JIN
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera dueymîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bang li gel kir ku heta kujerên rasteqîn bêne darizandin têkoşînê mezin bike û ji bo çalakiyên ji 23'ê Kanûnê heta 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir.
ROJIN’ê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got, “Kesên ku di tarîtiyê de xwe vedişêrin, bila her tim ji lêgerîvanên heqîqet û ronahiyê bitirsin. Hovîtî û komkujiyên we, nikare me şopdarên heqîqetê bitirsîne.”
TJK-E’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi bîr anîn û agahiyên têkildarî dîroka çalakiyên ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê, parve kir.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku armanca çeteyên SMO yên dewleta Tirk a ji DAÎŞ’ê berhevkiriye, dagirkirin û îlhaqkirina tevahiya Rojava ye û bang li gel û jinên cîhanê kir ku dengê xwe bilind bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Meclîsa Jinan a DBP'ê bi dirûşmeya “Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin” 3’yemîn Konferansa Jinan lidar xist.
Hemû Nûçe
-
'Li dijî tundiyê divê em bibin yek'
Lolita Chavez şerê qirêj ê li Kurdistanê şermezar kir û got, "Mirovahî divê ji bo Kurdistanê daxwaza edaletê bike. .Eger Kurdistan ne azad be, ti gel wê azad nebe."
-
-
TêkoJIN’ê sirûda ‘Tîrêjên Rojê’ çêkir
TêkoJIN’ê klîbek li ser birêxistinbûna ji bo têkoşînê ya jinan derxist. Bi klîba bi navê “Tîrêjên Rojê“ hat derxistin hemû jinên li dijî tundiyê têdikoşin, hatin silavkirin.
-
JKŞ: Berxwedana jinê wê dagirkerî û tundiyê têk bibe
Jinên Komunîst ên Şoreşger, bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî dagirkerî û tundiyê hemû qadan bikin eniyên berxwedanê. Divê hemû kolan bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî‘ veguhere qada berxwedanê.“
-
Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî, bi dirûşma ‘Bi ruhê Jinên şoreşger em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşîn’ meşiyan.
-
-
-
-
Standa 25’ê Mijdarê li Kopenhagê hat danîn
Meclîsa Jinên Kurd û Platforma Jinên Sînornenas ên li Danîmarkayê bi hev re standa agahdarkirinê danî û wiha gotin: “Em silav li Rêber Apo dikin ku li dijî tundiyê em hînê berxwedanê kirin.“
-
-
-
Kongra Star banga birêxistinbûnê li jinan kir
Kongra Star diyar kir, ku jin li hemberî her cûre tundiya dewlet û hişmendiya zilam bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dikin û bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di nav şoreşê bigirin.
-
Hatîce Guden: Jinên Kurd dînamîzma şoreşger a Îranê ye
Nivîskar Hatîce Guden diyar kir ku hîmê bingehîn ê dînamîzma şoreşger a li Îranê jinên Kurd e û got, "Eger dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşma bingehîn a têkoşîna li Îranê, ev yek bandor û hêza tevgera berxwedanê ya Kurd nîşan dide."
-
-
-
-
-
-
-
-
Fatoş Saglamgoz li Arnhemê hate bibîranîn
Fatoş Saglamgoz ya di 11’ê Mijdara sala 2003’an de ji bo şermezarkirina zextên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat bibîranîn.
-
-
Xwedawenda agir: Mariya Ûmût
Lêgerîna azadiyê êdî Mariya ber bi heqîqetê ve dibe û bi vê yekê biryara tevlîbûnê digire û sala 1996’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Berê xwe dide lûtkeyan û sala 2010’an de di rêwîtiyek tolgirtinê de dibê berdêla azadiyê.
-
-