JIN
Hemû Nûçe
-
Li Reqayê komxebata jinan destpê kir
Li bajarê Reqayê di çerçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi beşdariya 250 delegeyan, komxebata jinan destpê kir. -
'Têkoşîna jinan a ji bo mafê xwe, dikare veguhere şoreşê'
Di roportaja PAJK'ê de hate destnîşankirin ku jin dikarin têkoşîna maf veguherînin şoreşeke civakî. -
Li Amedê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
A.K a 50 salî ku li navçeya Rezanê di mala xwe de bi awayekî guman bi birîndarî hat dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
RJAK ji bo 25’ê Mijdarê wê 16 rojan di nava çalakiyan de be
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya çalakiyên 16 rojî yên li dijî tûndiya li ser jinan eşkere kir. -
Nûçegihana NuJINHA’yê Nexam Kiraje li Xezeyê birîndar bû
Hat ragihandin ku nûçegihana NuJINHA’yê Nexam Kiraje 12’ê Mijdarê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de birîndar bûye. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgerên jinan bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de bernameya çalakiyan eşkere kir. -
YJŞ: Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo
YJŞ’ê salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz kir û got: “Em ê heya dawî Şengalê biparêzin. Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalê.” -
Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
Li Taxa Gaziyê mêrê bi navê Tûncay Sag dayika 3 zarokan Pinar Bektaş ku beriya salek hev berdabûn, qetil kir. -
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di sehaya xwe de Ataşehîr Belediyespor 2 û 1 têk bir. -
TAJÊ salvegera rizgarkirina Şengalê silav kir
TAJÊ, salvegera rizgarkirina Şengalê silav kir û got, "Li ser bang û hişyariya Rêber Apo, siwariyên azadiyê berê xwe dan Şengalê û Şengal ji tarîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Jiyana bi hezaran Êzidî rizgar kirin." -
Encamnameya Konferansa Jinan: Abdullah Ocalan kilîda çareseriyê ye
Di encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de wiha hate gotin: “Birêz Ocalan kilîda çareseriya demokratîk e.” -
YJA Star: Bûn manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, du gerîlayên li Garzanê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Hevrêyên pêşeng ên milîtaniya PAJK'ê Baharîn û Mizgîn bûne manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê." -
Li Qamişloyê komxebata ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Meclîsa Jinan a PYD’ê li Qamişloyê komxebata “Jin, Jiyan, Azadî” lidar xist. -
Li Tehranê êrîşî jinek din jî hate kirin
Hêzên ewlekariya Zanîngeha Azad a Îranê bi hinceta ku li gor qanûna hicabê tevnegeriyaye, êrîşê xwendekarekê kirin. -
‘Sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinê‘
Aktivîsta TJA'yê Eylem Sarûca anî ziman ku sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiya jinê û got: “Divê hemû tevgerên jinan li ser zemînek hevpar bicivin û bi hevre têkoşîna xwe li dijî aqilê serdest a mêr mezin bikin.“ -
RJAK’ê serdana gorên jinên bênav kir
RJAK’ê bi boneya 25’ê Mijdarê li Kerkûkê serdana gorên jinên bênav kir û qurnefîl danîn li ser gorên wan. -
Nergis Mûhammedî greva birçîbûnê bi dawî kir
Aktîvîsta Îranî Nergis Mûhammedî ku layiqê Xelata Aştiyê ya Nobelê hatiye dîtin, greva birçîbûnê bi dawî kir ku 6’ê Mijdarê dest bi grevê kiribû. Mûhammedî ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û piştre şandin girtîgehê. -
TJA'yê serbestberdana leşkerê ku êrîşa zayendî kirî şermezar kirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) serbestberdana çawîşê pispor Eyûb K. yê ku li Nisêbînê destdirêjiya zayendî li hemberî 4 zarokan kiribû, şermezar kir. -
Şaha Xelîl: Heta ku Rêber Apo azad nebe, jin azad nabin
Ji Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl diyar kir, ku wan ji bo belavkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek kar kirine û got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe, em nikarin bêjin jin azad in." -
Besê Erzîncan: Armanca me avakirina jiyanek bi pêşengiya jinê ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan têkildarî sîstema KJK'ê axivî û got, "Ne tenê ji bo azadiya jinan, em ji bo azadiya mêran û civakê jî dixebitin. Armanca me avakirina jiyanek bi pêşengiya jinê ye." -
Li Meletiyê kuştina jinê, li Çankiriyê mirina bi guman
Li Meletiyê Ayten Nazîn ji aliyê mêrê pê re zewicî bû hate kuştin. Li Çankiriyê Ayşe Dogan a ku 3 rojan agahî jê nedihat girtin, cenazeyê wê hate dîtin. -
KBDH'ê Aynûr Ada û Ceren Guneş bi bîr anî
Konseya Giştî ya KBDH'ê şoreşgerên enternasyonalîst Ceren Guneş û Aynûr Ada bi bîr anî ku di Mijdara 2019'an de li Serêkaniyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn. -
Komîteya Nobelê ji rewşa Nergîs Mûhammedî bi fikar e
Komîteya Nobelê têkildarî greva birçîbûnê ya Nergîs Mûhammedî daxuyaniyek da ku li girtîgeh Evînê ya li paytexta Îran Tehranê girtî ye. Komîteyê diyar kir ku ew ji rewşa Nergîs Mûhammedî bi fikar e. -
Di meha Cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
JINNEWS’ê diyar kir ku di meha Cotmehê de 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Jinên li Wanê xwe ji bo 25'ê Mijdarê amade dikin
Jinên li Wanê xwe ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê amade dikin.