KNK: Rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê pîroz be
KNK'ê cejna Noelê ya cîhana Mesîhî pîroz kir û got, "Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her devera cîhanê."
KNK'ê cejna Noelê ya cîhana Mesîhî pîroz kir û got, "Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her devera cîhanê."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna Noelê ya cîhana Mesîhî bi peyamekê pîroz kir.
Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:
"Rojabûyîna Îsa Mesîh li ciîhana Mesîhî rojeke pîroz e û cejneke sereke ye. Bi vê armancê 25'ê Kanûnê weke rojabûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz ên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêstgehên xwe pîroz dikin.
Li Kurdistanê nufûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatîyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNK'ê de jî hevwelatîyên Mesîhî têne temsîlkirin.
Ji destpêkê ve Mesîhîyet li erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. Çejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.
Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên cîhanê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê."