên xenîmetê li wan dinihêrin û mîna kole ne wan zevt dikin. Ya din jî di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de herî zêde jin û zarokan zerar dît, jiyana xwe ji dest dan, hatin dîlgirtin û rastî kiryarên dijmirovî hatin. Naxwe gelekî xwezayî ye ku mirov bi fikar bin.
Şervanên azadiyê yên xwe di bîrdoziya Rêber Apo de kûr kirine, ji bo parastina rûmeta gelan, li dijî wan çeteyên hov ketin nav têkoşîneke wê bi sedê salan were vegotin û behskirin. Lewma jin, zarok û tevahî gelên herêmê pêwîst e têkildarî rewşa heyî nekevin nav gumanan. Bi hêza xwe û şervanên YPJ/YPG’ê bawer bin. Çawa ku wan şervanên rûmetê herêm û gelên wê ji çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeran parastin, wê ji niha û şûn ve ji bo parastina rûmeta mirovatiyê ya dikeve ser milên wan bêteredut bînin cih.
Bêguman divê em bi xwe weke gel, jin û mêr destgirêdayî nemînin. Pêwîst e, em timî li rex şervanên xwe cih bigirin. Divê em timî di nav çalakî, xwepêşandan, liv û tevgerê de bin. Hewce ye her kes mala xwe bike sengereke berxwedanê, xwe û ferdên malbata xwe fêrî bikaranîna çekan bike. Ji bo parastina xak û şerefa xwe timî hazir û amade bin.
Gelê Kurd ê bi têkoşîna Rêber Apo û tevgera Azadiyê ji xewa mirinê rizgar bû, bi xwe re di serî de gelê Ereb, hemû gelên herêmê jî şiyar kir. Îro tevahî gelên herêmê di meş, çalakî, xwepêşandan û sengeran de dibêjin, ‘Me soz daye Rêber Apo û şehîdan, heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê şer bikin.’ Şervanên azadiyê jî li ser esasê wê soz û ehdê, li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedan û têkoşîna xwe di asta herî bilind de didomînin.
Bêguman di vê berxwedan û têkoşînê de hevrêyên me yên hêja û leheng şehîd û birîndar dibin. Em îro jî bi dehan şehîdan di nava xaka pîroz de vedişêrin. Me bi hezaran qehremanên canfeda di vê xakê de veşartin û me soz da wan ku em li ser soza xwe ne. Helbet heya êrîş û şer hebe wê şehîd û birîndar jî çêbibin.
Pêwîst e were zanîn ku heya egîd û qehremanên gelên me hebin, wê dagirker, çete û xayîn negihêjn meqsed û miradê xwe. Heya mirovên bi wêrekî û fedaîtî şer bikin, canê xwe ji bo gel û welatê xwe bêdudilî bibexşînin hebin, teqez wê gel û xak di nav ewlehiyê de bin.
Îro li hemû qadan berxwedan û têkoşîneke bi heybet heye. Mêrxas û şêrejinên weke şopdarên heqîqetê Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn ên ji bo rastiya lehengiya şervanên azadiyê ragihînin hemû dinyayê xebat dimeşandin, bi awayekî hov û nemerd hatin qetilkirin. Lê divê were zanîn ku li meydanên şer bi dehan şopdarên heqîqetê pênûs û kamerayên Nazim û Cîhan hilgirtine.
Dîsa egîdên weke Rêzan Çiya Efrîn tevî gaziyê şer bû jî bi egîdî û ruhekî fedaî şer kir û gihişt şehadetê. Her wiha hevalê Ferhad Kobanê û Basil Şedadê yê gaziyên şer bûn û kêliyekê jî ji qad û meydanên şer venekşiyan jî di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de tevlî karwanê şehîdan bûn. Di şexsê wan heval û egîdan de em tevahî şehîdên xwe bi hurmeteke mezin bi bîr tînin.
Lewma em dibêjin ku divê gelên me ji bo paşeroja xwe nekevin nav tirs û fikaran. Şervanên azadiyê, qehreman û egîdên hêz û wêrekiya xwe ji çiyayan û berxwedana Rêbertî digirin, wê me hemûyan bigihînin rojên herî bedew û ronak.
Li ser vî bingehê banga me ji Kurd, Ereb, Sûryan, Asûr, Ermen û hwd. hemû gel û baweriyên qedîm ên herêmê re hene ku bi hev re ji bo welatekî azad û wekhev bêteredut em têkoşîna xwe bidomînin. Bi taybet jî divê jin li hemberî her cure êrîşan, dagirkeran û çeteyên hov û tundrew di nav berxwedan û têkoşînê de bin. Pêwîst e, em nehêlin welatê me bibe weke Îran û Afganistanê.
Bi vê wesîleyê em hevala Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer, welatparêz û xebatkarê şoreşê Abdurrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’yan li Parîsê di êrîşeke bêbext de şehîd bûn bi bîr tînin. Bejna xwe li hemberî mezinahî û qehremaniya wan ditewînin. Soza xwe ya şopandina rêya wan nû dikin.