ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan got, Rêveberiya Xweser a Rojava çawa ku bi berxwedana li dijî DAÎŞ'ê piştgirî ji gelên cîhanê wergirt, îro jî bi berxwedanê wê piştgiriyê ji hemû bindestan werbigire û destnîşan kir ku tecrûbeya li vê derê wê ji tevahiya Sûriyeyê re bibe model.
Endamê Parlamenta Eyaleta Berlînê Ferhat Koçak qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir. Koçak got, komkujî dewama êrîşên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniya azad e ku bi salan e tê kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Arîfe Bekîr destnîşan kir ku bi yekîtiya jinan paşerojeke azad dikare bê afirandin û bal kişand ser girîngiya wê yekê ku di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de cih ji mafên jinan re bê dayin.