Jinan serhildana jinên Rojhilat û Îranê silav kir

Li gelek derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin deketin qadan û serhildana jinan a li Îran û Rojhilat silav kirin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve hat protestokirin.

Jin, bi pêşengiya Tevgera Kongreya Starê li Hol, Til Temir, Qamişlo, Hesekê, Eyn Îsa, Kobanê û Dêrazorê deketin qadan û piştgiriya serhildana gel a bi pêşengiya jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirin. 

Li Til Temirê, jinan, qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir, tilbentên xwe şewitandin û wiha gotin: “Em hemû Jîna Emînî ne.“

Di daxuyaniyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo piştgiriya serhildana jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dan de wiha hat gotin: “Ji bo xelaskirina hemû jinên tundî li wan dibe, em ê li têkoşîna xwe dewam bikin, ji bo belavkirina fikira azadî û demokrasiyê li cîhanê em ê ji niha û pê ve jî dewam bikin.’’

Di daxuyaniya li Kobanê hat dayîn de jî, bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li ber çalakiyên faşîstane yên li dijî jinan rabin û hesab ji failan bixwazin.

Li Eyn Îsayê jî banga geşkirina têkoşîna jinan û piştgiriya ji bo serhildana jinan a li dijî zext û pêkutiyan hat kirin.