Ferhat Koçak: Dewleta Tirk li Rojava sûc dike

Endamê Parlamenta Eyaleta Berlînê Ferhat Koçak qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir. Koçak got, komkujî dewama êrîşên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniya azad e ku bi salan e tê kirin.

FERHAT KOÇAK

Nerazîbûna li hemberî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dewam dike ku bi balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kuştin. Endamê Parlamenta Eyaleta Berlînê û Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) Ferhat Koçak qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo çapemeniyê bêdeng bike û nehêle gel rastiyê hîn bibe ev komkujî kir.

Koçak diyar kir, êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên li ser mirovên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, encamek ji polîtîkayên bi salan ên dewleta Tirk e û destnîşan kir ku operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê tê wateya binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Koçak got, "Dewleta Tirk li Rojava û Başûr li hemberî gelê sivîl komkujiyan dike. Ev êrîş ne tenê li hemberî gelên li herêmê ye, di heman demê de tinehesibandina hiqûq û mafên mirovan ên navneteweyî ye."

Koçak anî ziman ku ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê firsendek heye, lê belê divê ew bi baldarî nêzî vê pêvajoyê bibin û got, "Komên qaşo serhildêr gelekî cihêreng in. Di nav de piştevanên DAÎŞ'ê û hêzên radîkal ên ser bi El Qaîdeyê jî hene. Bi taybetî li herêmên Bakurrojhilatê Sûriyeyê yên ku Tirkiye kontrol dike, çalakiyên milîsên Îslamî gefê li jiyana bi hev re ya komên cuda yên etnîkî û olî dixwin. Tirkiye ji bo daxwaza rêveberiya xweser a gelê Kurd bitepisîne ne tenê piştgiriyê dide komên radîkal, di heman demê de ji bo destketiyên Kurdan ji holê rake wan dike parçeyek ji operasyonê."

Koçak qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û diyar kir ku êrîşa li dijî rojnamevanan sûcekî cidî ye, ev yek parçeyek ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser azadiya çapemeniyê ye ku bi salan e dewam dike. Koçak got, "Beriya bi demeke kin du rojnamevanên Kurd bi SÎHA hatin kuştin ku ev yek mînaka herî şênber a vê rewşê ye. Ev polîtîkayên Tirkiyeyê êrîşek li ser mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye."

'BERPIRSYARIYA ELMANYAYÊ HEYE'

Ferhat Koçak firotina çekan a hikumeta federal a Elman ji bo Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û got, "Artêşa Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî operasyonê li herêmên Kurdan dike û di van operasyonan de çekên Elman bi kar tîne. Hikumeta Elman li pêşberî van binpêkirinan bêdeng dimîne, ji ber ku Tirkiyeyê di mijara penaberan de ji xwe re weke hevalbendekî stratejîk dibîne. Lê belê ev rewş divê ji bo jinedîtîhatina binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nebe bahaneyek."

Ferhat Koçak her wiha krîmînalîzekirina aktîvîstên siyasî û civaka Kurd a li Elmanyayê rexne kir û bang li parêzvanên mafên mirovan û tevgerên çep kir ku hîn bêhtir piştgiriyê bidin Kurdan.