Rêxistinên Jinan: Li dijî komkujiyên dewleta Tirk dakevin qadan
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujiyên dewleta Tirk protesto kirin.
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujiyên dewleta Tirk protesto kirin.
Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyanî dan û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Li bajarê Hesekê daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Rêxistina Sara, Fereh Mihemed, li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo ji aliyê berdevka rêxistinê Arezû Temo, li navçeya Eyn Îsayê jî ji aliyê endama rêveberiya rêxistinê Diyane Eyûb ve hat xwendin û bi dehan jin û koçberên Kantona Girê Spî ya dagirkirî beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn û wiha hate gotin: “Herî dawî Zeyneb Mihemd û Yilmaz Şero di êrîşa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk de şehîd bûn. Em vî sûcî şermezar dikin û em soz didin ku em ê têkoşîna li hember van êrîşên hovane bidomînin.
Rêxistinên navneteweyî, aliyên hiqûqî, dewletên garantor û di serî de Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrîşan in. Ji ber ku wan soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîş û destdirêjiyan dabû û peymana agirbestê mîsoger kiribû. Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin û qedexeya hewayî li herêmên me bê ferzkirin.”
Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ber navenda Meclîsa Rêveberiya Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Evîn Şêx Ehmed daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên sîstematîk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanc ji vê êrîşê şikandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, derxistina tevlêheviyê û têkbirina aramiya herêmê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em van êrîşên dijminane û hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan û gelan pêk tîne, şermezar dikin û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, red dikin.
Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku li hember van sûcan gavên pratîk biavêjin û van karên dermirovî belge bikin. Her wiha divê qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên Tirkiyeyê bê girtin.”